10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rastiya kurteçîroka strana Çemê Çetelê

Demek berê, di TV’yeke tirkan beşa kurdî de strana Eliyê Xwarziya hate weşandin û wekî ku haya wan ji vê dîrokê tune be kê û ji bo çi û çawa ev stran hatiye holê. Li ser vê rewşê min jî xwest ez bi xwendevanên hêja re kurteçîroka stranê binivîsim û ji bo kesên têkildar jî gotin û notayên her du şêweyên stranê pêşkêş bikim.

Piştî qetilkirina 14-15 hezar kurdan li geliyê Zîlanê û têkbirina serhildana Agiriyê, dewleta Romê weke serhildana Şêx Seîd, ferman û sirgûna serkêş û begên kurdan derdixîne. Li gor stranbêjan, ji van began yek jê jî kesê bi navê Evdo Beg e. Evdo Beg li hemberî vê fermanê dertê û bi law, pêgirtiyên xwe û xwarzê Elî ve, ji gundê xwe dertên û dibin mehkûm. Ew berê xwe didin stargehên kurdan ango çiyayan.

Dîsa li gor hin dengbêj û çîrokbêjan Evdo Beg hin caran tê gundê xwe maliyên xwe dibîne. Rojek dîsa dema ew, lawê wî û xwarziyê wî Elî tên gund, ji gundiyên wî kesek diçe bargeha cendirmeyan û îxbara Evdo Beg dike. Ji alî cendirmeyan ve dor li mala Evdo Beg tê girtin û jê tê xwestin ku teslîm bibe. Evdo Beg teslîm nabe, ji lawê xwe re dibêje tu bi cendermayen re şer bidomîne, em ê di alî paş de ji malê derkevin. Lawê wî cesaret nake, kesê navmalî jî vê qebûl nake.

Li ser qebûlnekirina her du kesan, Elî yê xwarziyê Evdo Begê dibêje ez ê şer bikim, hûn herin. Elî şer didomîne Evdo Beg û yên pê re diçin, Elî fîşekên wî diqedin û bi birîndarî dîl tê girtin. Bi gelek îşkenceyan wî dibin girtîgeha Bazîdê (hin kes jî dibêjin birine girtîgeha Îdirê ya bi navê Kapusac) bi qasî sê salan bi îşkenceyek giran di girtîgehê de dimîne û li hember hemû îşkenceyan jî cihê xalê xwe nabêje.

Dîsa li gor hin dengbêj û çîrokbêjan, bi alîkariya leşkerekî kurd û li gor hin dengbêjan jî bi rêya malbata xalên xwe agahî dişîne ji xalê xwe re dibêje, “Sirgûna me ya 35 kesan derketiye hepsa Sînop û Zonguldaxê. Ji bon ku me sewqî van bajaran bikin ew ê me bibin bajarê Erziromê, werin bi rê de me xelas bikin.”

Rojek Evdo Beg ji bo îxbarkarê ku wan îxbar kiribû fêr bibe û ji aqûbeta Elî agahî bigire, ji bajarê Makûyê tê gundê  xwe. Gundiyên Evdo Beg vê agahiya ku Elî şandibû ji Evdo Beg re dibêjin. Li ser vê agahiyê Evdo Beg dikeve nav xebat û planan. Ji dostê bav û kalanê xwe yê bi navê Îbo Beg (hin dengbêj dibêjin Îbo Beg ê Pasînê ye, hin jî dibêjin na ev kesek din e) agahdar dike û ji bona xelaskirina xwarziyê xwe Elî alîkarî daxwaz dike.

Dema ku Elî û 34 mehkûman derdixin dibin Erziromê, Evdo Beg û yên pê re li herêma Kosedaxê û Çemê çetelê (hin çîrokbêj dibêjin Çemê Çetelê di navbera Pasîn û Erdîşê de ye; hin jî dibêjin di navbera Eleşgir û Agiriyê de ye) kemîn datînin. Dema ku leşker û girtî tên vana bi leşkeran re bi saetan şer dikin, yuzbaşiyê ku serokê leşkeran e û tevî bi dehan leşker dikujin û girtiyan xelas dikin.

Elî wekî dubarekirina dîrokê dîsa bi destê îxanetkarê navê wî Feqî ye (ev kes wan îxbar dike) birîndar dibe. Hin dengbêj û çîrokbêj dibêjin Elî li wê derê dimire. Hin jê jî dibêjin Evdo Beg, Elî li pişta xwe dike dixwaze ku bibe Makûyê lê Elî bi rê de dimire.

Piştî vê bûyerê, wekî her strana girînî û şînê, dîsa jina kurd elem, kul û serencama xwe bi girînî bê kes û bê çareyî tîne ziman. Keça hezkiriya Elî ya bi navê Gewezê (hin jî dibêjin Sorgewez) li ser Elî stranê dibêje. Bi demê re stran dibe du şax û yek jê bi devê xalê (Eliyê xwarziya) yek jî bi devê xwarzê (De Xalo -Çemê Çetelê) tê gotin û di çanda kurdan de cihê xwe digire. Piştî vê bûyerê li gor hin dengbêj û çîrokbêjan destgirtiya Elî, Gewez a jan, kul û hesreta xwe bi gotin û girînî kiriye stran û heta roja dimire mêr nake. Evîn xwe û hesreta xwe bi xwe re dibe dispêre axa sar.

De Xalo

De xalo, de xalo, de xalo, xalo

Çemê Çetelê çemeke sar e, xalo,

Wele xalo Çemê Çetelê çemeke sar e xêlo,

Kelemçê dest efendî xirxanî ye ciwabekê bive ji xalê min î Evdo Beg re,

Belê li Çemê Çetelê, li Deştê Porsînê,

Li weletî xerîban û xurbetê karî xu bike xalo,

Belê bendê Romiya bendeke giran e,

Destê mi di kelemçê da rizîne, hewar e, xêlo,

Ê de hewar e xalo, xalo wez girtî me li xerîbiyê.

De xalo, de xalo, xalo,

Çemê Çetelê çemeka bi genim e, xalo,

Çemê Çetelê çemeka bi genim e,

Kelemçê kesî xêrxwaz nedî ciwabekê bibe ji xalê min î Evdo Beg ra,

Belê li Çemê Çetelê, li Deştê Porsînê, li welatê xerîban û xurbetê xalo karî xu bike, xêlo,

Belê bendê Romiya bendeke giran e, destê mi di kelemçê da rizîn,

De hewar e xalo, hewar e xêlo,

E hewar e xalo, xalo wez girtî me wey li xerîbiyê.

De xêlo, de xalo, de xalo, xalo

Çemê Çetelê çemeke bi ripin e, xalo,

Kesî xêrxwaziyê ciwabekê ji xalê min ê Evdo Beg ra bibe,

Li Çemê Çetelê, li Deştê Porsînê, li welatê xerîban û xurbetê karî xu bike xalo,

Belê bendê Romiya bendeke giran e,

Destê mi di kelemçê da rizîne,

Hewar e xêlo, xalo wez girtî me…

Stranbêj: Kawis AXA

Eliyê Xwarziya

Eliyê xwarziya xwedê xirav bike Mekê û Medînê ye,

Kafirê Feqî gulekê berî bedena Eliyê xwarziya daye vê sibê, reviye ketiye ber teldê mîrata bexîrê ye, nakeve berava eyneliyê ye.

Eliyo bira çevê xalê te kor bibin, vê sibê tilî peçiyê xalê te nagirin, merhemekê çêke bide ser devê mîrata birînê.

De rabe, rabe, rabe Eliyo rabe,

De rabe bira serê xalê qurban be.

Eliyê xwarziya, felekê çima li me wiha kir,

Kafirê Feqî vê sibê gulekê berî bedena Eliyê xwarziya daye, reviyaye ketiye ber teldê bexîrê,

Dilê onbaşî, bînbaşî, kafirê Roma Reş, me şa kir,

Bira mala Feqî kavil bibe vê êvarê,

Mêraniya xalê te kir kesî nekir,

Çewa mêraniya xalê te nava êl eşîra da hinda kir.

De rabe, rabe, rabe Eliyo rabe,

Bira serê xalê qurban be.

Lo xalo, lo xalo, lo xalo

Vê sibê dilê min kînekîn e,

Wey lo xalo vê sibê dilê min kînekîn e,

Gula kafirê Feqiyê Botî çiqa birîna xwarzê te dêşîne,

Gula kafirê Feqî çiqa birîna xwarzê te dêşîne

Xalo de tu rabe, bike bilezîne,

Cinyazê Eliyê xwarziyê va orta helîne,

De Roma Reş xayîn e, wê te bigere, destê zorê, cinyazê Eliyê xwarziya te bistîne, xalo rabe,

De rabe, rabe, rabe,rabe, rabe,

Serê xwarzê bira qurban be.

Stranbêj: Bêmalê KEKO

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê