28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li wir bimîne

Ehmed Huseynî

Şing-Ola minê

Li wê çolistana serberdayî

Bend û ayetên xwedê

Ji pêxemberên serdemê re bixwîne..

Destekî xwe ji Mehabadê re bişîne

Bila di sînga Çarçirayê de

Gula sor a şehîdan biçîne..

Destekî xwe ji Hewlêrê re bişîne

Bila Xanoyê Lepzêrîn

sirûdên Kela Dimdimê

Li meydanên azadiyê vejêne..

û baskên xwe,

Ji Birc û Kelehên Amedê re bişîne,

Bila li Deriyê çiyê

şêxê Pîranê,

Bi destê pêxemberekî bigire,

û bagera Zagrosan bi gopalê xwe rawestîne..

Dilê xwe yê ji genim û zersosinan

ji Qamişlokê re bişîne,

bila Çekjîn û Hogiran

Bila Helepçeya min a nazik

Li kuçe û kolanan

Li goristana şehîdan bibîne..

Li wir bimîne,

û bi ava gulan rêbaza evînê binivîsîne..

Birûskvedana qederan li qederan vegerîne

Destên xwe li newqa çiyê bialîne

û xwîna xwe di dergûşa xwedawendan de

Bilorîne

Bilorîne Şing-Ola minê bilorîne:

Tac im tac

Taca serê Kurdistan im.

Bilorîne..

**

Li wir bimîne..!!

Li zeviyên temenê min

Kulîlkên evîna xwe biçîne..!!

**

Li wir bimîne

Yê zimanê wî dilerize ez im

Yê giyanê wî dilerize dîsa ez im

De min bi ewrên sînga xwe binixumîne

**

Li wir bimîne

Ger birayekî birayê xwe kuşt

Bi çavekî bigirî

Û çavê din jî birijîne

Lê li wir nemîne..!!

**

li wir bimîne

Nameyên poşmaniya min bixwîne

Dilê min veke û xwe tê de bibîne

Ruhê min veke û ji min bistîne

Helbesta min jî veke

û li goristanên vê Rojavayê bigerîne

Li wir bimîne

Hetanî ku hezkirina min ev e

Bila dilê te ji min nemîne

**

Li wir bimîne..!

Min di nav bijangên xwe de

Mîna ewrekî giran hilîne..!

Li wir bimîne

Ehmed Huseynî

Şing-Ola minê

Li wê çolistana serberdayî

Bend û ayetên xwedê

Ji pêxemberên serdemê re bixwîne..

Destekî xwe ji Mehabadê re bişîne

Bila di sînga Çarçirayê de

Gula sor a şehîdan biçîne..

Destekî xwe ji Hewlêrê re bişîne

Bila Xanoyê Lepzêrîn

sirûdên Kela Dimdimê

Li meydanên azadiyê vejêne..

û baskên xwe,

Ji Birc û Kelehên Amedê re bişîne,

Bila li Deriyê çiyê

şêxê Pîranê,

Bi destê pêxemberekî bigire,

û bagera Zagrosan bi gopalê xwe rawestîne..

Dilê xwe yê ji genim û zersosinan

ji Qamişlokê re bişîne,

bila Çekjîn û Hogiran

Bila Helepçeya min a nazik

Li kuçe û kolanan

Li goristana şehîdan bibîne..

Li wir bimîne,

û bi ava gulan rêbaza evînê binivîsîne..

Birûskvedana qederan li qederan vegerîne

Destên xwe li newqa çiyê bialîne

û xwîna xwe di dergûşa xwedawendan de

Bilorîne

Bilorîne Şing-Ola minê bilorîne:

Tac im tac

Taca serê Kurdistan im.

Bilorîne..

**

Li wir bimîne..!!

Li zeviyên temenê min

Kulîlkên evîna xwe biçîne..!!

**

Li wir bimîne

Yê zimanê wî dilerize ez im

Yê giyanê wî dilerize dîsa ez im

De min bi ewrên sînga xwe binixumîne

**

Li wir bimîne

Ger birayekî birayê xwe kuşt

Bi çavekî bigirî

Û çavê din jî birijîne

Lê li wir nemîne..!!

**

li wir bimîne

Nameyên poşmaniya min bixwîne

Dilê min veke û xwe tê de bibîne

Ruhê min veke û ji min bistîne

Helbesta min jî veke

û li goristanên vê Rojavayê bigerîne

Li wir bimîne

Hetanî ku hezkirina min ev e

Bila dilê te ji min nemîne

**

Li wir bimîne..!

Min di nav bijangên xwe de

Mîna ewrekî giran hilîne..!