26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşa ji dojehê heta bihûştê

Şaristan Mahîr

Di civaka êzidî de tê gotin ku ‘jin beriya rojê li vî welatî şiyar dibin, ji ber ku li vî welatî jin rojê diwelidînin.’ Gelo ji ber vê ye ji niştecihên vê herêmê re dibejin rojperest. Welatê ku jinan lê roj diwelidand, di sibeha 15’ê Tebaxa 2014’an dan de, roj wekî her tim hilnehat, ronahiyê cihê xwe ji tarîtiyê re hiştibû. Wê rojê ji bo xelkê gundê Koçoyê jiyan û mirin cih bi hev guhertibûn. Di vê rojê de, çavên cîhanê kor, guh ker, wext sekinî bû û tevahiya hêzên cîhanî pişta xwe dabûn wan. Êdî ne asîman û ne jî roja ku her sibeh jinan ew diwelidandin wekî xwe bûn. Ziman lal bîbûn, qêrîn vegeriyabûn bêdengiyêke mezin. Mirinê cih ji jiyanê standibû, çarenûsa gundiyên Koçoyê li ser lêva şûrên zebaniyên dojehê bû. Birînên di dilê gundiyên Koçoyê de vebûne dê tu caran qemûşk negirin. Piştî fermanê gelek kesên vegeriyan ser warê xwe hene lê jiyana wan tev hatiye guhertin û tu şopê jiyana wan a berê li ser vê axê nemaye. Edî ne çîrokên evîndariyê, ne yên lehehgiyê, ne jiyanê, ne lîstokên zarokan û ne jî xemgînî-kêfxweşiyên wan dibûn wekî yên berê. Ji ber ku Koço di peşêroja xwe de winda bibû. Ya ku mirovan li ser lingan dihêle di vî welatî de jî ‘hêvî’ ye. Li şûna em êş, keder û rastiya serpêhatiyên jinên êzidî bînin ziman werin em bi hev re ji devê jinên ku bi xwe ev rastî jiyane guhdar bikin.

Tiştên DAIŞ’ê dianî serê me mirov naxwaze xeyal bike

Cemîle Xelîl Reşo ya ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin wiha dibêje: “Di 3’ yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, di wan deman de ketin gundê me jî lê beriya çete bikevin gund em 10 malbat li hev kom bûn û me berê xwe da çiyayên Şengalê. Piştî me çeteyên DAIŞ’ê dikevine gund û 11 rojan gundê me dagir dikin. Di wan 11 rojan de tiştek bi tu kesî nekirine. Wan xwestiye gund hemû bibin misilman. Lê gundê me misilmantî nepejirandiye, bedelê wê mirin bûya jî ji ser baweriya xwe venegeriyan. Pişt ku kes nabe misilman, hemûyan li dibistana gund kom dikin. Di roja 15’ê tebaxê de mêran ji nava wan derdixin, li cihekî dûrî dibistanê hemûya dikujin,  jin û zarokan jî dibin difiroşin. Ew 10 malbatên ku em ji gund derketibûn bi hêviya ku çiya dê me di hembêza xwe de biparêzin, em ketin ser rêyeke bêveger. Me dizanî ku piştî gundê Girzerik, Sîba Şêx Xidir û Tilezer dê êrîşî gundê me jî bikin. Kiryarên ku DAIŞ’ê li gundê din kiribûn di nav me de zû belav bû û tirsek dabû avakirin. Gundê me dûrî çiya ye. Hevjinê min ji berk u li Zaxoyê kar dikir ne li gel me bû. Ji bo em biçin çiya pewîst dikir em destpêkê biçin navenda Şengalê. Lê dema em gihîştin Şengalê derdora me hat girtin û em ketin destê wan. Li wir em li seyaran siwar kirin. Êdî di wan kêliyan de em bi wê çarenûsa ku jê direviyan re rû bi rû man. Yên ku li ser wê rêyê bûn hemû hatin girtin û em birin navenda Şengalê. Tiştên anîbûn serê gundên din anîn serê me jî. Ji derveyî jin û zarokan kes nehîştibûn. Piştî Şengalê em birin Tilefer û ji wir jî birin bajarê Baadûşê. Hejmara me pir zêde bû. Me nedizanî hejmara me çiqas e. Em dixistin dibistanan lê cih di dibistanan de jî nema bû. Jixwe jin û zarok li gel hev diman, mêr jî cuda dibirin. Em di girtîgeha Tilefere de diman. Piştî wê em dîsa anîn Baadûşê em 4 mehan li wir hiştin. Piştî çar mehan hinek ji me kom kirin û em birin Sûriyeyê. Jixwe piştî wê  her yekê/î ji me birin cihekê. Heta niha jî em nizanîn kê/î li ku ye, dijîn an na. Jinên êzidî li sûkên Sûriyeyê dihatin firotin. Ji bo firotina jinên êzidî sûkeke taybet a firotinê hatibû çêkirin. Wê demê ez firotim yekî mûsilî. Jixwe ew zilam berê jî zewicî bû û malbata wî li gel wî bû. Tu caran nedihîştin em jinên êzidî hevdu bibînin û derketina ji mal jî ji me re qedexe bû. Gelek kes wan rojên ku em di destê çetên DAIŞ’ê de bûn meraq dikin lê ez di wê baweriyê de me êdî her kesî şahidiya hovîtî û wehşeta DAIŞ’ê kiriye, an jî bihîstine. Ji xwe re li gorî dilê xwe nêzî me dibûn. Tiştên dianîn serê me, mirov naxwaze xeyal jî bike. Dema ew rojana tên bîra min, wiha dihizirim gelo hinek din li şûna me bûna wê bikaribûna carek din li ser lingan bisekinîbûna û li jiyanê vegeriya. Her şeva ku min serê xwe datînî ser balîfê, bi hêviya sibe rizgar bibim çavên xwe digirt. Ez bi van hêviyan dijiyam. Min her roj plana revê di serê xwe de çêdikir. Lê rev weke xeyalê mirovan ne hêsan bû. Em 24 seatên rojê di nava dorpêça wan de bûn. Min ji xwe re her roj digot çi dibe bila bibe ez ê ji vê dojehê xilas bibim. Ew roja kêfxweşiya min wê di meha Remezanê de pêk bihatibûya. Ji ber di meha Remezanê de heya siharê hemû hişyar diman. Berî siharê hemû diketin xew û heya nîvro ji xwe ranedibûn. Min jî di wê navberê de plana xilasbûnê di serê xwe de çêkir. Van kêliyan dê ji bo min tovê hêviyê biçandibûna û xeyalê min ê bi meha wê pêk bihatibûna. Ger min di wê kêliyê de ev biryar nedabûya, ez ne bawer im êdî carek din min bikaribûya ji destê wan zebaniyan derkevim. Min hemû cesareta xwe kom kir û daketim sûkê. Ji ber di sûkê de hejmara mirovan zêde bû, dîtina min li wir dê zehmet bûya. Piştî ez gihîştim sûkê, êdî min nezanî ez bi ku ve herim, ji ber wê ez li ber dîwarekê rûniştim û bi ser halê xwe de giriyam. Dema zilamekî dît ez li wir digirîm hat li ber min sekinî û sedema giriyê min pirsî. Min jî bi çavên rondikbarî behsa serpêhatiya xwe jê re kir û min got ez jineke êzidî me. Min ew nas nedikir. Lê ez fikirîm ji tiştên ez jiyîm xiraptir dê tiştek din tune be. Yan ev kes wê carek din min bide destê çetayan an wê min bifiroşe, an wê min ji xwe re bibe an jî wê qenc derkeve min ji vê qiyametê xilas bike. Lê wî alîkariya min kir. Hêviyeke wekî çirûskê di dilê min de pêket, bi gavên tirsonekî min da pey wî zilamî û ez çûm, ya rast min berê xwe da felekê pişta xwe da oxirê. Wê wan gavan an ez bibirama mirinê yan jî wê ez bibirama bihûştê. Jixwe ez nedijiyam, ez miriyek li ser lingan bûm. Lê di wan kêliyan de hestê rizgarbûnê hebûn ji ber wê min dikaribû gavan baş biavêjim. Min nezanî wî ez bi ku ve birim, lê herî dawî min dît ku em li bajarê Hesekê ne. Êdî wê demê cîhan bibû ya min û ez li bihûşta ser rûyê erde bûm. Dema ez radestî HSD’ê kirim û wan bi coşa şahiyê ez pêşwazî kirim, min êdî dizanibû ez ji tarîtiyê û dojehê rizgar bûm. Ger wê kêliyê baskên min hebûna ez ê ji kêfan bifiriyama. Min wiha dest bi jiyaneke nû kir.”