spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lîstikên li ber deriyê kurdan

Hasan Harranî

Nizanim van hevdîtinan bala siyasetmedar û derdorên sîyasî yên kurd û kurdstanî bi çi awayî dikişîne? Çend roj berê dema ev hevdîtin hêna çênebûbû birêz Salih Mislim di der barê vê hevdîtina dihat payîn de tiştekî wiha gotibû: “Bi lihevkirina Tirkiyeyê û Suriyeyê bi çûyîna alîyekî pêkan e.”

Ev gotin miheqeq hêlekî wê yê rast hebû. Lê divê mirov vê yekê ji bîr neke ku dema di nabeynê de hekemek hebe îhtîmalên wiha pir kêm dibin û divê mirov mecbûr li ser îhtîmalên din bisekine û bifikire. Hekemekî weke Rûsyayê qet nahêle ku Suriye here yan jî Esad. Lê heman Rûsya naxwaze Tirkiye jî here yan jî Erdogan.

Ew çax kîjan îhtîmal dimînê li holê ku kesek lê xwedî dernakeve? Bi ya min divê tevgera kurd û derdorên sîyasî yên Kurdistanî vê îhtîmalê ji bîr nekin. Ez îhtimal bêjim lê hûn yekane bijêrekî rastîn bihesibînin.

Ew jî ev e.

Tirkiye û Suriye li gorî min li hev kirine.

Lê di pêvajoya dawîn de fikarên rejîma Suriyeyê hene û bi Rûsyayê zêde amil nîn e. Lewre heya wê radeyê bi awayekî qethî ne bawer e ku Rûsya wê vê rewşa xwe ya îroyîn biparêze. Lewre di hêz û sekna rûsan de guherîneke ber bi daketinê ve çêbibe ev dike ku nikaribe posîzyona Suriyeyê bide domandin û li pişt bi zexmî nesekine û ev jî bibe sedema windakirin an jî tawîzdayînê ya Suriyeyê ya li hemberî tirkan.

Ev plan çî ye?

Tirk bi awayekî lîstikekî Osmanî dixwazin parçeyek Sûriyeyê dagir bikin. Jixwe kirine lê dixwazin lê zêde bikin. Di pêvajoya pêşîn de ev wiha neyê kirin jî lê di dawîya fînalê de ev daxwaz baqî ye. Tiştên ku îro ji bo her du aliyan jî baş tên xuyakirin ger bên kirin di dawiyê de wê Tirkiye çi bide pêşiya rejîmê ew ne diyar e. Di aqil û mejiyê tirkan de hemû tişt diyar in û amade ne lê ji hêla rejîmê ve ne diyar i n. Ji bo vê yekê tirk niyeta xwe veşarî dihêlin û dixwazin ber bi bera pêş ve here.

Bera yekemîn;

Tirkiye dixwaze li ser jiholêrakirina Rêveberîya Xweser a Bakur û Başûrê Rojhilatê Sûriyeyê bi rejîmê re li hev bike. Beramberê vê jî dixwaze hinek beşên tevgerên goya radîqal ên li nav herêmên dagirkirî bifiroşe û wan jî bi alîkariya Rûsyayê bipelixîne. Bi vê gavavêtinê jî dixwaze hinek ewlehî bide rejîmê. Lê di heman demê de dixwaze hêza ku bi saxlemî bi xwe ve girêdayî çêkiriye jî biparêze.

Di hêla din de dixwaze rejîmê jî bide aliyê xwe û bi hev re bi ser YPG’ê de herin. Lê wer xuyaye ku wê Suriye ji Tirkiyeyê vê yekê daxwaz bike. Em pêşî ew hêzên radîqal ku li Idlib û derdorên wê bi cih bûne bipelêxînin. Lewre dema em vana pêşî nepelêxînin dema em bi YPG’ê re di şer de bin îhtîmale ku hêzên rojavayî bi destê Siûd û hinek dewletên ereb ên din ku van destek bikin û ji me re problem derxin.

Di rewşeke wiha de destê Tirkiyeyê îcar lewaz dibe û Tirkiye ji vê daxwazê re çi bibêje û çiqasa vê yekê qebûl bike ne diyar e.

Bera duyemîn;

Tirkiye ji rejîm û Rûsyayê re vê dibêje; sînorên min ji min re xeter in. Ji bo min ne ewle ne. Ev ji bo Sûriyeyê jî heman problem e. Em bi hev re vê hêza di sînor de di nabeyna me û rejîmê de hatiye sazkirin ji holê rakin û li cihê wan sê (3) milyon ereb bi cih bikin. Ev ji bo min û rejîmê tev tiştekî herî meqbûl e. Ger em vê pirsgirêkê ji holê rabikin em her du alî jî em ê bêdawî ji problema kurdan rizgar dibin. Hem jî ez di hêla mijara ewlehiya sînor de rehet dibim. Her wiha ez ji vî barê penaberîyê jî rizgar dibim. Gotinekî wiha li guhê rejîmê jî xweş tê. Lê mixabin ev kar li vir naqede.

Heta vê radeyê her tişt li gorî daxwaz û hêvîyên her du aliyan e jî. Lê mixabin pêvajo her dem weke tê xwestin nameşe û bi xwe re tevliheviyên din derdixe holê.

Bera sêyemîn;

Di vê berê de her tişt li bin guhê hev dikeve.

Lewre neduristbûna tirkan di vê bera sêyemîn de derdikeve holê. Sedema tirk dixwazin YPG û Rêveberiya Xweser ji holê rakin ne ewlehiya sînor e. Beşek ji beşa dagirkirina axa kurdan a îro li ser Sûriyeyê ye. Tirk dema wan sê (3) milyon ereban bikin wê herêmê û bi cî bikin her wiha dixwazin li wir jî bimînin. Ew çax jî wê ewlehiya wan mirovan bike hincet û weke parazvan li wir bimîne. Îro jî bi heman hincet û argûmanê namîne?

Wê Suriye ew çax ji tirkan re çi bibêjin? Weke ku îro nikarin tiştekî bibêjin wê ew roj jî nikaribin bibêjin. Ya îro rejîmê dixe nava fikaran jî tişta ku îhtîmal e di bera sêyemîn de derkeve pêşiya wan e. Û ev ne îhtimal e, rastiyek e.

Di vê bera sêyemîn de gelo Rûsya wê çiqasa bikaribe Tirkiyeyê ji wir derbixe? Xala herî girîng ev e. Bi ya min wê nikaribe derbixe. Ger heya wê radeyê Tirkiye hîna jî di NATO’yê de be wê çawa derbixe? Pir zor bide Tirkiyeyê wê Tirkiye xwe biavêje hembêza NATO’yê. Ev jî dibe belayeke sor ku Rrûs tu car naxwazin destê xwe lê bidin. Yanî di vê planê de yê ku di dawiyê de bi qezenc derkeve tirk in û hemû amadekariyên wan jî ji bo vê bera sêyemîne ku ji bo wan fînal e.

Jixwe beriya hilbijartinê zêde alîgirên destpêkirina vê planê nîn in. Bi şertekî dixwazin. Ger temamê planê bikaribin beriya hilbijartinê bi dawî bikin, ev ji bo tirkan heqîba zêran e û li milê wan e. Lê daneyên pêkanîna vê planê bi temamî tune ne. Planeke nîvcoajotî ji bo hilbijartinê zêde pûanekî nade desthilatdariyê. Lê nexwe ji bo wan serkeftinekî qethî pêwîst e.

Em bên ser bera çaremîn;

Di vê berê de çi îhtîmal hene?

Me heya niha îhtimalên di navbera Rûsya, Sûriye û Tirkiyeyê de anî ziman. Lê gelo hemî tişt ji vana saz e? Na. Li vir pozîsyona koalîsyon, Amerîka û kurdan bi awayekî herî girîng derdikeve pêşiya me. Tewqa dora stûyê Tirkiyeyê çiqas diçe teng dibe, xirt dibe. Ev Tirkiyeyê ditirsîne û dixe nava fikaran. Tirkiye cara ewil e ku bi awayekî ciddî li tifaqekî dervayî NATO’yê digere. Yan wê bi temamî ji mijara Sûriyeyê vekişe. Wekî ku ji herêma Medya vekişîya. Yan jî wê li wir mebesta xwe bidomîne.

Şensê wê û tifaqa bi bloqa qels a Rûsya, Îran û Çînê hebe jî tê de serkeftin nîn e. Lewre tewqa ku li Derya Spî kirin stûyê wî her ku xwe nêzîkî tifaqa dij NATO dike xirt dikin. Ew jî vê yekê dibînin. Lewma jî tim dibêjin em hatine ber wê radeyê ku em navoka xwe bi destê xwe bibirin. Ev pêkan e gelo?

Her dewletên ku xwestine derbasî pêngava împeryalî bibin biryarên awarte girtine. Îhtimal heye ku Tirkiye jî bi hêza xwe û tifaqa ku dixwaze xwe bide kêleka wî bawer be û biryareke wiha bide. Lê ev biryar wê jê re çi bîne û çi neyîne ne diyar e.

Hêza kurd û kurdistanî û koalîsyon li hemberî vê plana dawî ku Rûsya, Sûriye û Tirkiye li ser li hev kirine gelo wê çi bikin an jî dikarin çi bikin?

Ji bo kurdan jî mijara sereke bersiva vê pirsê ye.

Divê em xwe bi vê yekê nexapînin; koalîsyon û Amerîka li pişta me ye. Tirk nikarin plana xwe bi cih bînin. Fikirînekî wiha felaket e. Lewre her tişt li gorî îqnayê ye. Qet di sîyaseta navcîhanî de jî xeta û kêmasî nayên kirin? Na. Her dem tên kirin û her dem jî hatiye kirin. Di mijara Rojava û kurdan de jî ev xeta û îqnaya bêyom her dem li ber derê me ye. Divê em şîyar bin û em lîstikên li ber deriyê me tên plankirin û dixwazin bilîzin baş bibînin. Dibe ku tirk bi rastî jî koalîsyon û Amerîka aş bikin û wan li ser vê argumanê bidin îqnakirin.

“Em tiştekî din naxwazin. Em axa Suriyeyê naxwazin. Em tenê dixwazin hêza ‘Teror’ ji vê herêmê derbixin. Penaberan bikin vê herêmê. Hun jî rihet dibin em jî rihet dibin. Tenê em 30 km dixwazin.” Di vê yekê de îhtîmal heye ku hêzên rojavayî îqna bikin. Dema wiha bibe ev tiştekî baş nîn e ji bo me.

Divê em çi bikin?

Divê em jî bi argumanên erênî û îqnayî li ser mijarê hûr bibin. Dîplomasiyeke xurt û saxlem bi saziyên îstixbaratên dewletan re bê rêkûpêkirin. Her tişt li wir tên amadekirin. Kî îstixbaratan îqna bike û li ser çi îqna bike bi wê dewletê dikare wî tiştî bide kirin. Bi hemû îstixbaratên dewletên aligir ên koalîsyon û rojavayî re divê dîplomasiyeke hevpeymanî bê kirin û emel û daxwazên Tirkiyeyê li Rojhilata çi ne û ev ji bo rojavayiyan jî çi felaket in divê baş û zelal were îzahkirin. Li hemberî îhtîmala şerê li dijî Rêveberiya Xweser divê destûra bikaranîna çekên koalîsyonê daye bê girtin.

Alîkarîya dewletan bi rapor û peymanên veşartî bê girtin.

Dîplomasî dayîn û stendin e. Ger tu nikaribî tiştek bidî û nikaribî du tiştan bistînî, li ser vê prensîbê êdî divê hêzên kurd bi yek dengekî vî karê dîplomasîyê bikin.

Ji bo vê yekê tiştekî wiha pêkan e. Komîteyeke dîplomasiyê were sazkirin. Di nav de berpirsiyarên Rêveberiya Xweser û ji nava hêzên Bakur, Başûr û Rojhilat jî nûner werin tayînkirin û ev hemû bi hev re bi yek dengî tevbigerin û ji sazî û welatên Ewropî jî li ser vî esasî hevdîtin bixwazin. Ev komîte dikare li biniya xwe girêdayî xwe saziyeke îstixbarî ava bike û vê saziyê ji bo hevdîtinên bi îstîxbaratan re peywirdar bike.

Em ne dewlet in lê bi vî awayî wê dewletên rojavayî bizanibin ku em ne dewlet bin jî dikarin weke dewlet tevbigerin. Qinaet û baweriya dewletan bi vî awayî bi meriv tê.

Ger kurd wiha tevbigerin ez bawer im wê hemî xeyalên tirkan di qursaxê wan de bihêlin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê