5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de dîsa şer derket

Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan îro danê sibê berdewamiya şer li ser sînorê Azerbaycanê ragihand û da xuyakirin ku di şer de 49 leşker hatine kuştin.

Berî niha medyaya xwecihî ragihandibû ku piştî şer û pevçûnên tund danê sibê roja sêşemê li ser sînorên her du welatan, ku tê de çekên giran hatin bikaranîn, di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de li ser agirbestê rêkeftinek pêk hatiye.

Êrîvanê ragihandibû ku roja Sêşemê li ser sînorê Ermenîstan û Azerbaycanê pevçûn qewimîn û dabû xuyakirin ku hêzên Bakûyê bi piştgiriya top û balefirên bêmirov xwestine di nava axa Ermenistanê de bipêş bikevin.

Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li gelek nuqteyên li ser sînor şer qewimîne û leşîkerên Azerbeycanê hewl dane ku bi pêş ve bên. “Hêzên Azerbaycanê di êrîşên xwe de çekên giran, top, hawan û firokeyên bêpîlot bikar tînin.

Êrîvanê ragihand ku serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Pashinyan bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, sertokê Fransayê Emmanuel Macron û Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken re hevdîtin pêk aniye û ji wan xwestiye ku bersivê bidin “êrîşa Azerbeycanê”.

Di hevdîtinên cuda de, Paşînyan got ku ew hêvî dike ku “bersiva guncav ji civaka navneteweyî” were dayîn.

Hêjayî gotinê ye ku Ermenîstanê piştî û şîer û pevçûnên berê agirbesta yekalî ligel Azerbaycanê ragihandibû. Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê di daxuyaniyekê de ragihand ku “Sêşemê serê sibê Azerbaycanê bi top û çekên giran topbaran kir û êrîş bir ser baregehên leşkerî yên Ermenistanê yên li bajarokên Gorîs, Sotak. û Jermuk.”