Rojnameya Heftane

Mifteya tenêtiyê

Mem Farqînî

Çavên min bi hesreta xewê dimirin îşev. Nizanim çi bû,  çawa bû, çi qewimîbû? Ji ber çi? Lê îşev xew nakeve çavên min. Xew û çavên min wek du peravên zeryayekê ji hev dûr in. Hemû hevalên min li jor di nav ciyên xwe de radizên. Li rexmî nexweşiya zekemê, tu kes şiyar nîne. Ji xeynî min. Guhên xwe bel dikim û guhdar dikim. Dengê nalîna nexweşan jî nayê. Bêhna tevan bi awayekî balkêş bi hevsengî ye: digirin û berdidin, digrin û berdidin… Dengê bêhna wan mîna dengê kesekî razayî tê min. Lê di rastiya xwe de nozdeh kes li jorê di nav lepên xewa şêrîn de ne.

Ez tenê li vir li xwarê me. Nivîsê dinivîsim. Bi rastî çi dinivîsim ez bi xwe jî nizanim. Ew ê  çi derkeve  halê wî jî nizanim. Lê di derengiya vê şeva bêdeng de tiştek tenê dizanim.  Xwesteka nivîsê wek zeryayek bê binî pêl bi pêl mezin dibe di nav dilê min de. Min digire nav xwe û difetisîne. Niha saeta li dîwar duduyê şevê nîşan dide. Lê saeta tenêtiyê wek Çiyayê Agirîyê li ser dilê min rûniştiye. Bi hemû giraniya xwe û ez bi tena serê xwe me. Ne dengek heye ji kesî, ne jî li jor stêrka Mem û Zînê. Ez û tenêtiya xwe, xwe digvêjin. Kujer in. Û çi dibe bila bibe dixwazim vêya binivîsim.

Ev demek dirêj bû ku min tiştek  nedinivîsand. Wek ku kurmê nivîsa di dilê min de bû, hatibû kuştin. Lê îşev her tişt serobino bû. Beriya vê şevê jî gelek şevan heta van çaxan di nav ciya de dimam. Heta heta wisa ku ji vê saetê derengtir jî mabûm. Lê belê tu car min wek îşev xwe tenê, bi tik û tenê hîs nedikir. Nizanim îşev çi bû ji min ?

Çi bû, gelo çi qewimî? Ji nişka ve min xwe di nav hestên tenêtiyê de dît. Niha jî li hember vê tenêtiyê şer dikim. Dinivîsim. Wê çi qas encamgir be nizanim. Lê min dil heye ku vê kerba dilê xwe biavêjim derve. Bi rastî ev çend mehên dawî min qet pênûsê negirtibû destê xwe. Helbet di vê dema derbasbûyî de çend nameyên bi darê zorê nivîsandibûn. Ez wan jî wek nivîs nahesibînim. Lê tenêtiya îşev, ev hestên îşev çawa dest pê kir nizanim.

Gelek caran min li ser tenêtiyê nivîsandibû xwedê giravî. Lê dema îşev min ev tişt di kûrahiya dilê xwe de jiya, niha xwe bi xwe dibêjim, ew hemû tiştên ku min beriya vê nivîsandibû tenê gotin bûn. Û niha di nav tenêtiya xwe de dipirpitim. Jana min nayê ziman. Ji bo vêya hevalên biwate tunene. Ji bo hestên xwe binivîsim ên hene jî têr nakin. Tu dibêjî qey erd qelişiye û hevokên di mêjiyê min de bûne tov, xwe avêtine ev erda qelişî. Xwezî min çareseriyek bidîta ji vê re.

Çend sal berê min nivîsek nivîsandibû li ser xemgîniyê. Piştî nivîsa min hevalek ji min pirsîbû, “ev çi tişt e, an çi kes e tu xemgîn kirî ?” min  wê çaxê wek bersiv tenê gotibû “nizanim!“. Bi rastî jî carna hin hest hene ku di derûniya meriv de ciyekî girîng ji xwe re ava dikin.  Ez sebeba vê jî bi tevahî nizanim. Ma ev tiştek pir ecêb e gelo? Dibe ku, wisa be jî.

Lê niha şev dereng e. Ez li vir im. Bi tena serê xwe. Dizanim çi bikim jî ez û tenêtiya xwe, em ê îşev rû bi rû bin. Niha saet 2:15 e. Nan hat û min nan girt. Hevalek rabû ji xewa xwe ya şêrîn. Bêhna nanê germ xuya ye ku ew sermest kiriye. Niha nan dixwe. Ez jî ev rewşa wî dinivîsim. Ev kurmê xwe yê nivîsê gere bi awayekî bişikînim. Lê çawa nizanim. Xwezî min mifteya deriyê tenêtiya xwe karibûya vekira. Lê nabe. Bêhna nanê germ li pey xwe dihêlim û  ber bi qata jor ve  diçim. Kî dizane dibe ku îcar dayika min a xew min jî hembêz bike…

*Ji girtîgeha Rihayê