27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Pirsgirêk bi fikrên Ocalan dikarin bêne çareserkirin’

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeya Depê ya Xarpêtê di çarçoveya hevdîtina “Dema azadiyê” de civîna gel li dar xist. Civîn li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Depê pêk hat. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir û gelek kes beşdarî civînê bûn.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir destnîşan kir ku ew di vê sedsala dawî de bi îqtidara herî hov re rûbirû ne û wiha got: “Îqtidarê planên têkbirina kurdan ji sala 2014’an ve xistiye meriyete. Lê îqtidar bi xwe têk çûye. Vê îqtîdarê ji bo têkbirina kurdan hemû plan û rêbaz li dijî gelê kurd xist meriyetê. Lê bi ser neket. Ev pêvajoya li pêşiya me ji bo gelê kurd gelek girîng e. “

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî destnîşan kir ku zîhniyeta serwer sed sal in êrişî kurdan dike û dixwazin kurd li ber wan serî bitewînin û kurdan bikin koleyên xwe û wiha got: “Me tu carî serî netewandiye. Me her tim li dijî her cûre neheqî û êrişan li ber xwe da. Emê dîsa li ber xwe bidin. Birêz Ocalan bi sedan car pêşniyazên çareseriyê kir. Ji bo azadiyê û demokratîkkirina Tirkiyê birêz Ocalan gelek rê û rêbaz pêşkêş kir. Ev pergal xitimiye. Ev pirsgirêka xitimandinê bi rê û rêbazên Ocalan dikarin werin çareserkirin. Lê li şûna diyaloga bi Ocalan re polîtîkayên êrişan xistine dewrê. Cihê ku wê ew berê xwe bidinê diyar e.”