26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Êlihê qad bû ‘Dem Dema Azadiyê’ 

Rêxistinên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Êlihê di çarçoveya kampanyaya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de li Qada Newrozê mîtîng li dar xist. Bi deh hezaran kes beşdarî mîtîngê bû. Girsê bê navber dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” berz kir.

Posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rakirin

Bi deh hezaran kesên beşdarî mîtîngê bûn alên HDP’ê û posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bilind kirin. Girseyê di mîtîngê de bi hev re tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “PKK gel e, gel li vir e”, “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Dema li qadê posterê Ocalan rakirin, bi yek dengî dirûşma “Birêz Ocalan” berz kirin.

Kurd li her derê ne

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir, gel bi gotina “Silav ji lehengên Êlihê re” silav kir û got: “Em kurd in, li her derê ne. Demek dirêj e em li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê kolan bi kolan digerin. Li dijî zilm û tecrîdê li qadan in. Îro dem dema azadiyê ye. Gelê kurd êdî dikarin xwe azad bikin. “

Di mîtîngê de  Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî ewilî sersaxî ji malbatên kesên di lehiya Kastamonu de jiyana xwe ji dest dane xwest û polîtîkayên îqtîdarê yên li dijî welatiyan rexne kir. Buldan, dîsa êrîşên li dijî penaberan rexne kir û da zanîn ku penaber kirine mijara bazarê û wiha got: “Mafê penaberan ê jiyanê nas nakin.” Buldan, bal kişand ser çareserkirina pirskirêka kurd û wiha axivî: “Bi taybetî piştî hilbijartina 7’ê hezîranê kurd kirin hedef û hilbijêrên kurd avêtin zindanan. Şaredarên HDP’ê ji peyvirê girtin û qeyûm tayînî şûna wan kirin. Ev dijminantiya kurdan e. Em ne dijminê tu kesî ne. Em ji bo pêşeroja jin û ciwanan têkoşîna azadî, demokrasî û edaletê didin. Dema pêvajoya hevdîtinê li Îmralî hebû aştî û aramî  hebû. Lê piştî pêvajo bi dawî bû, şer dest pê kir. Ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe, divê teqez bi Birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin. Mafê Ocalan jî heye ku wekî hemû girtiyan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike. Ev maf di zagonan de heye. Divê teqez parêzer û malbat biçin Îmraliyê û hevditinan bikin.”

Mîtîng bi konserê bi dawî bû.