Monday, September 27, 2021

Parêzerên Ocalan 254 car in dixwazin biçin Îmraliyê

Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di  tecrîdê de ye, Nevroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, cara 254’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn. Ocalan, ji 7’ê Tebaxa 2019’an heya niha nikare hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike.

Herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de çûbûn Îmraliyê

Endamên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 5 hevdîtinên dawî yên sala 2019’an de cih girtibûn. Ji bo hevdîtinên 2019’an pêk bê gelek berdêl hatine dayîn. Ji ber qedexeyên 8 salan êdî gel tehamul nekir û dest bi çalakiyeke greva birçîbûnê ya mezin kir. Herî dawî di 7’ê tebaxê de hevdîtin hat kirin. Beriya wê 50 roj berê hevdîtin hatibû kirin. Hevdîtina dawî di dema hevdîtina Tirkiye û DYA’yê de hat kirin. Di vê serdemê de nîqaşên ku dê Tirkiye êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike ya na dihat kirin. Dema parêzer çûn Îmraliyê agahiya Ocalan ji hevdîtinê tune bû û ne li benda hevdîtinekê bû. Ji ber vê yekê bi guman nêzî hevdîtinê bû. Ocalan meraq dikir ku ka dê di hevdîtina Tirkiye û DYA’yê de lihevkirinek rû bide yan na. Ocalan dixwest di vê çarçoveyê de aqilê dewletê fêm bike. Ocalan, li dervî vê hatibû hiştin. Lewma bi guman nêzî van geşedanan dibû. Ocalan, tiştên wê demê diqewimîn dişiband serdema 1918’an û digot: “DYA, ne di nav Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bû. Paşê daxilî nav bû û bi Almanyayê da windakirin. Paşê daxilî nav Şerê Cîhanê yê Duyemîn bû û Hîtlerî qedand. Dê niha jî heman tiştî bike. Eleqeya tecrîda li vir bi vî şerî re heye.

Ocalan di hevdîtinên dawî de gelek mijar nirxandin. Ji van mijaran yek jê jî şerê muhtemel bûn. Ocalan israra di şerê di navbera kurd û tirkan de, da ber lêpirsînê. Ocalan ev geşedan û qewimîn wekî encama înkareke 100 salî nirxandin.

Ocalan gotibû ‘Ez dikarim pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bikim’

Ocalan digot xeteke ku xwe ferz dike, gelan bera hev dide, rastiya dîrokê înkar dike dê bi kêrî kesî neyê. Got ‘Ev xeta bi hestine şoven tevdigere dewlet û gel ne di etra wê de ne û ev polîtîkayeke ku li dijî bihevrebûna hezar salî ye. Ocalan got, ‘Ez dikarim vê pirsgirêkê di nav hefteyekê de çareser bikim.’ Tekane şertê wî jî, rawestandina îhtimala şer bû.

Ocalan bal kişand ser Qanûna Bingehîn a 1921’ê û gotibû:  ‘Çima ev baş nabe rojev û nayê rojanekirin? Çima ruhê vê yekê nayê aşkerekirin?’

Ocalan di hevdîtina dawî de gelek caran bal kişand ‘aqilê dewletê’ û xwest êdî dewlet dev ji xeta şer berde, ji lew re 40 sal in bi vê xetê tu encam bi dest nexistiye û dê ji niha û pê de jî bi dest nexe. 2 sal di ser hevdîtina parêzeran re derbas bûn.

PDK bi tecrîdê hebûna xwe didomîne

Ocalan ji bo çêbûna “aqilê kurd” jî gotibû “Ez nehatim fêmkirin û bi tenê mam. PDK, bi tecrîda li ser min re hebûna xwe didomîne.”

Parêzeran piştî hevdîtina 7’ê tebaxê gelek caran serlêdana kirin. Lê serlêdanek wan jî nehat bersivandin. Parêzeran ji 7’ê tebaxê heta niha 254 serlêdan kirin Serlêdanên wan ên ji Îlona 2020’î heya niha yek jê jî nehatiye bersivandin. Di Îlona 2020’î de cezayên hucreyên yên di 2005 û 2009’an de û “nexşerêya” sala 2009’an a ji bo DMME’yê kirin hincet. Ji bo hemû serlêdanên parêzeran ên di 6 mehên dawî yên 2020’î de hincetên bêhiqûqî nîşan dan. Ji 12’ê Adara 2021’ê heya niha jî bi tu awayî serlêdan nehatin bersivandin.

Ocalan herî dawî bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Ji xeynî vê ji 3’yê adara 2020’î heya niha tu hevdîtinek rû bi rû nehatiye kirin. Parêzeran serî li dozgerî dadgeh û mercên din dan, lê bersivê nadin.