Rojnameya Heftane

Min Ev Helbest Çawa Nivîsî?

Hespekî kumêt tê bîra min, li gundê mala xalan. Şerbetko. Li hespî siwar bûme, diçim ber bi Ziyareta Omê ve. Li wir mêrgeka heşîn û avî heye. Li raserî mêrgê kavilê gundekî kevn ê bavkalan, Girê Romiya. Li hemberê kavilî, “zilîstan”ek heye di quntera palê da. Liqa Seyîdxanê Kerr û malbatên wan li wê zilîstanê sitirîbûn. Bavkalan ew xwedî kirin û parastin. Birin ji Elmedîna/Batmanê derbas kirin da biçine “Xeta Frensawî.” Lê milîs û guhbelên dewletê bavkalan îxbar kirin. Leşkerên Roma Reş, gundî xera kirin. 28 mêr ji Kurd û Ermenan desteser kirin û birin ber bi Qubînê ve bo darizînê. Lê di rê da, li binê Çiyayê Qêre, li Kevirê Reş, ku piştî komkujiyê navê “Newala Miriyan” lê kirin, gulebaran û şehîd kirin.

Yek ji kevintirîn bîranîna min bi hespekî ra ye. Tê bîra min, gava xalê min ê Evdilbaqî ez siwar kirim, tirsek hebû di dilî da. Lê xwarzîtî ew tişt e ku tirsa xwe veşêrî da xal te hemêz bike û bipesinîne. Ew xalê ez li hespî siwar kirim, ber bi nîvêşeva vê duşemê ve koça dawîn kir. Bijiyên wî hespê kumêt di xewna min da li ser serê xalê min ê ji kansêrê zelût bûyî li ba bûn.

Hespên dastanan dihatin xewna min gava zarok bûm, gava delalê xalê xwe bûm. Her cara ku dengbêjekî rêwî xwe dispart mala me û dest bi Memê Alan dikir, Bozê Rewan li asîmanê min digeriya. Bapîrên ji alî dê û bavê, li hespên xwe yên sorboz û qemer siwar, digeriyan.Hesp li her der û deverê bûn.Li ser dîwaran, Hezretî Elî li ser pişta Dindulê, zulfîqar di dest da ber bi Kela Heyberê ve wek brûskê diçû. Siwarî ji serayê keç direvandin. Hespên çavxezal li daristaneka dûr diçêriyan. Ha ku te dît, li derve, yek ji dûr ve dixuya, dengê beza wî li paşiyê, dihat û mizgîniya xêrê yan jî xebera reş dianî. Gava dibû behsa hespekê/î, rengdêrên xeyalî li pêşî siwar dikirin. Qey wî çaxî Kurda/ê ne helbestkar peyda dibû? Ez di nav koma helbestkaran da mezin dibûm.

Dû ra dengê simên hespan wenda bûn, morana li pey nalên wan danî. Êdî tenê di fîlmên li ser televîzyonan da xuya kirin. Kurdî û helbest ji odeyên mêvanan bar kirin, ziman û stranvanên barbaran ketin malan. Êdî xwediyê gotin, weaz, salixdan, sirûd û awazê ew bûn. Lê hesp xwe nadine dest. Her li kû bin, xwediyê xeml û şexsiyeta xwe ne. Pîvera me ya nû jî hesp bû ku meta min a Sekîna xweştirîn pîvera fîlmeka baş wiha danî: “Filîma hesp tê de hene xweş e!” Bila li ser vê pîverê ti kes gotineka kin û dirêj nebêje!

Min da pey şopa hespan. Bala min kişand ku Helmuth von Moltkeyê (1800-1891) leşkerê pereyî, piştî tevlî nijdeya Osmaniyan dibe û dibe qesasek ji qesasê komkujiya li Bakur, behsa hespên Kurdan dike; bêje 180 sal berê. Min agahiyên wî dayî, bo romana xwe ya bi navê “Gava Genim Seridîn” dan aliyekê. Êdî piştî demekê bû meraqa min. Fotografên serok û lehengên siwarî yên Kurdan bala min kişandin. Wek mînak Mele Mistefa Barzanî hespa xwe huzmeş diajo, Fermandar Cemal çargavî. Dikarî bêjî qerekterê siwarî û hespê dibe yek. Hemû Kurdên berê siwar bûn. Simko siwar e, Şêx Mehmûd, Elî Şêr, Şêx Seîd û Seyîdxanê Kerr ê “xema Kurmanciyê jê radibe” siwar in.

Çîroka jiyana min çîroka hespekî ye! Neh deh sal berê li Engilîztanê bûm. Ez û Muslum Yucel li heman bajarî bûn. Li vir nikarim zêdetir bêjim, ji ber ku taybet e, lê Muslum li ser hespan hûr bûbû. Gellek bala min kişand, jê hînî gellek tiştan bûm. Xanimeka navsere ya Engilîz jî hebû li wir, navê xwe kiribû Şîna Kurdî û teza xwe ya masterê li ser hespên Kurdan amade dikir. Jê jî hînî gellek tiştan bûm. Mixabin min metnê Muslum û teza Şînayê nedîtin, lê meraq ew tişt e ku bêyî dîtin jî dibînî!

Em neteweyeka jîndar in, ji tovê dar û berê welatê xwe heşîn bûne. Gava nav û hinava Kurdekê/î vekî, olana hirrîniya hespên esmanî jê tê. Ew ruh e li çarmedorê welêt dilîlîne. Her guh didim wî dengî, wa nêzîk dibe, dûr dibe, xuya dike, kûr dibe, deştekê li ber dilê çiyakî şêrîn dike. Guh didim ruhê zimên. Çi ye? Çi reng e? Va ye dixuye: Şehîd an kuştî venagere, lê hespa wî vedigere. Ew hesp, ruhê miriyî ye. Lewma cazûya metê nahêle “Mihemedê Elî, bavê Zahîdo, siwarê Tîknal” bê veşartin. Dixwazî bila gule sar bibe birînê da hay lê, de haylê haylê.

Êdî ruhê helbestê temam e, lê ka mijar? Mijar li Kobanî ye. Gundek heye bi navê Serzorê. Li rojhilatê Kobanî. Heft şêr li wir asê mane. Pênc şêr diçin hawara wan. Pênc jin, heft mêr in. Dido ji wan birîndar in. DAIŞ tê bi ser wan ve. Ji her sengerê gazî dikin ku werin hawarê. Lê dozde şêr nahêlin. Dizanin kê were, xelasiya xwe tune. Deşt e, bê star e. Dizanin xelasiya wan jî tune. Cîhazê vekirî dihêlin. Weke rojeka adarê li ber Ava Spî ji xwe ra suhbetê germ bikin, diaxivin. Behsa jiyana rojane, îro û berê dikin, wek hirrîniya hespên xewnan dikenin di şer da. Hin ji wan xwerexneya xwe didin ka çi kêmasiyên xwe hebûne. Ma ew wext e?Erê, ew wext e. Em livir behsa dastanekê dikin…

“Hilbe Kobanî” dinivîsim. Pirtûk ne epîk e, lê ya li Kobanî bûyî dastaneka dengîn e. Dastana pêşîn a Kurdan e ku bi serkeftinê bidawî dibe. Lê bêyî hespan ez ê çawa vebêjim? Ew ciwanên li nav kavilan heşîn bûn, qey ji goşt û hestî bûn? Heke hespên esmanî neçûna hawarê, pêkan bû ku bi ser kevin? Ne bawer im, qet ne bawer im, helbestvan im, min rastî nevê, rastî li min nayê.

Dibînim, her lehengekî hespek xwe heye. Her hespekê/î navek xwe heye. Ka yek bi yek bêjim. Bavê Edo: Gurûz, Bavê Huznî: Beşo, Bavê Lalo: Kovê, Bavê Qereman: Têcir, Brahîm Xelîlê Xeco: Cegero, Cembeliyê Hekarî: Xemrevîn, Cemîlê Çeto: Çalo, Cangîr Axa: Hirço, Derwêşê Evdî: Hedwan, Elîcan (Bavê Miheme Reşîd): Kûvî, Elîkê Batê; Hespê Boz,  Eliyê Ûsiv: Derwêş, Emer Begê apê Memê Alan: Şemlê, Emînê Ehmed (Bavê Şikrî): Sîqa/Sîqal, Evdilqadirê Zeynelê Evdî: Gilor, Feqî Eliyê Pîrê: Belo, Ferzende Beg: Eznewir, Feslî Beg: Hemdanî, Hemîd Beg: Gulî, Hesê Karazî: Şeşper, Kerr: Sosik, Keyxusrew: Şevdiz, Koroglî/Kurdoxlî: Qirat, Kulik: Nijdî, Memê Alan: Bozê Rewan, Mihemedê Elî: Tîknal, Reşîd Axa: Dilo, Rostemê Zal: Rexşê Belek, Rizaliyê Xêlid: Gêjo, Sebriyê Mihemedê Mistê (Bavê Fexriya): Gêjo, Seîdê Nado (Bavê Dilşayê): Gêjo, Selahaddîn Eyûbî: Elfesya (çi seyr e ku navê keça Ferzende Beg jî Elfesya ye), Seyîdxanê Kerr: Gêjo, Simo Xatê: Xerîb, Siyabend: Daybelqiran, Şêx Fexrî: Felek/Felekbez, Şêx Seîd: Derwêş, Ûsiv Beg (Bavê Seyîd Betal): Ereb, Ûsivê Xido: Kovî, Xalid Begê Cibrî: Yekta û Yadîn Paşa (Eyloyê Kurdistanê): Nîgar.

Piştî vana tewr, meş û beza hespan divê. Kihêl, hedwan, sinjabî, kumêt, şînboz, şê, rewanê kaw, huzmeş, çargavî, reşboz, sorboz, zerkumêt, qule, qemer, bedewî ûyd. Helbet 12 hevalên li Serzorê xwedî nav bûn. Daybav an jî ap û xalan nav li wan danîbûn. Lê paşî navên xwe guhertibûn, bo xwe kode-nav diyar kiribûn. Du rastî li hev qelibandibûn. Dengê reqqîna du rastiyan bû. Wek Edward W. Said gotiye, “mirov dikare ax û welatê xwe di xiyala xwe da ji dijmin ji bistîne.”Ji bo vê, destpêkek nû divê û destpêka despêkeka nû, guhertina navî ye. Min ê jî bi vê helbestê welatê xwe ji wan stendiba. Lê rastiya sêyem diviya, min nav û dirûvên nû û sêyem li wan kirin, min ew kirin hespên esmanî.

Xwendinên li paş jî hene, helbet bi Poetikaya Aristotelesî dest pê dike heya Semiotics of Poetrya Michael Riffaterre tê. Heke ji aliyê dîrokî ve binêrî, divê bibînî ku ruhê Agirî li Kobanî vejiyaye. Naxwe xwendinên kûr li ser Agirî û sirûda “Hilbe Agirî” li dorê. Helbesteka Kawa Nemir heye li ser hespan, “Qiseta Hespên Esmanî”, di pirtûka Selpakiroş da.Cotmeha 2003an, li Heskîfê. Nû weşiyabû, bêhna kaxizê şil jê dihat. Min ji dengê helbestkêr godarî kiribû û gotibû, “ka careka dî jî bixwîne lo!” Ew jî hat hawarê. Dû re Francesco Petrarca (1304-1374) bi risteyekê hat li dilê min danî. Lê ez ê çawa risteya wî wergerînim? Min riste şand bo Şener Ozmen û pirsî: “Divê ev riste di helbestê da hebe, lê meriv ê peyva ‘horses flying’ çawa wergerîne?” Ew bi nav metn û ferhengan ket. Hat bîra min ku Cumhur Olmez li ser Mem û Zîneka Goranî teza xwe çêkiriye; ez jî şahidê ked û kelecana wî me. Got, “Bozê Rewan difire, lê peyva ‘flying’ nîne di guhertoyên dastanê da.” Şener da pey peyvên wek “winged”, “flyer”, sky horse.” Ji hejmara taybet a li ser hespan a Grûba Kurmancî (1991) heya Mehmet Emin Bozarslan çû û xwe gîhand peyvên wekî “çengdar”, “teyar” û “fironek.” Peyva firoke hat bîra min, ku têjikên berşeyên li şaneşîna min jî hêdî hêdî firoke dibûn û wek hespên duçeng çav li asmîn bûn. Gava Cumhur ji xwe ra kire derd û şev nîvê şevê telefon kir û got di Farisî de “perende” ye, “firende” hat bîra min ku di ferhenga Zana Farqînî de jî heye. Şener û Cumhur gotin dibe û mor kirin.

Piştî Petrarca, Resoyê Gopalan jî hat hawara poetîk ku ji Seyîdxanê Kerr ra dibêje, “ji ordiya maran e.” Peyva ordî, ji Tirkî tê. Çima Tirkî? Hunermend ji zimanê kujerê leheng tîne, nakokiyê lê siwar dike û bîra helbestê kûrtir dike. Lê min di helbesta xwe da got “artêş”, diviya hubra pênûsa min jî li ser bûya.

Me dîrokek heye. Heke siya Agirî nede ser Kobanî, em ji çi ra ne? Em bo çi jiyan? Naxwe divê Yado, Ferzende, Seyîdxan, Şêx Seîd, Rostemê Zal û Keyxusrev ligel hespên xwe bên hawarê da şerekî “Rostemî” biqewime. Ku çûbin hawara wan hespan, divê kêl hişyar bûbin ku min kêl jî hişyar kirin. Heke hesp şerî bikin, divê xwelî rabe ji bin simên wan ku jê re dibêjin “moran.”

Êdî dikarim helbestê binivîsim. Hevalan tînim ber çavê xwe. Dengbêj gotiye “biskbitêl”, dengbêj gotiye “enîdeq”, dengbêj gotiye “belekçav”, dengbêj gotiye “şêrê bigulî”, dengbêj gotiye “qewmê tofanê”, dengbêj gotiye “sinca reza.” Li ser wan dibe sîngedewran, pêsîrtengî û xeza. Rêhevalên wan “sêr” dikin li şerê wan. Keç û xort in, beza ne, difirin û gotina wan a dawîn, xwe digihijîne ruhê Xeyrî ku digot, “Heke ez mirim, li ser gora min viya binivîsin: ‘Gava çû, deyndarê gelê xwe bû.’”

 

Beşa8. ji “Hilbe Kobanî”

 

dozdeh heval li Serzorê li ber teyrên kelaşxwer

veniştîne li ser gulan, pelg diberiqin ji bîhnê

dadane çekên xwe û kef bi ser devan ketiye

geh huzmeş e, geh çargav e û geh jî rewanê kaw

 

dozdeh heval li Serzorê li ber teyrên kelaşxwer

kihêl û hedwan û sinjabî difurin bi bê re

kumêt û şînboz û bedewî datînin bi şê ve

dibêjî qey Yado vejiyaye li vir û Nîgar jî

Şêx Saîd û Derwêş, Ferzende Beg û Eznawir

Yan Rostem û Rexşê Belek yan Keyxusrev û Şevdiz

 

dozdeh heval li Serzorê li ber teyrên kelaşxwer

şiyar bûne hemû kêlên welatî ji xewa kûr

her çi bûye dîsa dibe di hundirê demê da

heyhedan û moran e, diorin stirûh û boqilnefir

 

“me nihêrî li dengê baskên binefşî yên hespên firende”

ji “artêşa maran” in, diçingin gava roj diçe ava

me dît ku çi hespên kapreş bûn, rabe û bibîne

binvîse li ser deriyê Goristana Serzorê, bêje:

 

– hemû lehengên li vir raketî deyndarê gelê xwe ne!