27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ser gefên nû yên li dijî rojavayê Kurdistanê

Li gorî şîrove û analîzên ku tên kirin armanca sereke ya dewleta tirk ji van gefan ew e ku tevliheviyê di vê herêma bi ewle de bike. Dixwaze xelkê herêmê bitirsîne û wan ji cih û warên wan bike. Ji aliyê leşkerî ve êrîşeke wiha ya vegirtina Rojava bêyî destûra hêzên navneteweyî ne pêkane û li gorî agahiyên li ber destên me Erdogan erêkirin û razîbûna hêzên navneteweyî negirtiye. Hêzên leşkerî yên Sûriyeya Demokratîk amade ne ji bo ku bersivê di aliyê leşkerî de bidin. Ev çend roj in ku dewleta tirk bi rêya medyaya xwe li dahola şer dide û dibêje ku ew dê dest bi êrîşeke din a li dijî Rojava bikin. Wek tê zanîn armanca sereke tirsandina sivîlan e da ku cih û warê xwe terk bikin û dixwazin tevliheviyê bixin nava gelên herêmê.  Lê ew nayê wê wateyê ku hikûmeta tirk dê dest bi şerekî nû neke. Ew xwe neçar dibîne ku berê gelê Tirkiyeyê ji ser krîza aborî û pirsgirêkên civakî yên li nava Tirkiyeyê veguherîne. Lewra jî dibe ku macerayeke wiha bike û tevliheviyeke nû li herêmê derxe.

Armanc tunekirina destkeftiyan e

Bêguman yek ji armancên sereke ya hikûmeta tirk ew bû ku hemû destkeftiyên kurdan têk bibe. Di wî warî de bi rêya hin peymanên bi hêzên navdewletî re hin bajarên kurdan ên wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Lê bi hatina Joe Biden û guhertina siyaseta rayedarên Amerîkayê re hin astengî li pêşiya wê armanca hikûmeta tirk çêbûn. Li vir divê em xebatên dîplomasiyê yên kurdan û di serî de Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk jibîr nekin. Dîplomasiya kurd roleke mezin di guhertina siyaseta DYA’yê ya li herêmê de lîst.

Rûsya çavê xwe digere

Ji aliyê din ve Rûsya jî êdî naxwaze deverên din bikevin destê dewleta tirk û li wir bibe xwedî hêzeke ku di pêşerojê de pirsgirêkan ji bo berjewendiyên wê yên li Sûriyeyê jî derxîne. Lê em ji bîr nekin ku ev gefên hikûmeta tirk herî zêde li hesabê Rûsyayê jî tên. Rûsya dixwaze ku hikûmeta tirk van gefan zêde bike da ku Rûsya û rejîma Şamê şert û mercên xwe li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ferz bikin.
Rûsya her dem çavên xwe ji zextên dewleta tirk ên li dijî kurdan digire û heman tiştî ji bo êrîşên Israîlê yên li ser milîsên Îranê jî dike. Rûsya naxwaze kesek bihêz li wir hebe da ku nebin taluke ji bo berjewendiyên wê yên li Sûriyeyê. Rûsya dixwaze ku hemû deshilata Sûriyeyê di bin baskê wê de be.

Bangên diyalogê

Gelek caran Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadebûna xwe ya ji bo diyaloga bi rejîma Sûriyeyê re dubare kiriye. Herî dawî beriya çend rojan dîsa endamê komîteya hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl banga diyaloga bi rejîmê re dubare kir. Xelîl, da zanîn ku ew amade ne diyalogê bi rejîma Şamê re bikin.
Heta niha hikûmeta Şamê bi rengekî cidî û aqilane nêzî bangên diyalogê nebûye, bersiva rejîmê her dem teslîmgirtine û dixwaze di bin zextan de bazara xwe bike. Rejîm a dixwaze ku rewş vegere wekî beriya 2011’an êdî ev tiştekî pir zehmet e.
Bêguman kurd jî qebûl nakin ku rewş vegere wekî beriya 2011’an û destkeftiyên xwe yên bi xwîna bi hezarên şehîdan ji dest berdin.

Ger Rûsya bixwaze…

Lê di her halî de wisa dixuyê ku dawiya dawî dê çareseriya hemû pirsgirêkên Sûriyeyê tenê bi lihevkirinên navxweyî guncav be. Her wiha tiştê ku bi tenê bikaribe pêşî li dagirkirina axa Sûriyeyê jî bigire ev rêya bi tenê ye.
Heke Rûsya bixwaze dikare rejîma Sûriyeyê li ser maseyê bide rûniştandin û heke rejîm û Hêzên Sûriyeya Demokratîk li ser peymanekê li hev bikin, ew dikarin li kêleka hev hemû axa Sûriyeyê ya dagirkirî rizgar bikin.
Tenê peymanek û lihevkirineke wiha dikare dawiyê li van gefên hikûmeta tirk bîne ku her dem têne dubarekirin.