26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar 154 roj in nobetê digirin

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên parêzvan û xizmên Parlameterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz 3 endamên malbatê qetil kirin, 154 roj in çalakiya nobeta “Edaletê” ya li pêş edliyeya Rihayê didomînin. Malbat, serê sibê dîsa li pêş edliyê dest bi nobetê kirin û nobetê didomînin.

Ferît Şenyaşar, diyar kir ku ew ê çalakiya xwe bi biryardarî bidomînin û wiha got: “Xizm û parazvanê parlamenterê AKP’ê li nexweşxanê komkujî kir. 3 mirovên me bi linçe qetil kirin. Di ser vê bûyerê re 3 sal derbas bûn. Kesên komkujî kirin, diyar in. Dozger 23 kesên êrişkar tespît kir. Bila van kesan bigirin û ceza bikin. Dayika min 65 salî ye. Dibin zilmê de dijî.”

Malbatê li ser hesabê medya dijîtal jî, peyama “Li gelek deverên Tirkiyeyê, bêhiqûqî heye. Kes nikare vê înkar bike. Lê bêhiqûqiya li Edliya Rihayê, di rêza yekem de cih digire. Ma hemwelatîbûna wekhev ev e?” par ve kir.