26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mela Bextiyar: Tirkiye ji demokratîkbûna Kurdistanê metirsîdar e

Endamê Encûmena Siyasî ya YNK’ê Mela Bextiyar, behsa planên demdirêj ên Tirkiyeyê li ser başûr û rojavayê Kurdistanê kir û diyar kir ku Tirkiye dixwaze wîlayeta Mûsilê bi Tirkiyeyê ve girê bide.

Mela Bextiyar projeyên hêzên navnetewî yên ji bo Rojhilata Navîn jî weke projeyên ne serkeftî nirxand û wiha got: “Siyaseta navneteweyî ji bo guhertinê di siyaseta xwe de çêbikin, pêwîstî bi dewletên herêmî dibîne. Mixabin 20 salên borî projeyên wan ên heyî bi Bihara Ereban, Amerîka ku digot wê herêmê ji eniyeke şer derxe û ji bo vê jî Projeya Mezin a Rojhilata Navîn ji bo demokratîkirinê xist rojevê, negihişt encamê.”

Mela Bextiyar destnîşan kir ku dewletên mezin ji ber rewşa ewlekarî ya cîhanî, ji ber rewşa korona û krîza aborî ya cîhanî, pêwîstiya wan bi aramî û aşitiyê heye û pêşbîniya xwe ya der barê mijarê de wiha anî ziman: “Ji ber vê wê careke din bi dewletên herêmê re li hev bikin. Li gorî nêrîna min yek ji wan dewletên ku hêzên Rojava nêz bibin Tirkiye ye. Tirkiye jî ji bo pirsgirêka demokrasiyê ya Kurdistanê û mafên demokratîk ên Kurdistanê yek ji welatên herî metirsîdar e.”

Mela Bextiyar diyar kir ku Tirkiye bi israr e ku qalibekî bide başûrê Kurdistanê û ev tişt got: “Tirkiye dixwaze qalibek bide Başûrê Kurdistanê û ezmûna li rojavayê Kurdistanê heye, bêyî tu mafek nas bike, ji holê rake. Ji ber vê divê em vê yekê li berçavan bigirin.”