26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rojhilata Navîn têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê

Aysel Tabak

Van rojên dawîn rojeva Tirkiye û Rusyayê gelek germ e. Hikûmeta Sûriyeyê di meha kanûnê de operasyona “Berbanga Idlibê”da destpêkirin û bi awakî lez pêş ve diçe. Di 28’ê çileyê de, herema Idlibê Maraat El Numan bi dest xist. Rêya ku di Maraat El Numan de derbas dibe Şam û Halebê digihîne hev, loma herêmeke stratejîk û girîng e. Bi vê operasyonê Esad ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku 9 sal in didome, heta niha operasyona herî berfireh bi rê ve dibe. Tirkiye bi tundî li dijî vê operasyonê derdikeve.

Tirkiye dizane ku jidestçûna Idlibê, dê li Sûriyeyê qada tevgerên wan teng bike û di pêşerojê da mecbûr bimîne ku ji deverên din ên ku li Sûriyeyê dagir kirine jî derkeve. Piranî şîrovekerên polîtîkayê dibêjin ku pişte Idlibê dê dor bê Efrîn û bajarên din ên ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ne û tirsa Tirkiyeyê ya herî mezin jî ev e.

Piştî ku operasyona Idlibê dest pê kir, Tirkiye nerazîbûna xwe eşkere kir û diyar kir ku hewce bike dê li dijî rejîma Sûriyeyê şer bikin. Piştre jî leşker û çekên giran şandin herema Serakîbê. Di 3’yê sibatê de artêşa Sûriyeyê êrîşî leşkerên tirk kirin. Tirkiye ji ber vê êrîşê Rûsya jî sûcdar kir. Lê Rûsya got “hûn bêyî ku agahî bidin me çûne wê derê û bûne hedef.” Yanî Rûsya dibêje “bê destûra me hûn nikarin li herêmê gav bavêjin, heke bavêjin bersiv jî ev e.”

Di demên dawî de her diçe tansiyona di navbera Tirkiye û Rûsyayê de bilind dibe. Lê Rûsya wek Tirkiyeyê bi dengekî bilind nayne ziman. Ew helwesta xwe bi kirinên xwe, di piratîkê de nîşan dide. Gotinên xwe jî bi zimanekî polîtîk, bê bertek û gefxwarin dibêje. Lê van rojên dawiyê bi aşkera tîne ziman ku Tirkiye sozên derheqê Idlibê de dabûn bi cih neanine û naxwazin Idlib paqij bibe.

Piştî nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de, Tirkiyeyê hin gavên ku Rûsya ji wan nerazî ye avêtin. Li aliyekî aşkera kir ku 200 milyon lîra ji artêşa Ûkraynayê re dê bişînin, li aliyê din dîsa anîn ziman ku Tirkiye Kirimê wek axa Rûsyayê nabîne. Li ser van Rûsya jî di çapemeniya xwe de hin kirinên Tirkiyeyê yên nezagonî aşkera kirin. Ajansa FAN’ê ku nêzî rêveberiya Rûsyayê ye, dosyayên li ser tevgerên Tirkiyeyê yên nezagonî weşandin.

Li gorî agahiyên dosyayê Tirkiye çawa piştgirî daye avabûna rêxistina terorî ya “Eniya Nusrayê”. Di nûçeya FAN’ê de îtîrafên terorîstên ku dîl ketine destê leşkerên Sûriyeyê hene. Di vir de terorîstên dîlketî behsa ka çawa îstixbarata Tirkiyeyê ew mecbûrî tevlîbûna rêxistina Nusrayê kirine hene. Bi kuştina malbatan ew kes tehdît kirine. Piştî tevlîbûnê li kampên Tirkiyeyê perwerdeya leşkerî dibînin û pişt re jî di bin sîwana rêxistinên cuda de li Sûriyeyê şer dikin.

Li gor agahiyên ku FAN’ê bi dest xistine, bi alîkariya Katarê rêxistina leşkerî ya Tirkiyeyê SADAT’ê çeteyan ji Sûriyeyê derbasî Libyayê dikin. Di nûçeyê de tê îdiakirin ku ji 24’ê kanûnê heta niha bi qasî hezar û 200 çete anîne Tirkiyeyê. Li kampên derdora bajarê Îzmîrê bi qasî du hefte perwerdeya leşkerî dîtine û piştre bi balafir û keştiyan derbasî Libyayê kirine. Di nûçeyê da tê îdiakirin ku 2 hezar dolar mûçe didin van çeteyên peretî û soza mafê welatîbûna Tirkiyeyê didin. Li gorî agahiyên ajansê 50 endamên SADAT’ê ji bo perwerdeya mîlîtanên Hikûmeta Trablusê – Sarac li Tirablûsê wezîfedar in.

Helbet ev dosyayên ku ajans û rojnameyên Rûsyayê aşkera dikin gelek berfireh in. Xuya dibe ku ev agahiyên girîng îro bi dest nexistine. Lê gava ku nakokî di navbera her du dewletan de derdikevin yek bi yek dosya tên eşkerakirin. Mebest çi ye? Dibêjin ku ‘em bi hemû kirin û tevgerên we dizanin, belge û agahiyên teqez di deste me de hene. Em bixwazin dikarin van li dijî we bi kar bînin.’

Welhasil her du dewlet bi gunehên hevdu baş dizanin lê çavên xwe ji hevdu re digirin. Rûsya ji ber berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk û aborî çavê xwe digire. Aşkera ye ku her du dewlet û gel tu car nebûne dost hevdu.