26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Xezayê şer didome

Şer û pevçûnên di navbera Israîl û hêzên Hemasê de bi hemû tundiya xwe berdewam dike. Her du alî bi roketan hêz û taqetê hevûdu dipîvin. Israîl hem ji pergalên xwe yên asîmanî hem jî ji bejahiyê êrîş dibe ser nuqteyên Hemasê.

Her wiha ji bejahiyê jî hinek hêzên leşkerî yên Israîlê ji sînor derbas bûne. Israîlê ji hewa û bejahiyê êrîş bire ser 100 nuqteyan. Çekdarên filistînî jî bi 2 hezar û 300 roketî êrîşê navend û herêmên başûrê Israîlê kir. Gelek roket li paytext Tel Avîvê û derdorê ketin.

Avahiya çapemeniyê hat rûxandin

Duh bi şev ji aliyê hêzên asîmanî yên Israîlê ve 3 heb avahî hatin hilweşandin. Yek ji van avahiyan jî avahiya çapemeniyê bû ku navendên Associated Press û Al Jazeerayê jî tê de bûn. Lê berî êrîşê avahî hatibûn valakirin.

Bi sedan malbat û şêniyên filistînî ji bo ewlehiyê neçar man ku berê xwe bidin nexweşxaneya El Şîfayê.

NY’yê nerazîbûna xwe nîşan da

Ji bo dabînkirina sitargehan Neteweyên Yekbûyî (NY) dikeve dewrê. Ofîsa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li Xezayê (UNRWA) diyar kir ku ji bo malbatên xanî û malên wan hatine rûxandin dê dibistanan bikin stargeh û şêniyan li dibistanan bisitirînin.

Li ser navê NY’yê Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Guterres ji ber zêdebûna kuştina sivîlan nerazîbûna xwe nîşan da. Guterres di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku roja îniyê di êrîşa asîmanî ya Israîlê ya li beramberî kampa penaberan a El Şatî ya Xezayê pêk anîbû, zarok jî di nav de 10 endamên malbatekê hatin kuştin.

Serê sibehê bi dehan kes hatin kuştin

Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê diyar kir ku di êrîşên hewayî yên serê vê sibehê de herî kêm 33 kesên filistînî mirin. Li gorî agahiyan di van êrîşan de 8 zarok jî mirine.

Di êrîşan de ku ji roja duşemê ve dest pê kirine heta niha 52 jê zarok 181 kes mirine.

Aliyên şer gefan li hev dixwin

Serokên her du aliyan di vê pêvajoyê de gefan li hev dixwin. Serokê Hamasê Îsmaîl Haniye êvara şemiyê daxuyaniyek da û û wiha got: “Berxwedan mertal e û rêya herî kurt a ber Qudsê ye. Min ji Netanyahû re got, divê bi êgir neleyîze, em dizanin ku Quds ji bo her filistîniyek azad tê çê wateyê.”

Serokwezîrê Israîlê Benyamîn Netanyahû bi bi daxuyaniyên xwe şer û pevçûnan sor dike. Netanyahû destnîşan kir ku heta ewlehiya gelê xwe pêk neyînin ew ê bi rengekî xurt bersiv bidin êrîşan û wiha got: “Me bi dehan terorîstên Hamasê kuştin û me navendên ku fûze jê tên avêtin hatin îmhakirin.”    

Di çend rojên dawî yên meha remezanê de li Mescîdê Aksayê polîsan mudaxele kiribûn û li ser vê yekê jî şer dest pê kiribû. Di destwerdana polîsan de zêdetirî 300 kesî birîndar bûbûn. Hêzên Hamasê li ser vê yekê bi roketan êrîşê Israîlê kiribû û şer dest pê kiribû.