27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mal û warê me, bela serê me!

“Me, mala xwe li ser riya xelqê ava kiriye. Her kî tê bi malovaniya me têr nabe û çav berî mal û milkê me dide.”

Belê kurtenivîsa dîroka me, hema ev e.

Wexta pêşiyên me ji heywanan cuda bûn û ji germahiya parzemîna Afrîkayê veqetiyan, cara pêşîn xwe li riya bakur girtin û gihandin herêma Mezrabotan û Zagrosan û ev herêm weke binemalekê bijartin. Ew roj ev roj e em li vir man, lê hin refên me neman û rêwitiya xwe dewam kirin. Berê xwe dan deverên cuda yên cîhanê. Hinekên wan di navbera çiya û tapên Zagros û Kafkasyayê re bi rê ketin çûn bakur, milekî wan jê fetilî û berê xwe da Sîbîryayê û di wir re gihîşt parzemîna Amerîkayê û ya din jî heyanî Skandinavyayê çûn. Li gor texmînan di wir re jî çûnûhatina Amerîkayê pêk hatiye. Her wiha çend milên din jî ref bi ref gihîştin Asyaya Navîn, Asyaya Başûr û heyanî parzemîna Okyanusyayê kişiyan. Jixwe derûdora Deryaya Spî ango deverên Ewropayê Anatoliya û bakurê Afrîkayê jî piştî kêliyeke demkurt weke xeta Mezrabotan û Zagrosan malovaniya şêniyên koçber kir.

Her refeke şêniyan li herêmeke cîhanê bi cih û war bû. Bi hezaran sal û zeman derbas kir. Her komeke civatê li herêmekê derfetên debarê û jiyanê ava kirin. Li gorî şert û mercên herêma xwe ezmûnan hîn bûn şaristanî, çand û rengê jiyaneke rêxistinî ava kir. Di ber re jî çûnûhatina kes û komên civatan zêde bû. Ji hêlekê ve ezmûnên xwe, zanîn û tecrûbeyên xwe parve dikirin, ji hêlekê ve jî desteseriya mal û milkên hev dikirin.

Her çiqas hîmê şaristaniyên cuda bi cuda di herêmên xwe de digiviriyan û hem ji hêla zêdebûna hejmara gel û hem jî ji hêla mezinbûna asta serweriya cih û warên lê ne zêde dibûn jî, têr nedikir û çav berî hev û hebûnên hev didan. Lewma pevçunên navxweyî, şerên herêmî, zordestî, talan û şêlandin bû parçeyekî jiyana mirovahiyê.

Lêbelê herêma para me ketiye, ango em lê dijîn ne tenê îro, bi deh hezaran salan e bûye riya gelek civakên têreçûne; duçarî koçberiyê, êrîşan, zordestî û talanan bû û dibe. Li vê herêmê bi dehan şaristanî pêk hatin, lê her yek bi bedewiya xwe, bi şarezayiya xwe, bi dewlemendiya xwe têrnebû û negihîştin mirazê xwe. Hemû çavên hovan çûn ser heybeta wan a bêhempa. Yek bi yek bûn hedefa êrîşkarên hov û zordest.

Girê Mirazan, Heskîf, Newala Çorî, Çanda Xelef, Şaristanî û kulturên Mezrabotan, Gutî, Mîtanî, Sumer, Hîtît, Akad, Asûr, Urartu, Medya û bi sedan dewlet. Ma tenê ev? Nivîs, qanûn, dewlet, rêxistin, feylesofî û dîn û bawermendiyên bêdawî û qewî û her wekî vê bi sedan, bi hezaran dîtin, ray û raman, ezmûn û hînbûn pêk hatin.

Mixabin li ser vî erdî gelek netewe, gel û şaristanî binerd bûn. Tenê bi saya bermahiyên wan em ji hebûna wan haydar in. Bi taybetî neteweyên li navenda Mezrabotan ango li deştê yan jî binecih ji holê rabûn. Lê li tenişta wan, têkildarê wan li ser piya man. Wekî nijada samî kal û pîrên ereb û cihûyan, gava zordestiyek li hember wan pêk bihata û heke nikaribûyana xwe biparêzin, direviyan. Direviyan û bi hêştirên xwe, mal û hal û holên xwe bi lezgînî berhev dikirin û bi bayê bezê di nav çol û bestan de diqulibîn. Raza xweparastinê zeft kiribûn. Lewma heyanî roja îroyîn jî li ser piyan mane. Heke pirsgirekên navxweyî nebin, ji êrîşên derve ve tu zora wan naçe. Lê nerindiyên navxweyî jî bê hed û bê sînor in.

Cih û warên me, welatê me, axa me bênavber, di her kêliya dîrokê de, di her çerxa guherîna cîhanê de rastî êrîş û talanê hatiye. Ji xeta başûr, bakur, rojhilat û rojava, ango ji her çar alî ve riya leşker, êrîşkar, bazirganan û şênî û kesan e. Rêwî, bazirgan, karwan, gerok, sîxur, zana, keşe, mele di van riyan re bê sînor çûne û hatine, dane û standine, hîn bûne û hîn kirine, soz dane û soz girtine, pere dane, mal girtine, mal dane, pere girtine û bi vî teşeyî zengînî, zanatî dane zarokên cih û warê me û kal û bav, dê û pîrên me.

Çavnetêr çavsorî bûne, birçî û parsek bêstar mane, nezan û korezan bêhiş bûne, diz û dirûz bê feraset mane. Dadane li ser welatên kal û pîr û zar û zêrçan, wêran kirine, desteser kirine, talan kirine, kevir li ser kevir nehiştine. Gel ji ber neçariyê xwe avêtiye hembêza çiyayan, ketiye paşila gelî û şikeftan, xwezaya welat bûye dermanê xweparastinê ya bêhempa. Belê gava metirsiyek hebûye, êrîşek pêk hatiye tenê çend şivan, gavan û berxvanan karibûne semerên pêz, keriyên dewêr rakin, çend keç û xortan bi rêberiya mezin û rûspiyan mal bi barê hespan, keran, hêstiran hemû alav û amûrên malê bar bikin û xwe bigihînin cih û warên ewle ku xort jî parastina gel bikin. Bi kurt û kurmancî kurd li welatê xwe her gav koçber bûn.

Di zemanê asayî de jî koçberî dikirin. Vê carê jî havînê li ber germahiyê ji deştan ber bi çiya û zozanan, ji ber serma zivistanê jî ber bi germê û deştan koç dikirin. Li gorî çarçoveya vê jiyanê sewaldarî ji bo debarê derfeteke hêja bû. Malbat, eşîret ango sirsileta hezaran salî bi vê sayê ne ji welatê xwe dûr ket û ne jî bû bende û bindestê dijiminan. Her wiha bi çand, jiyan û  zimanê xwe, bû civateke cihêreng û serwer. Xêncî xweparastinê bû êrîşkar jî. Bi taybetî civatên li deştê diman duçarî êrîş û talanan dihatin, gelek bazirganên ku heqê rê ji bo derbasbûna di sînorê eşîrê re nedin dihatin şêlandin. Bajar û gundên deştê xwe dorpêçkirî dihesibandin û her gav di nav metirsiyê de bûn.

Bi modernîzmê, bi dewletbûnê û bi pêşketina teknolojiyê re rewşa kurdan bêhtir xera bû. Potansiyela deşt û çiyayan ya çandiniyê û sewalvaniyê xwezî û mehdeyê dewletên çavbirçî zêde dikir. Sewze, fêkî, adan, goşt, hirî, pembo ji bo çerxa pîşesaziyê weke berhemên berdest ên xav bûn. Li welêt ev berheman dihatin berhevkirin, di karxaneyan de li gorî pêdiviyan dihate çêkirin, pêçandin, barkirin ji bo firotana bajarên welatên serdestan.

Dîsa çiya û banî, erd û axa kurdan di navbera Qefqasya, Rojavayê Asyayê, çol û bestên ereban, Deryaya Spî, Deryaya Reş û Deryaya Hezarê de herêmeke jeostratejîk e. Kî li çiya, zozan, gelî, newal û deştên kurdan bi cih bibe li herêmê jî dibe hêza serdest. Lewma rom, pers, tûran, osmanî, sasanî, rûs, ereb, îngilîz, frensî, alman, tirk, îranî û hwd. çav berî vê axê dane. Her wiha çemê Mûradê, Erez, Firat, Dîcle û Zap û gelek çavkanî ji bo avê û avdaniyê, ceyranê bûn kanên bêhempa.

Xwezî tenê ev bûya. Wêraniya herî giran hebûna qîra reş e. Petrola bêbinî, zengîn, kalîteya xas û derxistina hêsa li welatê me bû bela serê me. Li welatê dereke, şêniyên ji me dûr pîşesaziya xwe bi pêş xistin, lê enerjiya wê li ba me ye. Bivê nevê çav berî herêma me dan. Dixwaze bi dil, dixwaze bê dil be, destdirêjî kirin. Ji bo destxistina zêrê reş, ne ji me re pergal hiştin, ne feyde dan, ne jî rê dan em bi hêz û taqeta xwe li ser piyan bimînin. Bi hemû hêza xwe cerd rakirin, bi topan, tangan, balafiran, sedhezeran leşkeran hêwirze anîn li ser axa me û talan kirin. Ew roj ev roj e, destê wan di nav pêsîra me de ye. Mehremiyet, sinc û ehlaq nehiştin. Bi postalên xwe, welatê me jî, civata me jî herimandin, wêran û parçe kirin û ne tenê şerê me, şerê hev jî li ser axa me kirin.

Em bêtaqet man. Ji xwe ve çûn. Ji çiyayan vekişiyan. Wekî ji paşila dayika xwe derketin û tehrê sêwiyan bûn bendeyên bajaran, lê bajar ne bajarên me bûn. Bi hazirî di destê neyaran de bi pergala wan em neçarî xwe kirin. Ne çand, ne ziman, ne zanîna me serbest û azad e. Bi asîmîlasyonê hişê me tê tevizandin, ruh û canê me tê xurufandin û wexta ku em hişyar dibin, dibînin ku em ne em in. Bi vî halî, sed hezar heyf e, ku her kes li welatê me xwedî derdikeve û xêncî me.

Belê divê em hişyar bin, ji xewa mirinê rabin, bi berxwedêran re hevalbend bin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê