5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Poyraz: Roja hesabpirsînê ye

Dayik û bavê Denîz Poyraz a di 17’ê Hezîrana 2021’ê de li avahiya HDP’a Îzmîrê hat kuştin, dengên xwe dan û gotin: “Îro roja hesabpirsînê ye.”

Dayik û bavê Denîz Poyraz a di 17’ê Hezîrana 2021’ê de li avahiya HDP’a Îzmîrê hat kuştin, Fehîme Poyraz û Abdullîlah Poyraz dengên xwe dan. Malbata Poyraz li Dibistana Navîn a Kemal Ataturk a li taxa Yenî ya navçeya Konaka Îzmîrê dengên xwe dan. Rojnamevanên xwestin li ser sindoqê dîmen û wêneyên malbatê bigirin, ji aliyê berpirsiyarê sindoqê ve hatin astengkirin.

Fehîme Poyraz piştî dengê xwe da daxuyanî da û got: “Min ji bo aştî, edalet û demokrasiyê dengê xwe da. Ji bo me hemûyan bila aştî were. Min dengê xwe ji bo keça xwe Denîz da. Bila heqê Denîz li erdê nemîne. Îro roja hesabpirîsnê ye. Em ê bi ser bikevin.”

Abdullîlah Poyraz jî wiha got: “Bila serkeftin a gelê kurd û gelên bindest be. Me ji bo hesabpirsîna Denîzê dengê xe da.”