5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîroka dengbêj Silêmanê Şirnexî

Dengbêj Silêmanê Şirnexî wekî kewê ribat li mêvandarî û şevbêrk û civatan stranên xwe dixwend lê îro mixabin ji ber nexweşiyê wekî kewê ku bikeve qefesê nikare bi dilê xwe bixwîne û bistirê. Dahfka nexweşiya malik wêran rê nade bilbilê dilxemgîn ku li ser xwe û rewşa xwe jî dengekî ji dilê xwe biqîre.

Dengbêj Silêmanê Şirnexî 70 salî ye û li gundê Cêman ê girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê hatiye dinê.  Silêmanê Şirnexî ji zarokatiya xwe heta niha li Şirnexê dengbêjiyê dike û bi kilam û dengê xwe yê xweş tê nasîn. Di meha gulanê de xwîn çûbû ser mejiyê wî û ji ber vê rewşê ji aliyê xwe yê rastê ve felc bûbû. Dengbêj Silêmanê Şirnexî niha di nava ciyan de ye û nikare derdê xwe vebibêje û dîsa tekane xwesteka wî careke din wekî berê dengê xwe berde.

5 mehan di nexweşxaneyê de ma

Kurê wî Tekîn Kabûl (35) 20 sal in li dawetan distrê û diyar kir ku bavê wî pir li ber dikeve ku nikare wekî berê dengbêjiyê bike. Kabul anî ziman ku bavê wî heta vî emrê xwe jî neçûbû ser bijîşkan û cara yekem e ku bavê wî nexweş ketiye. Kabûl wiha got: “Me bi hev re xwarin xwar, bavê min piştre çû mala cîranan û li wir nexweş ket. Bavê min 5 mehan li nexweşxaneyê ma û ev 10 roj in me ew aniye malê. Ji serê xwe emeliyat bû û piştre jî me dest bi tedawiya wî ya fizîkî kir. Bavê min 2 mehan nikarîbû xwarinê bixwe, lê niha rewşa wî çêtir e.”

‘Divê em xwedî li wî û kilamên wî derkevin’

Kabûl diyar kir ku li vê cîhanê dengbêjî tişta herî bi qîmete li ber dilê bavê wî û axaftina xwe wiha domand: “Bavê min ji dengbêjiyê gelekî hez dike. Bavê min li her dîwanê dengbêjî dikir. Di paletiyê û mêvandariyan de hema li her derê stran digot. Bavê min ji jiyanê hez dike, qet li malê nedisekinî. Ji ber ku êdî nikare kilaman bibêje pir xemgîn e û xwe pir diqehirî ne. Carinan gava hevalên wî tên serdana wî û dibêjin, ew diqehire. Carinan ew bi xwe jî hewl dide ku bibêje lê nikare. Ez bi xwe jî ji bavê xwe bandor bûm û ev 20 sal in di dawatan de stranan dibêjim. Mixabin civaka me qîmetê nade dengbêj û hunermendan. Em dixwazin ku her kes xwedî li wî û kilamên wî derbikeve.”

Dengbêj Silêmanê Şirnexî di bernameyekê de wiha gotibû: “Ez bi eslê xwe Şirnexî me. Bavê min piştre ji wir derbasî Silopyayê bûye. Em eslê xwe winda nakin. Min qencî û xirabî fêm kiriye. Ez heta niha dengbêjiyê dikim. Ez ji dengbêj Feqe Salihê Sedo bandor bûm. Min gelek stran çêkirine, lê bêtir min stranên Feqe Salihê Sedo gotine. Dengbêjî heye li ser şer e, dengbêjî heye li ser evîniyê ye. Her kes li ser tiştekî dibêje.”