26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mêrên avis û zimanê bindest

Enes Yildiz

Divê pir hincetên min hebin ku heya ez strana Evdalê Zeynikê bibêjim û ji bîr nekim. Ji bo bikaribim, meseleya bindestiyê nîqaş bikim. Bi eşqeke mezin û ji bo xwebûna xwe serî rakim. Berdêlên giranbiha bibînin ku di doza zimanê xwe de û xwedî israr bibim. Divê birîna me jî xewnên me çiyayên me bi kurmancî qîr bikin û ji bo em bikaribin zaravayên din jî û danasîna wan her tim bidin kirin. Ne bi hizirandineke bindestiyê binivsînin û ne jî hêviya xwe ya di oxira jiyanekê de û bi zimanê serdestan xwe pê hewce bibînin ku ragihînin. Heke di azadî û xeyalên mirovan de eşqa welatekî hebe. Wê di her kêliyê de tîpên zikmakî di hişê xwe de vebêje. Wê demê wek kesayet, civak û netewe,

Her tiştê me,

Wê helbet di oxira azwerî û hêviyên me de mayînde bibe.

Di zivistanekê de û di sibatekê de birîneke kûr hinêk nabe. Mirîyên xewnekê, li xwe hişyar nabin. Qertel, teyrikên payîzekê, qulingên li yek esmanî û li ser welatê me ku difiriyan. Hîna  ji baskên xwe tên qedexekirin, ji zimanê xwe bêpar in.

Maskeyên xwedayan, neyarên nemerdan e. Zarokên dilgeş, mêrên avis, dêmên serberedayî, dîrokzan, şêwekar, hunermend, rojnamevan, extiyarên li qehwexaneyan, jinên li xwepêşandanan, şervan, helbestvan, hunermend, bijîşk, parêzvan û dayikên ku dinyayeke bêşer daxwaz dikin.

Rehma pêxemberan, bêminetiya xwezayê, azarên di kevneşopiyekê de diçin.

Arezûyên dinyayê, xwekuştinên erzan, zivistaneke dijwar, pêxirtengiyên gilover, qeyrana aboriyê, munaqeşeyên li nav bazaran, deshilatdarî, zanistiya gerdûnê û pîvanên diyalektîkê, di rojevê de ne.

Bindestiya şevê,  gotûbêjên li ser ziman,  destên kelepçekirî, xewnên mişextkirî, tûrikê koçberiyê, nextê azadiyê, stran û govenda ku bi hev re qenciyê vedibêje. Kêm netewe, nasname, çarenûs, yekitî, kurd, ereb, turkmen, çerkez, suryan-aşurî, xiyanetkar-berxwedanvan, hevsengiyên siyasî, nasnameyeke azad, fikir û ramaneke demokratîk di nexşerêya kurdan de ye.

Piştre,

Di axir zemanên dinyayê de zimanên me yê ku hîna li ber kêrê ye.

Mirov qelenê sanciyên te yê vê sedsalê ji bîr ve neke.

Ez bi xêra îskeîsk û nalenalên dayikê, di vê şevs dirêj de, vê gotarê bi zaravayê kurmancî dinivîsim.

Welatê diya min di wê zivistanê de û di bin aşûtekê de ker û lal mabû.

Wexta şîr dida min, wexta  ez di dergûşê de hejandim û bi zimanê bindestiyê, vedigot.

Bax û bostanê Feqîyê Teyran di bin aşûteke bêeman de mabû.

Ne miriyên razayî rabûbûn, ne jî çûk û teyrikên, li ser çiqlên daristanê, bi zimanê xwe gazî me dikirin. Feqiyên medreseyan, gund, dêrên filehan, hestiyên armenan, çengên xwe bi firînê dixistin.  Mirov ji ber êşa xwe radiketin. Şêx, ilimdar, civaknasên wê demê jî ji xwedayê xwe re hêvî, bextewerî û aramî dixwestin.

Diya min bi dengê min dixwest birîna xwe hênik bike. Berî 16 salan ji min re gotibû; lawê min ji min re strana Evdalê Zeynikê bibêje; ‘Temo lawo, quling hatin, li ber per û esmanan re baskên xwe vekirin. Mirin çêtir e ji feqîriyê.’ Di rastiyê de zimanê dilê min, hinavên min û tevahî laşê min di qîrîneke bindestiyê de û di wê çaxê de olanek dabû. Strana ku dayika min jê hez dikir, min nekarîbû bibêjim.  Ne min çîroka Evdalê Zeynikê dizanî û ne jî bi temamî straneke wisa di hişê min de hebû.  Wê demê min jî bi temamî fêm nekiribû ku birîneke dayika min ya hezaran salan heye. Bi vê strana xweş û qedîm birîna dayika min li ber sêkeratê mabû. Sal bi biharan, bi salnameyan, ne birîna dilê min hênik bûbû û ne jî min daxwaza dayika xwe pêk anîbû. Ez ji wî zemanê vir ve û ji her tiştî re dereng mabûm. Bi kurtasî wexta mirov strana dayika xwe nebêje, mirov di nav rastiya civaka xwe de wek mêrê avis e. Ew mêrê avis di nav sanciyên bindestiyê de xwe digevizîne û diçe. Heke mesele bibe çand, ziman, dîirok, mesele cuda dibe. Zimanê kurdî jî wê her tim bi zimanê serdestan, bi bindestiyê bê pênasekirin. Kurd ne ‘mêrên avis’ dixwazin ne jî zimanê qirkirin û bindestiyê dipejirînin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê