Rojnameya Heftane

Margarîta Borîsovna Rudenko

Rudenko heta dawiya jiyana xwe jî xebatên xwe yên zanistî domand. Wê bi têgihêştineke kûr, bi jîrbûn, bi enerjîyeke bêdawî kedeke bêhempa daye ji bo edebiyat, çand û hûnera kurdî û ji 350 zêdetir berhem afirandiye

Aysel Tabak

Êdî eşkere ye ku di warê lêkolînên kurdolojiyê de rola zanyar-kurdologên Rusyayê gelek girîng e. Xebatên zanyarên Rusyayê yên kurdolojiyê hê di sedsala 19’an de dest pê kiriye. Zanyarek navdarê vê serdemê Avgus (Aleksandr) Jaba ye. Wî gelek berhemên kurdî yên destnivîsî berhev kirine. Di nav van de destnivîsên berhemên Ehmedê Xanî jî hebûn. Xebatên Jaba dê bibûna bingeh ji bo damezirandina kurdolojiya Rusyayê û dê gelek zanyar li ser berhemên wî berhev kirine bixebitiyana û her wiha M. Rudenko jî yek ji wan e. Helbet Jaba kesê ewil nebû ku li ser kurdan û kurdî xebitîbû. Lê heta wextê xwe xebatên herî girîng û bi bandor ya wî bû. Qanatê Kurdo di berhema xwe ya bi navê “Tarîxa Edebiyata Kurdî” de dibêje ku lêkolînerên ewropî yên rojhilatnas hay ji lîteratura kurdan nebû. Bi xebatên Jaba re û piştre jî bi kurdologên Sovyetê û bi taybetî bi M.B Rudenkoyê dinya pê dihese ku ne tenê edebiyata kurdan heye, her wiha literatureke wan a gelek dewlemend jî heye.

Rudenko kî ye?

Ez bawer im xwendevanên edebiyata kurdî kêm zêde wê nas dikin. Wê di jiyana xwe ya kurt de ji bo çand, dîrok, edebiyat  û etnografyaya kurdan kedek mezin daye, divê her kurd wê baş nas bike û bizane. J.S. Muselyan di nivîsa xwe ya li ser rûpela Kêtabxana Lenîngradê (Peterburg) de radigihîne ku di sala 1960’an da di semînerek Zanîngeha Ermenistanê de zanyarek ermen wiha  gotiye: “Dê rojek were gelê kurd peykera wê deyne.” Lê wê bixwe abîdeya xwe bi xwebatên xwe yên bêhampa daniye.

M.B. Rudenko di sala 1926’an de li Tiflîsê hatiye dinê. Bavê wê zimanzan û dêya wê pîyanîst bû. Zaroktiya xwe li Tiflîsê derbas dike piştre malbata wê koçî Petersburgê dike. Wexta Şerê Cîhanê yê Duyemîn dest pê dike ew bi dêya xwe re vedigere Tiflîsê lê bavê wê li wê dimîne û di dorpêça  Lenîngradê de jiyana xwe ji dest dide.

Piştî şer diqede M. Rudenko dîsa vedigere Petersburgê û di Zanîngeha Petersburgê de, di beşa Rojhilatnasiyê de li ser zimanên îranî  dest bi xwendina xwe ya zanîngehê dike û di sala 1951’î de diqedîne. Hê di destpêka  xwendina xwe de dersên çand û zimanê kurdî yên Q. Kurdo didan, bala wê kişandibû. Teza xwe ya parastinê bi mijara “Di kurmanciya modern (nûjen) de lêkerên şertê” pêşkeş kiribû. Teza Rudenkoyê ji komîteya parastinê qîmeta herî bilind distîne. Ku di vê komiteyê de Q. Kurdo û serokê kafetrayê Bugoyubov hebûn. Ev gaveke girîng bû ji bo rêwîtiya wê ya ber bi kurdolojiyê ve. Wexta dest bi aspîranturiyê (mastir) kir Ehmedê Xanî û berhema wî “Mem û Zîn” bala wê kişand. Teza xwe ya aspîranturiyê li ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî amade kir. Bi serkeftî parastina teza xwe kir. Di wê demê de rojhilatnasê rûs Orbellî ku beşa kurdolojiyê jî li Sovyetê damezirandibû wiha dibêje: “Ji bo Ehmedê Xanî sempatiya min di 43 saliya min de çêbû û ez gelek kêfxweş im ku jiyame heta min dît helbestên Ehmedê Xanî bûne mijara tezek zanistî.”

Cara ewil berhema Ehmedê Xanî “Mem û Zîn” li zimanekî biyanî, li rûsî hatibû wergerandin. Wergera bi qasî sê hezar beytên hûnerî û feylesofî bi ramanên kûr, tijî kînaye û alegorî zanyeriyek bêhempa diviya li ser zimanê farisî erebî û kurdî. Rudenkoyê bi serkeftî vî karê giran biribû serî. Zanyarekî wekî Hartman ji ber kûrî û giraniya berhemê wergera wê red kiribû û Rudenko di vî warî de bibû zanyarê ewil.

Di heman wextê de Rudenko bi destnivîsên li Kitêbxana Dewletê ya Petersburgê ya A. Jaba berhevkiribû dihese. Di sala 1957’an de danasînek li ser destnivîsarên A. Jaba yên Kitêbxana Devletê de hat weşandin. Ev xebat ji bo gelê kurd gelek girîng bû û Rudenko di nav rewşenbîrên kurd de gelek navdar bû. C. Bedirxan piştî vê xebatê jê re nameyek dişîne û wiha dibêje: “Ev xebat deriyê xezîneya Kitêbxana Peterburgê vekiriye”.

Piştî vê xebata girîng M. Rudenko dîsa vedigere ser Ehmedê Xanî. Lê ev xebat ji teza wê ya mastirê bi temamî cuda bû. Esasa vê xebatê berhevdanên neh destnivîsên berhema “Mem û Zîn”ê û nirxandin û şîroveya wegerê bû.  Ev xebat bala gelek zanyarên Sovyetê kişandibû gelek kes xwestin wergera Ehmedê Xanî bikin. Lê kesî nekarîbû vê daxwaza xwe bibe serî. Xebatên Rudenko perdeya li ser edebiyata kurdî ya serdema navîn rakiribî. Wê berhema Feqiyê Teyran “ Şêxê Senan”, ya Xarîs Bedlîsî “Leylî û Mecnûn” bi şîrove weşandibû. Xebata wê ya bi navê “Versiyona helbesta kurdî ya edebî û folklorî  “Yûsif û Zelîxa” piştî mirina wê di sala 1986’an da hate weşandin.

Di meha nîsana sala 1970’yan de li Zanîngeha Erîvanê konferansek “Edebiyata Kurdî ya Serdema Navîn” çêdibe. Xebatên M. B Rudenkoyê di vê konferansê de ciyek taybet digire.  Konferans dikete pey şopa edebiyata kurdî ya kilasîk a serdema navîn a bi Elî Herîrî destpê dike (S. XI) û bi Ehmedê Xanî diqede (S.XVII-XVII). Di semînerê de 350 destnivîs cî digirin. Ev semîner her kesî bi dewlemendiya edebiyata kurdî heyirî dihêle û ev ji bo lêkolînên kurdî dê bibûya wesîle.

  1. Rudenko tenê di warê ziman û edebîyatê de nexebitiye. Mijarên xebatên wê gelek berfireh bûn. Ew di heman wextê de bi pirsgirikên gelê kurd ên sîyasî, etnîkî û çandî re jî mijûl bûye. Mijarên wek “qedera kurdan, dîrok, cejn û pîrozbahî, sersal û dîroka kurdan” di berhemên wê de cî girtine. Gelek caran çûye cem kurdên Ermenistan, Gurcistan û Azerbaycanê. Li van deran gelek materyal cevandine. Ji sedan zêdetir berhemên wê yên derbarên çand, hûner û folklora kurdî de hene.
  2. B. Rudenkoyê heta dawiya jiyana xwe jî xebatên xwe yên zanistî domand. Wê bi têgihêştineke kûr, bi jîrbûn, bi enerjîyeke bêdawî kedeke bêhempa daye ji bo edebiyat, çand û hûnera kurdî û ji 350 zêdetir berhem afirandiye. Herî dawî kitêbên “Yûsif û Zelîxa”, û “ Helbestên Ayîniyên Kurdî” amade kiribûn. Ev perhem piştî mirina wê hatin weşandin. Rudenko di pêncîsaliya xwe de çû rehmetê. Lê li pişt xwe kurdologên gelek hêja hiştin. Koma kurdologên Petersburgê niha jî xebatên xwe didomînin û gelek zanyarên heja tê de cî digirin. Yek ji wan jî Jaklîna Musaelyan e. J. Musaelyan di sala 2014’an de berhemek li ser xebatên M. Rudenkoyê ya bi navê “M. B. Rudenko, Oçerkî Serednevekovoy Kurdskoy Literaturi” berhemek weşandiye. Di berhemê de xebatên Rudenkoyê yên destnivîsên folklorîk berhev kirine û pêşgotineke berfireh der barê M.B. Rudenkoyê de nivîsiye.

Gelek berhemên Rudenkoyê li ser rûpela kitêbxana Akademiya Zanistî ya Rusyayê ya Petersburgê hene û her wiha mirov dikare xwe bigihîne xebatên kurdologên din jî.