Rojnameya Heftane

Kulîlka Sor

Herê, ew der e.

Divê ku rojekê ez herim serdana wira.

Herê dinyayê, ku “felekê berê me nedana Newala Kelekê”*.

Ka çi bikim.

Va jiyan wisa ye

Ew warê ku min û te lê şadbûn û şekirê qulqulkî ditehmijand, ew bihuşta zarokîn û ciwanîn ku her û her wê kulîr(l)ka soringî lê vedikir çiqasî bi me xweş bû. Hê jî dildar, evîndar û bendewarê wir im.

Ev çend carin di binya wê bereşê re dibihurîm, dîsa kulîlka min/me lê bi soringiya xwe dibiriqîne. Piştî van salên malkambax, bi pişta xûz î, çok qerimîn, ez ê çawa xwe bighînimê. Lê ehda min heye ku rojekê ev cehşên cerdewanan ne li wira bin, di demnîsanekê de ku kulîlk û şînahiyan wira nexişandibe, di ser wî çemê evîndar î ber li felekê mîna demxweşên nîgarkêşan re, ez ê wê jivangeha pîroz ziyaret bikim.

Em navê wê jî rasterast xweş hîn-nebûn, tiştekî balkêş û awarte ye. Zede nayê dîtin li herêma me. Pir hindik heye û li warên awarte ku axa wê nermîn e, şîn tê. Ji ciyê bager î, hênik ku ajal xwe negihînên hezdike û bi nazdarî xwe li ba dike û her şaxek wê çend kulîrkên xweşaheng dihewîne. Ku roj derbasbibin, hema ku dest bigihêjê, pelên xwe diweşîne, nazdar û xediyok e, xeyda ye. Soriya renge wê ber bi pirteqalî ye. Carekê min bihîst ku navê beybûn e. Min bi navê beybûnê helbestek jî li ser nivîsî. Lê paşê ez hîn bûm ku navê wê ne beybûn e, beybûn kulîlkek din e, ya ku em jê re dibêjin beybûn “Kulîrqehwan” e û gelek bêhnxweş e û bêhna qehweyê ji kulîlkên wê tê û di biharan de mirov bi bêhna xwe serxweş dike.

Axx.. dilo.

Hê jî em navê wê kulîr(l)ka xweşik nizanin. Wek nezanîna jiyan, evîn û hezkirinê. Wek nezanîna xwedîbûna li xaka pîroz. Wek dildariya qatilên xwe… Wek dexsiya tûpişkiya hev.

Helbesta xwe diyarî wan rojên ku dê qet neyên dikim.

BEYBÛN

-Ma bila ev xemgînî bidome!-

Heskirina te difûrand

Dilê min / Lê mixabin

Min navê te nizanbû

Wek evîna “Platonî”

Pê re gotin navê te BEYBÛN

Tu kêm î / Zor peyda dibî li Xwezayê

Narîn î / Nazik î / Kêmcan î

Pelên te zû diweşin

Ji hember êrîşiyê

Carina jî ji sira bayê heskirinê

Narîna evînê-Mîna dilê min, ji ber evîndarê-

Evîna ku nayê gotin…

Sorzeriya te pir xweş e

Qama te ne bilind

Derketinek gurr ji erdê

Bi dehan şax ji rehekê

Axa te bi dilê te

Li qiraxa rê

Silavdarê rêwiyan ji dexsiya evînê

Divê li te biheskirin bê nêrîn…

Bêhna te jî her dil fêhm nake

Ji Memê Alan vir de

Qîmetê ta nayê zanîn

Pelên te palas in li erdê

Bi sira bayê sibê

Ez ji bîr nakim xweşikî û heskirin

Û jînevîna te

Tew jî li welatê min…

Ez zanim dilê te şewitî

Hêsir di çavên te nema ji girî

Werrê melûl li riya min..!

15 Rezber 1999 / Ordî

De vaye derd ev e, derman jî nizanim, wele nizanim.

Jiyan guherî, heta bi xweza jî pê re. Ma kê digot ew ê Gola Elo jî, ew gola ku bêqam bû, ziwa bibe. Vaye di çend mehên havînî de ew avê ji me dixwaze. Melûlo dilo yan jî jiyana bêbext a dilkevir û bextpereyan!

Vê sibehê bilbilê warkevir nedisekinî. Axîn û lorîna wî ez ber bi warê me, binbereşê ve kişandim. Ez ê herim pîrozgehê, kulîlka xwe yî soring bibinim û derd û kulan, xêrnedîtiya jiyanê parve bikim. Bele… xunav ketiye, erd şil û xweşî dibare ji bihara xemgîn a emrê min. Cerdewan jî hê nehatine, ew kula ji ya Kerkûk û Şingalê bi elemtir, de haho bila birînên dilê min dîsa der nebin û elem neherike.

Em li ku mabûn. Min bere xwe da kaş, hêdî hêdî hênikahiya sibeha biharê dikişinim dil hunavê xwe, bi sermayek sivik diricivim. Lê germahiya dîtina kulîrka sor min serweş dike, serma li dile min kar nake. Li qorziya tehtê zîvirîm, va ew nehîtê gir, ev hîmê stergeha me ku kulîlka me jî di rizdeya di ser de ye. Herê, nêzîkahiyê lê dikim, şewqa zêrîn a şeveqê jî wê dibiriqîne.

Çend gavên din bi ser kaş ketim, devê bereşê ma çend gav.

Ev çi ye?

Bin bereşê tev têlên mirêsayî mîna derdora girtîgehê û bêhna zibil, zibilê pez dile min xeland.

Min guh neda rewşê û berê xwe da kulîrka sor, kulîrka evînê.

Çi bibinîm?

Ew sorahiya… Ew sorahiya, sorahiya pêlîstokek qetiyayî ya bûka baranê.

Wey li min…

                                                                       16-30 / Kewçêr / 2017-Delavê Dengiza


  • Biwêjek herêmê, herêmî ya herêma me; yanî “em bêçare, bêçareyê/a kar, zor û zehmetê. Rihetî ji me re nîne!”