26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbat 39 roj in li Sêmalkayê nobedê digirin

Xwepêşandêrên li Sêmalkayê û dayik, ji bo helwesta PDK şermezar bikin û cenazeyên kesên li Xelîfanê jiyanaxwe ji dest dan wergirin, di roja 39’an de çalakiya konvedanê berdewam kirin.

Çekdarên PDK’ê di 28-29’ê tebaxê de li navçeya Xelîfanê kemînek li dijî komeke endamên HPG’ê danîbû. Di encamê de 5 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dabûn. Endamên Kongreya Star çûn herêma Cizîrê û piştgirî dan çalakgeran.

Endamên Kongreya Star ji qada dergehê Sêmalkayê derbasî deriyê Fîş Xabûr bûn. Beşdaran wêneyên kesên li Xelîfanê jiyana xwe ji dest dan û wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star bilind kirin û diruşme berz kirin. Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Qamişloyê Rîm Îsa diyar kir ku çalakiya konvedanê ket meha xwe ya duyemîn û PDK’ê hê jî bêdeng e û wiha got: “Ji ber vê yekê divê gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê bibe yek û helwesta xwe derbarê hevkariya PDK’ê bi faşîzma tirk re zelal bike. Ev îxanet ne nû ye. Partiya Demokrat a Kurdistanê beriya 29 salan şehîd Bêrîtan hedef girt. Ji ber vê yekê her kes hevkariya PDK’ê bi Tirkiyê re ya li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê û gerîla, dizane.”

Rîm Îsa di dawiya axaftina xwe de bang li gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê kir ku li dijî êrişên li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê bi hikûmeta Tirkiyeyê re, yekitiya xwe ava bikin.