26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîsa ‘mêrê bi sed mêrî’ ket rojevê

Dildarê Amedê

Berê carekê min behsa vê çîrokê kiribû lê dîsa bi kurtahî bibîr tînim, ji ber ku van rojan dîsa mêrekî din ji wan mêrê bi sed mêran derketiye meydanê û zirtê xwe dike. çîrok wiha ye; Dibêjin carekê bazirganeke gelekî zengîn hebû. Rojekê hevalekî wî ev şîret lê kir û jê re got: “Heyra tu pereyên xwe didî 10 mirovan ji bo parastina kerwanê te bikin û dîsa jî ez dibihîzim û rêbir dikevin pêşiya karwanê te û dest datînin ser malê te.
Ya baş tu bi vê şîreta min bikî. Ez zilamekî nas dikim ku mêrê bi sed mêrî ye.
Li şûna wan parêzvanên kerwan tevan wî tenê bike parêzvanê kerwanê xwe wê kesek newêribe bi alî kerwanê te ve were.” Bazirgan jî tima dibe û bi ya hevalê xwe dike. Bazirgan di dilê xwe de dibêje li şûna ez pera didim deh kesan ez ê bidim yek kesî. Bazirgan gazî mêrê bi sed mêrî dike û wî dike parêzvanê kerwanê xwe.
Karwanê xwe bar dikin û tên, di rê de çend rêbir dikevin pêşiya wan û dest datînin ser çend barê karwan. Paşê jî serkêşê rêbiran tê ji bazirgan re dibêje divê tu hespa xwe jî bidî min.
Bazirgan çavê xwe li mêrê bi sed mêrî digerîne, dibîne ku di binê darekê de pal daye û ne xema wî ye çi bi serê karwan tê.

Bazirgan aciz dibe û jî serkêşê rêbiran re dibêje yek ji we here tilîkekê bavêje wî kesê paldayî û ez ê hespa xwe jî bidim we.
Rêbirek diçe tiliyê davêje qûna mêrê bi sed mêrî. Dema wiha dike mêrê bi sed mêrî radibe ser xwe û dikeve nava rêbiran wan perîşan dike yê ku seqet li erdê dimîne û yê ku direve, wan ji hevdu tar û mar dike.
Paşê jî ji bazirgan re dibêje te dît ez çawa mêrê bi sed mêrî me, te dît min çawa parastina karwanê te kir. Bazirgan dibêje weleh heyra tu ne parêzvanê karwanê min î tu parêzvanê kuna xweyî, biçe tu ji min re ne lazimî.
Îca ez serê we neêşînim niha jî gelek mêrên bi sed mêrî zirt û fortên xwe yên vala û bêbingeh dikin û wek meseleya vî mêrê bi sed mêrî dikin. Lewre jî haya we ji we hebe û guh nedin gotinên vala û bê bingeh.
Mesele ne bi gotinê ye mesele bi kiryar û kirinê ye. gelek kes bi gotinê şêrê zozana ne lê di pratîkê de ziravê kîvroşkekê jî li ba wan peyda nabe.
Wekî mînak ew zirtoyê ku beriya dagirkirina Efrînê qerewata xwe li ba dikir û digot: “Heke me ji Rojava re federalîzim neanî min bi vê (qerewatê) ve daleqînin.” Zirto her tişt dikir ji bo Efrîn ji destê şervanên kurd derkeve û hemû dîplomasiya xwe ji bo reşkirina hêzên kurd bikar dianî.
Piştî dagirkirina Efrînê wek mirovê di civatê de tirekê bike êdî his û deng nema
Jê hat. Niha jî dîsa hin ferman jê re hatine ku peywîra xwe berdewam bike. Îca jî bang li xelkê Efrînê dike ku vegerin Efrînê.

Ew xelkê ku mal û milkê wan hate talankirin û dizîn, darên wan hatin birîn, zeytûnên wan hatin dizîn û çete di malên wan de hatin bicihkirin.
Dê çawa vegerin Efrînê zirto efendî. Madem tu ew mêrê bi sed mêrî yî tu û alîgirên xwe vegerin, mane qaşo beriya dagirkirinê soz dabûn we ku rêveberiya bajêr bidin we. Qaşo we yê rêveberiya bajarê Efrînê kiribûya û xweşî û demokrasî û azadî li xelkê wê belav kiriba.
Lê li şûna we çete ji hemû aliyê Sûriyeyê berhevkirin û anîn Efrînê.
Êdî mêrê bi sed mêrî nizanim tu bi çi rûyî û bi çi mafî û bi hişmendiyê bang li xelkê Efrînê dikî?
Îca çi bêjim xwedê kesekî şaş neke û heke şaş kir fehş neke û heke fehş jî kir bi cehnima wî kirî, ma ez çi bikim.