26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata kurd qala êrîşa nijadperestan kir

Malbata kurd a ku koma nijadperest li Konyayê di meha gulanê de êrîşî wan kirin û 7 kes ji wan birîndar kirin serpêhatiyên xwe vegot. 12’ê gulanê de komeke nîjadperest li taxa Bahçeşehîrê ya navçeya Meram a Konyayê, êrişî malbata Dedeogûllari ya kurd ku ji Qersê koçî Konyayê bûye kiribû. Koma nîjadperest, di êrişê de 4 jê jin 3 jê jî zilam ji malbatê 7 kes birîndar kiribûn. Komê, bi gotina “Em nîjadperest in destûr nadin hûn li vê taxê bijîn.” gef li malbatê xwariye û bi kêr, dar û keviran êriş kirine.

Ji ferdên malbatê Bariş Dedeogûllari ji nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Mezopotamya (MA) Berna Kîşîn re serboriya xwe vegot. Dedeogûllari, destnîşan kir ku koma erişkar roja 12’ê gulanê saet di 22.00’an de ketiye hewşa mala wan û bi gotina “Em nîjadperest in em destûr nadin hûn li vê taxê bijîn.” gef li wan xwariye û êrişî wan kiriye û ev tişt got:”Piştî êrişê kekê min xwîn çû ser mêjiyê wî. 3 rojan di beşa lênêrîna awarte de ma. Xwişka min ji ber birîndariya xwe ya giran 4 rojan di nexweşxaneyê de ma. Platîn kirin milê wê yê çepê. Wê heta dawiya emrê xwe nikaribe milê xwe yê çepê bi kar bîne. Bavê min 66 salî ye, kêl avêtin serê wî. Di kevda destê wî de jî kelajandina şaş heye. 3 kes, ez û cêwiya min jî em bi giranî birîndar bûn. Hin kesên di koma êrişkar de cîranê me bûn. Van kesan berê jî ji me re gotibûn ku ew li vir kurdan naxwazin. Ji ber ku em kurd in li vir nayên xwestin. Roja bûyerê polisên ku hatin cihê bûyerê me sûcdar kirin.”

Parêzerê malbata Dedeogûllari Abdûrrahman Karabûlût jî da zanîn ku piştî girtina îfadeyên wan êrişkar Alî Keleş, Ayşe Keleş, Yahya Çalik, Lutfî Keleş, Alî Çalik, Şerîfe Çalik û Velî Keleş hatine girtin û kesên bi navê A.K., R.Ç., A.Ç., û Î.K. jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan. Alî Çalik ku hatibû girtin piştî demekê bi hinceta ku “delîlên têrker ên tevlî şer bûye tune ne” hat berdan. Derbarê êrişa ku 60 kes tevlî bûne de tenê 6 kes hatine girtin. Parêzer Karabûlût bi daxwaza ku lêpirsîn bê berfirehkirin, kesên di êrişê de cih girtine bên tespîtkirin û girtin di 17’ê hezîranê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Konyayê da.”