5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mercên hevgirtineke transneteweyî

Di 25’e mijdara îsal jî li seranserê cihanê bi bandora bûyereke dîrokî derbas bû. Ev çend sal in, hîn têkoşîn an jî kampanyayên li dijî şîdeta li ser jinan û qirkirina wan wek bûyerên sembolîk mohra xwe li çalakiyên 25‘ê Mijdarê dixin. Îsal xwepeşandanên li Rojhilat û Îranê, bi pêşengtiya jinan û her wiha bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” mijara sereke yên çalakiyan bûn. Ev yek toreke berfireh a hevgirtinê ya di navbera civakên ji hemû pêkhateyên etnîkî, olî û çandî li Îranê û her wiha di asta transneteweyî de ava kir. Taybetî welatên rojavayî ji bo demeke kurt be jî bi -rastiya ku hê jî mirov ji bo daxwaz, maf û azadiyên xwe yên bingehîn tên kuştin re rûbirû man. Kuştina Jîna careke din tepeseriya sîstematîk û pêkhatî ya li ser gelên etnîkî, çandî û olî di Îranê de, bi taybetî li ser jinan û sîstema dewletî ya tepeserker û zayendperest ku tenê bi rejîma îslamî ya sala 1979’an rengê xwe guherand, aşkera kir.

Ji destpêka serhildanan ve xwendekar li Îranê li zaningehên xwe û li kolanan beşdarî tevgerên protestoyî bûn. Zêdetirî li 30 zaningehan banga grevê kirin û vê dawiyê jî zêdetirî 600 mamosteyên zaningehan hevgirtina xwe bi xwepêşandanan re ragihandin û bang li hikûmeta Îranê kirin da ku gef û tehdîdên derûnî û laşî yên li ser xwendekar û zaningehan bi dawî bike.

Helwesta muxalîf a xwendekar û zaningehan ji bo maf û azadiya bingehîn ji pêvajoya dîrokî ya daxwazên civakê yên ji bo demokratîkbûnê nikare bê veqetandin. Ev helwesta ku divê siyaseta zaningehan her dem xwedî perspektîfeke civakî be, bi taybetî di çalakiyên protestoyî yên niha wekî li Îran û rojhilatê de xwe nîşan dide. Lê mixabin, ligel rastiya ku bûyerên civakî ji sînorên xwe pir derbas dibin, di qada navneteweyî de li ser kolanan piştgiriyeke berbiçav hebe jî, ev helwesta ku di heman demê de nîqaşên navneteweyî, refleks û hevgirtina zaningehan jî hewce dike, her gav ne mimkûn e.

Mixabin asoya civakî û hevgirtinê ku me hema hema li hemû zaningehên Ewropayê di dema êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê de dît, li hember zordestiya sîstematîk a rejîma Îranê nedît. Bêdengiya akademîsyenên rojavayî li hember bûyerên li Îranê diqewimin, bi nameyeke vekirî ji hêla zanyarên femînîst ên kurdistanî û Îranî ve ku li zaningehên cuda yên bakurê cihanê dixebitin, hat rexnekirin. Akademîsyenên femînîst du nêzîkatiyên kêmker û hegemonîk ên ku hem di medyaya rojava hem jî di akademiya rojava de têne destgirtin, rexne kirin.

Nêzîkatiya yekem, berxwedana heyî û mijarên kompleks ên wekî ‘sergirtinê‘ wek ‘pirsgirêkeke çandî‘ dinirxîne û bi vî awayî pirsgirêkên pir alî dadixîne ser mijara sergirtinê. Akademîsyen vê yekê bi zordestiya kolonyal, nîjadperestî û zayendperestiya li rojava ve girê didin û dibêjin ku ji nîqaşên ‘sergirtinê‘ yên mêtinger, nijadperest û zayendperest sûdê werdigirin. Nêzikatiya duyemîn, pirsgirêka nêzîkatiyeke qaşo pêşverû, lê neo-oryantalîst e. Ev nêzikatî qeder û tecrubeyên kesên ku di çarçoveya jiyanên rojavayî de cih nagirin, bi taybetî yên ji herêmên Rojhilata Navîn û bakure Afrikayê, paşguh dike. Ev nêzîkatiya kor dibe sedema nexuyakirina epîstemîk û siyasî û redkirina berxwedanên tevgerên femînîst û queer ên li Îran û Kurdistanê. Zordariya ku jiyan dikin û têkoşîna wan a piralî, heta ku têkoşîna xwe bi mijarên rojavayî ve girê nedin û xwe ji vê perspektîfa neo-oryantalîstî nebînin, nayên naskirin û nayên dîtin.

Li dijî van meylên kêmker û ji derveyî wan, akademîsyen û aktîvîstên femînîst banga avakirina hevgirtineke transneteweyî bi jinan û bedenên marjînal ên li Îranê dikin. Girîngî û pratîka vê pêwîstiyê ji bo zaningehên rojavayî jî diyar e. Têkoşîna heyî ya li Îran û Kurdistanê ku hîna jî rojane bi mirina xwepêşanderan diqewime, divê ji van her du nêzîkatiyên kêmker neyê fêmkirin. Ji ber ku ev têkoşîn hem bi tevliheviya dîrokî ya têkiliyên desthilatdariyê yên li Îranê ve hem jî bi qeyranên kapîtalîzma cîhanî ve girêdayî ye. Tenê di nav sînorên welatekî de nikare bê pênasekirin. Ev perspektîfeke zanistî hewce dike ku bikaribe hem aliyên derneteweyî hem jî yên hevbendî yên berxwedana Îran û Kurdistanê bibîne û analîz bike. Ev perspektîf ji bilî rojeveke femînîst-queer, antî-kapîtalîst û antî-faşîst, hewceyî hevgirtineke transneteweyî (femînîst) dike. Em bi vî awayî dikarin derbaskirina sînoran baştir û rastir rave bikin û bi vê yekê asoya akademiyê dadperwertir, hişyartir û hesastir bikin.