26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Evdirehman Paşeyê Babanê

Abdurrahman Sever

Piştî avakirina şaristaniya devletê, çewisandin, talankirin, zordestî, tunnekirin, koletî, desthilatdarî û hwd. formata fermiyetê digre û wek zagon tê pênasekirin. Ferman li ser fermanan tê derxistin, da ku qada hikumraniya serdestan berfireh bibe û hêza xwedê-qralan mezin û serwer bibe. Encama fermanan jî şerên mezin û kirêj, komkujî, hêsirên çavên zarokan, talankirina jin-civak-netewan e.

Ne hewce ye kitekita zilm û zordestan bînin zimên, ji ber ku berxwedêrî ji zilmê mezinttir û girîngtir e. Dîrok û mirovahî bi saya serê berxwedan û serhildanan ve li ser pêyan e. Dîroka mirovahiyê, bi berxwedanên li hemberê zilmê ve hatiye nivîsandin. Zordestî çiqas zêde bibe jî, asta têkoşînê jî ewqas bilind dibe. Her wiha çîrok, helbest, dengbêjî li ser serpêhatiyê û berxwedêriyê hatiye gotin.

Bêguman di dîka cîhanê de her netew, civak û bawerî li dijî hişmendiya desthilatdariyê xwe parastiye û têkoşiye; lê belê, cihê Kurdan hinek cuda ye. Kurd, tenê xweparastinê ve nemaye; pir caran rûmeta cîhanê jî rizgar kiriye. Bi sedsalan e bi bêdewletbûyîna xwe ve pêşengtiya berxwedêriyê kiriye û hîna jî dike. Li ser axa xwe ya pîroz de, ji bo hebûna xwe, herî kêm bi çar dewlet re şer dike. Kurd ku di dîroka cîhanê de netewa herî kevnar û qedîm, di her serdemê de bi berxwedêriya xwe ve him ji bo xwe him jî ji bo mirovahîyê berhemên rihê xwebûyînê diafirîne. Dizane ku xwebûyîn, bingeh û çavkaniya azadiyê ye. Her wiha ji wan berhemên rihê xwebûyînê yek jî bêguman Evdirehman Paşeyê Babanê ( babanzade/babanli Abdurrahman Paşa) ye.

Evdirehman Paşe,  ji eşîra Babanê kurê Mîr Mahmud ê ku pêşengê eşîrê ye. Hê di zaroktiya xwe de zarokeke jîr, zîrek, wêrek û taybet e. Bi jîrbûyîna xwe ve di herêma Silêmaniyê û der doran de tê naskirin. Li gel bavê xwe serpêhatiyê fehm dike û hîn dibe. Bi temenê xwe yê ciwaniyê ve bi mezinên civakê re tevdigere û dikeve nav hemû çareseriya pirsgirêkan û bi aqilê xwe yê jîr ve pir caran dibe hêza çareseriyê. Him aliyê çektarî de him jî aliyê zanistê de xwe pêş dixe. Bi sekna xwe ya esaletê ve jî li her derê xwe dide qebulkirin û di şexsê xwe de rêzdariyeke mezin diafirîne. Di sîh saliya xwe de dibe pêşengê eşîrê.

Di dêspêka salên 1880’an de Osmaniyan gelekî ketiye pêvajoya paşveçûyînê û hê tere erdê ku bi zorê girtiye, winda dike. Şerê osmanî û rusan jî li ber deri ye. Osmaniyan çiqas li rojavayê erd winda dike ewqas dixwaze rojhilatê bi xwe gire bide û otonomiya kurdan bêşert û qeîde bigre dest û bi temamî bixe xizmeta xwe. Di wê pêvajoyê de jîr û wêrektiya Evdirehman Paşe, ji bo desthilatdarên herêmê dibe xof û xetere.

Mîr Evdirehman ne tenê pêşkêşê eşîrê bû, di salên derbasbûyî de bibû mîrê herêma Silêmaniyê û hemû herêmê û bist sal pêşengtî kiribû. Xwedî serpêhatiya sîyaset û leşkeriyê bû. Lê belê, tiştê ku Evdirehman Paşeyê Babanê ji mîrê beriya xwe cudatir dikir; rihê serxwebûnê bû, ango rengê azadiya netewa Kurd bû. Dixwest ku hikumete serbixwe ya kurdan damezirîne û gelê kurd ji bin bandora desthilatdaran rizgar bike.

Di sala 1806’ an de Halit Paşeyê birayê Mîr Evdirehman, li Silêmaniyê bi destê Osmaniyan ve wek walî tê tayinkirin. Bi vê awayê nakokiya malbata Babanê bi kar tînin û dixwazin pêşî li Mîr Evdirehman bigrin. Lê Mîr Evdirehman miroveke qelender û bi esl e. Ger pêwîst be, ji bo serxwebûna gelê xwe, tevahiya malbatê jî dike qurban. Piştî vê bûyerê, Mîr Evdirehman dikeve nav hewldanê û rexistina şerê serxwebûnê dide destpêkirin. Di demeke kurt de hêzeke mezin ava dike û li ser hêzên Bexdayê dimeşe. Li herêma Baziyan de şerekî dijwar diqewime. Tê gotin ku cara yekem e xortên Kurd, ne ji bo otonomi an jî aboriyê; tenê ji bo rihê xwe yê kurdewariyê şer dikin. Lê belê kambaxa ixanetê û hevkariyê ne cara yekem e, dê yê dawiyê jî nabe. Ji ber hevkariya Halit Paşe yê bi hêzên Bexdayê re, hêzên Mîr Evdirehman têk diçe. Rojên zor û zahmet carek din destpê dike.

Mişextî, koçberî,xizanî wek bîra qederê pêşiya pêşawa ye. Meh, demsal û sal derbas dibin. Walitiya Silêmaniyê ji Halit Paşeyê birayê Mîr Evdirehman re jî namîne, lê evîna welêt û azadiyê tu carî ji bîra Evdirehman Paşe naçe. Hêza xwe kom dike cara diduyan; ev jî têrê nake cara sisêyan bi hêzeke mezin serhildanekî çedike û êrîş dibe ser hêzên Osmaniyan. Mixabin,  hevkariya der û doran carek din xwe nîşan dide û Evdirehman Paşe dîsa têk diçe. Gelê Kurd bindestiya xwe dîsa didomine û hevkaran, serxwebûna gelê netewa xwe dikin qurbana berjewendiyên xwe yên şexsî.

Dibe ku Mîr Evdirehman, di armanca xwe ya serxwebûnê de encam negirtibe. Lê gotinên wî yê dawiyê balkêş e û di esasê xwe de têkneçûyînê nîşan dide; “ şerê me tova serxwebûyinê bû, agirê evîna azadiyê êdî behtir gur dibe”

15’ê nîsanê 2020 / Erzirom

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê