26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Melekên xirab an mirovên xirab?

Newaf Mîro

Di qewl û felsefeya êzî de, qencî û xirabî ji navendekê tên.

Xwedê bê şirîk û heval e.

Mirov ji axê çêbûne, wê bibin ax.

Mirov nabin şirîkê Xwedê.

Dinya milkê Xwedê ye.

Ezazîl berî mirovan hebû, Xwedê berê ji durê gerdûn, Adem û hemû xulyaqet afirandine. Adem ji axê çêbûye û pêwîst bû bibe ax. Derketina wî ya ji bihuştê pêwîstiyek bû. Helbet ji surê, nûrê, yan ji stêrkan xuliqiye û berê dinya hemî av bûye. Teoriya “Big Bang”ê jî hema nêzîkî heman babetê ye.

Ezazîl erka xwe pêk anî, ji axê Adem afirand û ruh berda bedena wî, bi dengê muzîkê, di qewlê êzî de dibêje; li ber dengê def û şibêbê ruh ketiye bedena Adem. Lewma def, şibêb û muzîk beşeke grîng e di sema û ayînê êzîdiyan e.

Jixwe nedibû ku mirov tiştê bi destê xwe afirandiye, ebadeta wî bike. Weke dayik û bav, ebadeta zarokên xwe bikin. Helbet her olê li gorî feraseta xwe û ji aliyê xwe ve şîrove kiriye.

Heft milyaket, heft roj, heft reng, afirandina bi gerdûnê re, heft tebeqe erd/gerstêrk, heft parzemîn, heft pênasînên xwedênasiyê, roj/şems, hîv, stêrk, ar, agir, ax, av û nan e. Helbet wateya hejmara çil jî heye û cuda ye.

Di vir de pirs ev e; yê xirab milyaket/xwedawend in, yan mirov in, ango ademperest in?

Ademperestî çiqas xwedênasî ye? Yê mirov û jiyan afirandine, yan yê xwe xwediyê her tiştî dibîne û heq şandiye ezmên?

Li gorî baweriya herî kevnar a êzdatiyê, her tiştê li ser rûyê erdê, yê tê dîtin û nayê dîtin, nîşaneya Xwedê ye. Lewma her divê weke mirov ji Xwedê re rêzê bigire, ji kes û nîşanên heyî re rêzê bigire. Nabe mirovên ji axê çêbûne bibin şirîkên Xwedê. Ew dikarin bibin nîşane û diyardeyek ji bo Xwedê, lê nabin şirîkê Xwedê û ew jî weke hemû mirovan bi mirinê xilas dibin.

Ola êzdatiyî miletê xwe berî miletê Hewa û Adem dibîne, ew xwe miletê Tawisî Melek dibînin lê olên din ên piştî ola êzî hatine, wisa nabînin.

Ademperestan bi navê Îblîs û Melek, ruh û mirovê xirab, êrîşî xak, ol û miletê din kirine. Ango ew têgeheke misyonertiyê ye. Mebest dagirkirin û tunekirina hêzên din e. Ademperestî bingeha bavsalariyê ye jî. Bi bavsalariyê re mêr hatiye pîrozkirin. Lewma em dibînin, qala sed û bîst û pênc hezar peyamneran dibe, lê hemû mêr in.

Weke Zerdeşt bixwe her tiştê xwe ji ola êzidiyan girtiye û bixwe êzîdî bûye, lê bûye ola serdest a şahên faris. Bi navê du xwedawendan; Ewraezda-Aûramazda, yan Exirîman/Ehrîman şerê mirov û olên din kirine.

Cihû xwe qewmê Mûsa pêxember dibînin. Xiristiyanan bi heman babetê li ser navê Xwedawend, ruh, cîn û mirovên “xirab” xirabî bi xelk û miletê din kirine. Împaratoriya Romayê berê şerê Mesîhiyan kiriye, paşê bi navê Îsa, êrîşên xaçperest birine ser mirovên din, ji Ewropa, Asya, Afrîka û heta bi Amerîkayê.

Ola îslamê heman babet domandiye. Bi navê Xwedê şerê medeniyet û olan kiriye, di bin navê, kufarê de. Xwedawendê xirabiyê û tirsê afirandine di hişmendiya xwe de.

Olên berî peyamnêr û mirov/mêrê “pîroz” oldar xizmetkar û dewa bûm ji bo her pirsê û derdî. Bi qasî ku xizmeta mirovan dikirin, ew qas nêzîkî Xwedê dibûn. Ji bo mirov biketa rêza xas û ewliya pêwîst bû, mirov xwe ji kêf, berjewendî û ji mal û milkê dinyê qut bike. Dinyê weke mala xwe bibîne, miletê xwe weke bav, dê, xwişk û birayê xwe bibîne. Çavê mirov ne di mal û namûsa xelkê de be. Mal û milk ji bo dinyayê ye, divê bawermend li ebediyatê bigere. Gava xerqê reş li xwe bikirana êdî ev dinya mala wan û ew jî xizmetkarê olê û civakê bûn. Şîn, şahî û ayînê wan de beşdar bû. Duhakar, lavekar û xizmetkarê milet û rêya heq û xwedênasiyê bû. Xwedê ne yek, hezar û yek, ji hezar û yekî, her yek bû. Ola êzdayetiyê ya Baba Dewrêş, ya xefûrên serê rêyan û ya qencî û xilmeta mirovan bû. Ew oldarên êzî, çavê wan ne di mal û textê dinyayê bû, ew tiştekî tenê ji bo vê dinyayê û ne ji bo ebediyetê bû. Armanc ruh/giyanekî bêbiha û dem bû. Çendîn miletê wan di nav xêrê de bijiya û dinya di nav aştiyê de ba, miletê wan dikarî bêtirs bijî û razêyî. Aştî û bereket bixwe nîşaneya Xwedê bû. Oldar, xas, qelenderên êzîdî, ji hemû kesî bêhtir xizmetkar û xîretkêşên ol û miletê xwe bûn.

Di baweriya êzî de, her tişt çilê wî heye, çilê jiyanê û wisa jî yê destpêka havîna germ û zivistana sar… Oldarên êzî, di çileyan de bi rojî bûn. Helbet rojî, bi ronkaya rojê ve tê zanîn û di êzdatiyê de roj weke hebûna Xwedê, ar nîşana jiyanê û hebûnê ye. Oldarên êzî ne aliyê şerê navxweyî bûn. Ew her aştîxwaz û xêrxwaz bûn, xwedî ruhekî pak, gotineke pak û lewma bavçak bûn.

Bi derketina peymanêran re, ew ruhpakî bi cureyekî ji aliyê hêzan ve hatiye bikaranîn. Gava ku mirova dîtiye bi navê olê, ruhpakî û gotinê dikare zûtir bigihe armanca xwe ya sereke, pêxemberên qral û padîşahan bixwe şerê wan dikirin, ew hebandine û kirine ola fermî. Bi navê xwe mabetên herî mezin ava kirine û navê Xwedê û dîn, kuştin pîroz û ferz kirine. Xwedê şandin ezman û erd ji bo xwe hiştin. Xwe kirine şûna Xwedê, berdevkê Xwedê, qewm û lawên Xwedê. Dewleta Xwedê, miletê Xwedê û zimanê Xwedê. Tevî ku Xwedê, xwedî û afirînerê her zindî, sinc û nehatiye. Her tişt bixwe nîşaneya Xwedayê kamil û temam e.

Bi pîrozkirina mirov re, ango serdestiya olê re, yan misyonertiya olê û peyamneran re, jin êdî bûbû milkê mêr û mêr pîroz dikin. Lewma hemû pêxember nêr/mêr in. Êdî serdem ne ya afirîner, ya jêder e. Êdî dema mêr û mirov bû, mirov bû ruhber û hebûna herî pîroz. Mirov xwe kiribû Xwedayê erdê, ezman jî dabû Xwedê. Êdî hêz û qewet pîroz bû. Ew dema pêxember, qral, padîşah û siltanan bû. Ew jî hemû nêr bûn. Rêz ne ji her zindî û sincî re dihate girtin, ji qewm, ol, ziman û miletê qralan re dihate girtin. Tac û textê wan ji nûra Xwedê bûn.

Helbet hemû ol û baweriyan berê û heta niha jî, ku ne zêde cuda ye, yên li hemberî û tiştên zêdeyî zanîna wan e, bi navê ruhê xirab, cîn, pîrhebok, fêlbaz, xapînok, kufar, xwînrij, xwînvexwir, zarokkuj, zinêkar, genî, bidûvik, xayîn, zindiq û heta roja me bi peyva terorîst pênase dikin.

Ev nav û pênase bûne kiras û kefenê kuştin, reşkirin û tunekirinê. Mirovan rêya xwe ji ya Xwedê, heq û xwezayê ferztir dît û her tişt ji bo mayîna xwe bi kar anîn û tînin.

Helbet jiyan bixwe têkoşîna hebûn û tunebûnê ye. Divê her kes û milet çawa xêra xwe, miletê xwe, wisa jî ya miletê din jî bixwaze. Hizra pêkvejiyanê hizreke aştîxwaz e, lê divê berî her tiştî qurm û nêrîna xwe ya avaker biparêze û weke karê rojane bike. Xêrxwazî di ruhekî pak de ye, ne di bedeneke pak de. Pîrê pak, ruhê pak e. Ruhê pak bêmirin e.

Di duhayên êzîdiyan de dibêje; ya Xweda, tu li heftê û du miletan bêyî rehmê; serê ser belgiya, girtiyê hebsan; rêwiyên riyan, kesîb, belengaz û êsîran û me jî pêra. Em kêmin Xwedê temam e.