8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar 4 sal in li benda edaletê ye

Li navçeya Pirsûs a Rihayê beriya hilbijartinên 28’ê adara 2018’an, di 14’ê hezîranê de, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adîl û Celal Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin.

Di ser bûyerê re 4 sal der bas bûn. Fadil Şenyaşar yê di bûyerê de bav û du birayên wî hatin kuştin, di danaşîna dawî ya 2’ê nîsanê de 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Birayê parlamenterê AKP’ê Enver Yildiz jî jê re 18 sal ceza hat dayîn. Dayik Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û zarokên wê hatin kuştin û kurê wê Ferît Şenyaşar yê di bûyerê de bi birîndarî xelas bûyî jî ev 98 roj in ku li ber deriyê edliyeya Rihayê têkoşînek mezin didin.

Destpêka nobeta edaletê

Malbata Şenyaşar di 9’ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya runiştinê kir.  Di nava 98 rojan de gelek kes, rêxistinên jinan, sazî, parlamenter ji bo piştevaniyê çûn serdana malbatê. Dayîk Emîne û kurê wê  di vê pêvajoyê de gelek caran hatin binçavkirin, lê dîsa dest ji çalakiya xwe bernedan.

Malbata Şenyaşar 4’emîn salvegera komkûjiyê de li ber deriyê Edliyeyê nobeta xwe didomîn in. Tekildarî salvegera komkujiyê Dayik Emîne Şenyaşar bi Ajansa Jinnewsê re axivî.

‘Kesên zarokên min kuştî, digerin’

Emîne Şenyaşar axaftina xwe de diyar kir ku beriya komkujiyê malbata wê di nav aramiyê de dijiya, zirara wan ji kesî re tune bû û ev tişt got: “Em hemû di avahiyekê de rudinişitin. Sibehê diçûn karê xwe êvarê dihatin. Carna zarokên min ji bo gogê bilîzin diçûn derve. Piştî zarokên min hatin qetilkirin min ew gog veşart. Ji roja komkujî çêbû xewa min nayê. Dermanên xewê dane min ku ez razêm. Ji girî çavê min tarî bûne. Divê ez emelyet bikim. Ji bo min jiyan nema. Min got belkî edelet bê, ji bo vê sê mehe li ber edliyê me û em ketin meha 4’an . Kurê min yê din girtiye, di hucra yek kesî de ye. Kesên zarokên min qetilkirin li Pirsûsê digerin. Bêguneh zarokên min qetil kirin.”

 ‘Li vî welatî tenê zilm heye’

Şenyaşar ragihand ku her cara ew diçe hevdîtina kurê xwe yê girtî rewşa wê pir xirab dibe û wiha got: “Her cara ez diçim hevdîtinê ez fêm dikim ku dewlet tune ye. Edelet tune ye. Me serî li her derê da lê edelet tune ye. Min got belkî edelet di bin betonê de ye ez bikolim. Min got belkî edelet di bin hîmê edliyeyê deye. Lê ez çûm li wir jî tunebû. Min got belkî kurê min berdin lê edelet tunebû. Bi mehane li ber edliyeyê me. Ji bo edeletê. Lê pêk nehat. Em sibehê ji Pirsûsê dikevin rê. Gelek caran beyî hincet em hatin binçavkirin. Piştre me berdidin. Li vî welatî tenê zilm heye. Dozger derî digire me nagire hundir.”

‘Bila kurê min yê girtî berdin’

Dayik Emîne Şenyaşar der barê komkujiya li nexweşxaneyê hatiye kirin de axivî û got divê demildest qeydên nexweşxaneyê derkevin holê û wiha dawî lê anî: “Dozger me guhdar nake.Çima qeydên me dernaxin?Ez li vir rudinim, ji bo edeletê. Ev êş wê min bikuje. Çima zarokên min qetil kirin. Kurê min tu kes nekuştibû. Yên zarokên min qetil kirin ji xweda bibînin. Bila kurê min yê girtî berdin. Ez bi saya kurê xwe li ser piya me.”