27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Maske 450 sal di nav xwezayê de dimînin

Li gor lêkolîna serwîsa bi navê B2Pressê ya ku li ser  encama rapora ‘Masks on the Beach: The Impact of Covid-19 on Marine Plastic Pollution’ ê çêkirî; rûpoşên ku bi şewba koronayê re zêdetir bûn, her ku diçe bandoreke neyînî dide çem, behr û okyanûsan jî. Li gor vê lêkolînê, îmalata maskeyên ku tenê yekcarî tên bikaranîn, di navbera 4 hezar û 680- 6 hezar û 240 tonî de behran zêdetir dilewitinîn.

Li aliyê din jî her maskeyek heta 450 salan di nav xwezayê de dimîne û zirarê dide xwezayê. Her wiha maske bi demê re dibe parçe parçe û werdigere mikroplastîkên ku ji aliyên ajalên ve tên qurtandin. Bi vî awayî jî têlikên di nava maskeyan de ekosîstema behrê xirabtir dike. Têlikên maskeyan ji aliyê masî û çûkan ve tehlûkeya xeniqandinê bi xwe re tîne. Aliyê maskeyê yê plastîkî jî pêşî li kevza behrê digire ku ev yek jî dibe sedema beq di şûna kevzê de vê plastîkê bixwin.

2021’ê de 52 milyar maske

Li gor serwîsa bi navê Online PR’yê, dê di salên 2050’î de li behran di şûna cureyên masiyan de wê amûrên plastîkî zêdetir bibin. Tenê di sala 2021’ê de bi tevahî 52 milyar maskeyên yekcarî hatin çêkirin û ji sedî 3’ê yên van maskeyan dê di nav behr û okyanûsan de bin, bi vî awayî avê bilewitînin.

Ji bo pêşî li lewitandina behr û okyanûsan bê girtin jî maskeyên ku tên şûştin û paqijkirin hewce ye werin bikaranîn.

Saziya bi navê OceansAsia ya ku ji bo parastina okyanusan li ber xwe dide diyar kir ku niha di okyanusan de zêdetirî milyarek û nîv maske hene.