18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Miçotakis bo Erdogan: “Di berbangê de em li benda hatina we ne”

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Miçotakis bersiv da gotinên Erdogan û wiha got: “Hinek kes dibêjin em ê şevekê di carekê de bên. Em di berbangê de li benda hatina wan in.”

Rageşiya di navbera Enqere û Atînayê de roj bi roj mezintir dibe. Di serdemeke ku ev rageşî mezin dibe de Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron peyamek da û piştgiriya xwe ya bi Yewnanistanê re ragihand. Macron, peymana hevkariya stratejîk a di qada parastinê de di navbera Yewnanistan-Fransayê de hatiye îmzekirin weke “Çepereke xurt a li dijî provokasyonan” pênase kir.

Macron, li Qesra Elysee ya Parîsê bi Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Miçotakis re hevdîtin kir. Di civîna çapemeniyê de Macron qala rageşiya di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de kir. Macron, di hevdîtinê de wiha got: “Ev hevkariya stratejîk dê li Rojhilatê Behra Spî rê nede tu bêaramiyan. Her du welat bi hev re bihêztir in. Em heta dawiyê li gel serweriya Yewnanistanê ne.”

Serokwezîr Miçotakis jî wiha bersiva da gotinên Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan: “Hinek kes dibêjin em ê şevekê di carekê de bên. Em di berbangê de li benda hatina wan in.”