26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Her kes dibêje armanca operasyonê dagirkirin e

Gelek kesan bi daxuyanî û nirxandinên xwe diyar kirin ku armanca operasyona dersînor a li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê hatiye destpêkirin dagirkirina axa başûrê Kurdistanê ye.

Dewleta tirk di 23’ê nîsanê de li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dest bi operasyona dersînor kir û operasyon dewam dike. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin heta niha nêzî 100 leşkerên tirk hatine kuştin û HPG’ê ragihand ku di pevçûnan de 6 endamên wan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha gelek helîkopterên dewleta tirk hatine derbkirin û herî dawî wezareta parastinê ya dewleta tirk li xwe mikur hat ku helîkopterên wan nikarin li ser erdê deynin.

Êdî ji aliyê derdorên cuda û bi dengekî bilind tê gotin ku armanca dewleta tirk dagirkirina axa başûrê Kurdistanê ye û rasterast deskeftiyên gelê kurd hedef tên girtin û ger pêşî li operasyonê neyê girtin dê hebûna kurdan bikeve talûkeyê. Şîrovekarê Siyasî Cemal Çelkî ji Rûdawê re axivî û got ku armanca dewleta tirk dagirkerî ye û bi aşkera armanc têkbirina deskeftiyên kurdan e û divê hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê bertek nîşanî operasyonê bide.

Niyeta vekîşînê nîn e

Parlementerê YNK’ê Luqman Werdî  di civîna Parlementoya Herêma Federal a Kurdistanê de axivî û wiha got: “Dewleta Tirkiyeyê hatiye nav xaka herêmê, niyeta wê ya vekişînê nîn e. Ev tê wê wateyê ku dagirkerî metirsiyê dixe ser siberoja Herêma Kurdistanê. Divê êdî Parlementoya Herêmê helwesta xwe nîşan bide.”

Tirk jî qebûl dikin ku armanc dagirkerî ye

Serokê Kafkaskasamê Prof. Dr. Hasan Oktay diyar kir ku Tirkiye dixwaze li Herema Federal a Kurdistanê kampên nû ava bike û êdî li herêmê zêdetir mayînde be û wiha got: “Di aliyê serbazî de operasyona vê carê mezintir e. Herî kêm 50 balafirên şer û komandoyên taybet û kelûpelekî giran tê bikaranîn. Tirkiye dixwaze li bakurê Iraqê li dijî terorê kampên nû ava bike.”

Rayedarên dewleta tirk bi awayekî aşkera dibêjin ku armanca wan li herêmê avakirina baregehên leşkerî ye. Dewleta tirk dema li deverekê baregehên leşkerî ava bike êdî ji wir dernakeve.

Ji Bayik hişyariya xefletê

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik têkildarî operasyonê ji ANF’ê re axivî û bang li hemû kurdan kir ku bi hev re Kurdistanê û deskeftiyên kurdan biparêzin. Bayik diyar kir ku dewleta tirk di polîtîkayên dagirkeriyê de israr dike û eger êrîş tenê wek êrîşeke li ser gerîla were fêmkirin ev şaşiyeke mezin e û dawiya vê şaşiyê jî xeflet e. Bayik da zanîn ku gerîlayên şer dikin zarokên vî gelî ne û divê gel zarokên xwe bi tenê nehêle.

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) a PKKê Murat Karayilan çend roj berê der barê êrîşên Tirkiyeyê de ragihandibû, Tirkiye dixwaze şer giran bike, gerîla ji herêmê derxîne û li wan herêman bi cih bibe, herêma tampon çêbike, qada stratejîk dagir bike û bi vî rengî destkeftên gelê kurd hemûyan bixe bin kontrola xwe.

Bêdengî û nebûna yekitiyê wek firsend dibînin

Berpirsê Rêxistina Çavdêriya Kurdosayd (ÇAK) Ehmed Mecîd da zanîn êrîşa dagirkeriya tirk a ku di salvegera komkujiya ermenan û bombebarana Qeladizê de daye destpêkirin, wê peyamê dide ku armanca wan qirkirina gelê kurd e. Mecîd wiha axivî: “Dewleta tirk ji bêdengiya heyî û nebûna yekitiya kurdan fersendê dibîne. Nakokiya navbera hizbên kurdî bandora xwe li ser helwesta gel û rêxistinan a li dijî dagirkeriyê jî kiriye.”

Hunermend Necmedîn Xulamî bertek nîşan da

Hunermendê bi nav û deng ê kurd Necmedîn Xulamî bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk da û diyar kir ku dewleta tirk li dijî hemû kurdan e, ne tenê PKK’ê. Xulamî li dijî dagirkeriyê yekitiya kurdan girîng dibîne û wiha got: “Serkeftina gerîla serkeftina pêşmergeyan e.”

Pêşmergeyên Dêrîn amade ne rakin çekê

Pêşmergeyên Dêrîn ji Rojnewsê re axivîn û ragihandin ku ew amade ne rakin çekê û li dijî dagirkeriya dewleta tirk şer bikin û piştgiriyê bidin gerîlayên HPG’ê. Pêşmergeyê Dêrîn ê bi navê Mehmûd Ehmed got ku ev şer şerê hemû kurdan e û divê piştgiriyê bidin gerîlayan. Pêşmergeyê Dêrîn ê bi navê Pêşrew Reşîd helwesta hikûmeta Başûr rexne kir û got ku ev şerê dagirkeriyê ye û divê bêdeng nemînin.