27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Jinan a HDP’ê: Dem dema piştevaniyê ye

Meclisa Jinan a HDP’ê, encamnameya civîna ku di 10’ê îlonê de li dar xist aşkera kir. Meclîsê di encamnameyê de ragihand ku bûyerên dawî yên li Rojhilata navîn û şerê li Efganistanê ji hev cuda nîne û ev tespît kirin: “Îro li Rojhilata Navîn şerê sêyemîn ê cîhanê diqewime. Li Rojhilata Navîn îrade, bawerî û daxwazên gelan ji nedîtî ve tên û dixwazin ku çarenûsa gelan û jinan ji tarîtiya DAÎŞ’ê û çeteyên mîna wê re bê hiştin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê polîtîkayên xwe yên şerê qirêj ku li ser dijminatiya li kurdan û jinan dimeşîne, li Rojhilata Navîn jî bi rê ve dibe û bi vê yekê gefeke mezin e li ser têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn.”

Meclîsa Jinan di encamnameyê de wiha got: “Em soza xwe dubare dikin ku li dijî xizaniya ku li jinan tê ferzkirin têkoşîna xwe dewam bikin. Li dijî van polîtîkayên şer û tundiyê jin wê bi hev re jiyaneke azad û demokratîk ava bikin. Kuştina hevrêya me Denîz Poyraz, êrişa nijadperest a li Konyayê, kuştina Mîraç Mîroglû bi wesayita zirxî ji polîtîkayên şerê taybet ê desthilatdariyê cuda nîne. Em careke din dibêjin, em ê bi têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar re bin. Em ê pirsa ‘Gulistan Dokû li ku ye?’ bikin û hesab ji desthilatariyê bipirsin. Em ê piştevaniya jinê mezin bikin. Em jin bêçare nînin. Li dijî êrişên tifaqa bi serweriya mêr ên li hemberî destketî û mafên me, dem dema mezinkirina piştevaniya jinê ye.”