spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mal bi mal zimanê kurdî

Kampanyaya zimanê kurdî tevî şert û mercên dijwar ên pandemiyê didome. Komîsyona 21’ê Sibatê xebatên kampanyaya ziman dimeşîne û komîsyon sînorên xebatên kampanyayê hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê  berfirehtir dike. Rêvebir û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi awayekî çalak di nav xebatên kampanyayê de cih digirin û tevî hemû astengî û qedexekirinan xebatên kampanyayê bi rê ve dibin. Her wiha hat destnîşankirin ku bi xebatên li navçeya Rezanê ya Amedê heta niha 15 hezar îmze hatin berhevkirin.

Hevseroka HDP’ê ya Rezanê Sumeyye Kirici der heqê xebatan de axivî û wiha got: “Me ji bo destpêkê li 110 gundan dest xebatên xwe kir. Her wiha me piştre li 12 taxên navenda navçeyê xebatên xwe domandin. Me xebatên xwe bi şev û bi roj kirin. Me xwe bi van xebatan re, xebatên xwe yên siyasî jî bi rê ve dibirin. Me li gundan komîsyon ava kirin. Heta niha me 10 hezar îmze teslîm kirine û niha li ber destê me 5 hezar îmze hene. Em mal bi mal geriyan û me îmze berhev kirin. Me li her derê behsa îmzeyên ji bo kurdî kir.”

Li Rezanê armanc 100 hezar îmze ye

Kirici bal kişand ser girîngî û pêdiviya fermîbûna zimanê kurdî û wiha dewam kir: “Ji bo zimanê me bibe zimanê fermî em mal bi mal geriyan û me behsa girîngiya kampanyaya ziman kir. Welatiyan bi dilgermî em pêşwazî kirin û bertekên erênî ji bo kampanyayê nîşan dan. Herî zêde dayikan piştgirî dan kampanyaya me. Dayikekê hêsir barandin û got ev zimanê kurdî ye, ji bo em azad bijîn divê em xwedî lê derkevin.”

Kiricî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca me ew e em li Rezanê 100 hezar îmze kom bikin. Em ê vê armancê bi ser bixin. Niyeta me heye em bi milyonan îmze bişînin meclisê.”

Xebat tên astengkirin

Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê di 22’ê sibatê de dest bi kampanyaya îmzeyan kiribû. Ji aliyê her du dezgehan ve ji bo birêvebirina kampanyaya îmzeyan ‘Komîsyona 21’ê Sibatê’ hatibû damezirandin û komîsyonê xebatan bi rê ve dibir. Komîsyonê ji bo balkişandinê û agahdarkirinê çend civîn pêk anîbû û daxuyanî dabû çapemeniyê. Lê belê ji ber şert û mercên pandemiyê, qedexeya derketina kolanan û operasyonên siyasî xebat tên astengkirin.