27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêdengî pejirandina êrîşan e

Gelo dewletên navneteweyî, hikûmeta Iraqê û hikûmeta başûrê Kurdistanê, li hemberî êrîş û amborgoya li ser Mexmûrê çima bêdeng in? Bêdengiya wan tê wateya pejirandin, tenêhiştin û valakirina wargehê

Ambargoya li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), 17’ê tîrmeha 2019’an dest pê kir û heta îro jî didome. Tevî ambargoyê hefteya borî DAIŞ êrîşî wargehê kir. Lê hîna jî dewletên navneteweyî, nêzîkatiya hikûmeta başûrê Kurdistan û Iraqê neguheriye.

Mexmûr ji bo kurdên ji bakurê Kurdistanê ku ji ber zext û zordariyê koçber bûn, bû stargehek. Rêwitiya ber bi Mexmûrê ve di salên 1994’an de dest pê dike. Koçberan li Mexmûrê ji tunebûnê jiyanek, bajarek ava kir. Mexmûr wargeheke penaberan e û nêzîkî bajarê Mexmûrê di nav sînorên Herêma Federal a Kurdistanê de ye.

Penaberên Mexmûrê di serî de çûn wargehên wek Şeraniş, Bêsêv, Bihêrê, Geliyê Qiyametê, Etruş û Nînovayê. Her rêwitiyeke koçberan bi xwe re zehmetiyên cuda afirandin. Di rêwîtiyê de bi dehan zarok, pîr û kal ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê, jiyana xwe ji dest dan. Herî dawiyê berê xwe dan cihekî wisa ku kesek ne bawer bû li vir jiyanek bê avakirin; cihek hişk, zuha û tu derfetên jiyanê lê tune bûn. Xanî hatin çêkirin, dar hatin çandin, dibistan, sazî û dezgeh hatin vekirin. Jiyaneke hevpar hat pêşxistin. Koçberên ku hejmara wan dighîje 15 hezaran, li dijî polîtîkayên tunekirin û koçberiyê jiyaneke nû afirandin.

Ambargoya li ser wargehê

Li Mexmûrê her çend pergaleke nû ya jiyanê hat avakirin, dîsa jî êrîşên li hemberî koçberan bi dawî nebûn. Wargeh 6’ê tebaxa 2014’an bi êrîşen çeteyên DAIŞ’ê re rûbirû ma û di roja duyem de wargeh hat valakirin. Lê bi berxwedana Hêzên Parastina Cewherî (HPC) yên wargehê carek din mexmûrî vegeriyan cihê xwe.17’ê tîrmeha 2019’an li restoranteke Hewlerê rêveberekî Rêxistina Îstixbarata Milî (MÎT) ya tirk hat kuştin û piştre rêveberiya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) wargeha Mexmûrê dorpêç kir û ambargo danî ser Mexmûrê.

Ambargo heta niha jî didome. Ji ambargoyê nexweş nikarin biçin nexweşxaneyan, xwendekar nikarin biçin dibistanên xwe û penaber nikarin pêwîstiyên xwe rojane pêk bînin. Çend rayedarên Mexmûrê xwestin hevdîtin bi cihên eleqedar re pêk bînin lê heta îro jî tu bersiv nehatiye dayîn. Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê jî ketin nav hewldanan û li ber asayîşa PDK’ê çalakiya rûniştinê li dar xist û rewşa Mexmûrê kir rojevê. Lê hîn jî li hemberî ambargoyê helwesteke hevpar a xurt ji hêla sazî û dezgehên fermî ve nehatiye nîşandan.

DAIŞ’ê êrîş kir

Tevî ambargoyê çeteyên DAIŞ’ê jî êrîşî wargehê dikin. Herî dawî çeteyan 2’yê sibatê êrîşî wargehê kir û di encamê de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Her wiha 3 şivan jî birîndar bûn.

Li hemberî êrîş û amborgoyê dewletên navneteweyî, hikûmeta Iraqê û hikûmeta başûrê Kurdistanê bêdeng in. Helwesta partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê jî bû sedema nîqaş û rexneyan. Gelo bêdengî tê çi wateyê? Gelo êrîş û ambargo nîşaneya tenêhiştin û valakirina wargehê ye? Ji bo wargehê dê plansaziyeke çawa li pêş bê xistin û çima Mexmûr?

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku ji nûner û endamên partiyên başûrê Kurdistanê pêk dihat hefteya borî çû serdana malbatên birîndaran. Di serdanê de hat diyarkirin ku bi yekitiyê dikarin êrîşan vala derxin û pêwîst e hikûmeta herêmî neyê lîstokan.

Şandeyek ji partî û saziyên bakurê Kurdistanê pêk dihat jî çû serdana wargehê. Di serdanê de şandeyê diyar kir ku ew ji bo rakirina dorpêça li ser Mexmûrê û yekitiya neteweyî ya kurd hewl didin.

‘Bêdengî sûc e’

Endama Lijneya Mafên Mirovan a Parlamentoya Iraqê Yusra Recep bal kişand ser rewşa Mexmûrê û da zanîn ku divê di aliyê mafê mirovan û mafê penabertiyê de Iraq bi wê berpirsyariya xwe ve girêdayî be û êdî bêdengî nayê qebûlkirin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ), êrîşên li hemberî Mexmûrê şermezar kir û diyar kir ku wargeh li gorî qanûnên navneteweyî dikeve bin sîwana ewlehiyê.

Mixabin dewletên navneteweyî beramberî hemû êrîşên ku heta niha pêk hatine bêdeng dimînin û bêdengmayîn  jî sûc e.

Endamê Polîtburoya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan Bêkes Qadir jî der barê mijarê de destnîşan kir ku kesên li kampa Mexmûr penaberên siyasî ne û ji ber polîtîkayên dewleta tirk hatine û wiha dom kir: “Em bang li hikûmeta herêmî û Iraqê dikin ku ambargoya li ser wargehê rakin.”

Em hatin cem xwişk û birayên xwe

Mexbûb Salih a li Mexmûrê dijî bû şahîdê hemû pêvajoyên li wargehê. Wargeha ku di pêvajoyeke hesas re derbas dibe bandorê li ser jiyana penaberan dike. Salih bal kişand ser êrîşan û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ev 26 sal in em penaber in. Ji ber zilma dewletê em koçber bûn. Em hatin cem xwişk û birayên xwe. Lê ew jî bi hevkariya dewleta tirk her tim êrîşî me dikin. Ev 7 meh in ambargo li ser wargehê heye. Hikûmeta herêmî nahêle em pêwîstiyên xwe dabîn bikin. Niha jî çeteyên DAIŞ’ê êrîşî wargehê dikin. Hikûmeta herêmî çima bêdeng e. Asayîşa PDK’ê destûr neda ku em birîndarên xwe bibin nexweşxaneyê.”