26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedan jiyan e

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li Tirkiyeyê mekanîzmaya şer dîsa di dewrê de ye. Êrîşên li ser HDP’ê û bi wê ve girêdayî zilma li ser gelê kurd tê meşandin her roj girantir dibin. Li ber çavan ciwanên kurd bi îşkenceyên herî giran re rû bi rû dimînin û tên qetilkirin. Mafê wan ê herî xwezayî ji ber kurd in tune tê hesibandin. Faşîzma AKP-MHP’ê êdî di êrîşên xwe de sînoran nas nake. Çend roj berê bi darbeya AKP-MHP’ê, wekîliya parlamenterên HDP’ê Leyla Guven û  Mûsa Farisogûllari û ya wekîlê CHP’ê Enis Berberoglu hate betalkirin. Ev hemû tiştekî tenê îfade dikin ew jî bêtehemuliya li dijî kurdan û nasnameya kurdî ye.

Li Tirkiyeyê bi pêşengiya tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê li dijî kurdan polîtîkayeke taybet a înkar û îmhayê tê meşandin. Ji xwe ev polîtîka sedema hebûna vê tifaqa qirêj e. Ger di navbera van herdu partiyên faşîst de li ser tunekirina kurdan lihevhatin çênebûna wê demê wê ev tifaq jî nebûna. Ev tifaq, ji bo kurdan tune bike û îradeya wan bişikîne serî li her cure rê û rêbazên qirêj dide.

Li Tirkiyeyê kesên alîgirên demokrasiyê û wekheviyê ji vê tifaqa faşîst û antî-kurd ewqas ditirsin ku newêrin dengê xwe bikin. Ev tifaqa hanê li Tirkiyeyê tu zagonên bikaribe wan bidarizîne ango wan sûcdar bibîne nehiştine. Îro li Tirkiyeyê heq û hiqûq nîne. Dadgeh bê erk, zagon tune tên hesibadin. Li şûna dozgeran, kesên alîgirên vê tifaqa qirêj hatine erkdarkirin. Lewma ew çi bêjin li gor wan tevdigerin. Bi kurtasî li Tirkiyeyê êdî ne gengaz e ku mirov bikaribe bêje mafê mirovan bi zagonan tê parastin. Îro li Tirkiyeyê li şûna zagonan, talîmatnameyên tifaqa AKP-MHP’ê tên di meriyetê de ne.

Li Tirkiyeyê dema mijar dibe kurd û bi taybetî jî mafê kurdan, kesên xwe herî demokrat û parêzvanên mafê mirovan dibînin jî ker û kor û lal dibin. Dikarin hin bûyerên ji derveyî welat diqewimin bi rojan nîqaş bikin, lê li ber çavên wan zilma herî mezin pêk tê nabînin. Sedema nedîtina wan jî ew e ku dibêjin “kurd musteheq in”. Gelo kesên xwedî vê nêrînê çiqas dikarin ji mirovan hez bikin? Ango çiqas dikarin ji bo parastina mafê mirovan pêşve biçin. Li gor min ev kes virt û valan e. Şikir ku gelê kurd hêviya xwe bi wan ve girê nade.

AKP-MHP’ê bi biryarnemeyeke mîna lîstika tiyatroyê wekîliya parlementerên HDP’ê Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari û ya wekîlê CHP’ê Enis Berberoglu betal kir. Li Tirkiyeyê bi taybetî jî CHP matmayî ma ku der barê wekîlekî wan de biryareke bi vî rengî hatiye dayîn. Di vê mijarê de di asta herî jor de rayedarên CHP’ê daxuyanî dan ango nirxandinên xwe kirin. Lê kesî ji wan qala parlementerên HDP’ê nekir. Cudahiya di mêjiyan de hatiye avakirin wisa zû bi zû ji holê ranabe. Lê hîn ne di ferqê de ne ku ew jî di vê keştiyê de ne.

Zextên li ser gelê kurd di pêvajoyên herî zehmet de jî bi hemû girîngiya xwe berdewam kir. Gelê kurd bi hêza xwe ya berxwedanê, li hemberî van êrîşên hovane her tim li ser piyan ma. Li hemberî van êrîşên di van rojên teng de bi pêş dikevin jî hêza gelê kurd a berxwedan û xwedî derketina mafê xwe heye. Em ji bîr nekin, dermanê faşîzmê tifaqa gel e. Lewma di vê pêvajoyê de gotina ‘Berxwedan Jiyan e’ jiyana gelên bindest dixemilîne.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê