spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Miradê Kinê û hin bîranîn

Miradê Kinê di nav muzîkjenên kurd de xwedî terzeke cuda û cihekî balkêş e. Di  salên 70’yî de, li gelek gund û bajarên herêma Mêrdîn, Sêrt û Êlihê wekî ‘Mîrê Ribabê’ tê nasîn. Ji şevbuhêrkan heta dawet û gelek şahiyên li herêmê digere û bi deng, stran, çîrok û henekên xwe di dilê gelek ciwanan de cih digire! Demekê her çi qas hin alî û derdor dixwazin wî bi memûrtiyê ji stranbêjiyê dûr bixin jî ji eşqa stran û ribaba xwe dev ji stranbêjiyê bernade. Ji ber ku êdî wî dengê Mihemed Arifê Cizirî Eyşe Şan û gelek stranbêjên kurd ên din kiribû.

Di dawetên salên 70’yî de li her gund û navçeyeke Mêrdîn û Sêrtê ji hindik kesan re bûye şens ku strana ‘Seyrê û Eliyê Memed’ ji dengê  Miradê Kinê guhdar bikin. Li gelek gundan ciwanan dixwestin ku li şevbuhêrka Miradê Kinê  bi strana ‘Seyrê û Eliyê Memed’ guhdar bikin û dilê xwe şad bikin. Ciwanên ku di wan rojan de ev şens ketiye destê wan û bi dengê stranên Mirado dilşad bûne, dibêjin ax hezar xwezî  bi wê kêliya ku li ber dengê Mirad û ribaba wî! Abid Kayi û Abdulhakîm Ozhan hin ji wan kesan in ku di navbera salên 1970- 74’an de gelek caran tev li şevbuhêrkên Miradê Kinê bûne û bîranên xwe bi me re parve kirine.

Abid Kayi (75) ji gundê Ewtê yê navçeya Misirce ya Sêrtê ye. Ji zaroktiya xwe ve kul û meraqa wî  guhdarkirina stranên Mihemed Arif, Eyşe Şan, Erdewan Zaxoyî, Evdalê Zeynikê û Miradê Kinê ye. Loma ji xwe re ji sûka Sêrtê teybeke reş kiriye û  bi vî awayî tim bala xwe daye ser stranbêj û dengbêjên çanda xwe. Abid Kayiyê ku tim xwestiye strana Seyrê ji dengê Miradê Kinê bibihîze, der barê Miradê Kinê de diyar kir ku cara ewil ew Miradê Kinê di sala 1974’an de li daweteke gundê Ewtê nas dike û wiha got: “Li nav civata gund me bihîst ku dê Miradê Kinê were gundekî nêzî me dawetê. Dema min ev yek bihîst, hema min çû pîlên teyba xwe nû kirin û bandeke 90’lik stand û min wek zarokekî ku haziriya eydê dike,  xwe wiha amade kir. Şeveqê zû jî min teyba xwe xist destê xwe û min berê xwe da gund.”

Seyrê û Eliyê Memed

Kayi dema cara ewil strana ‘Seyrê û Eliyê Memed’ ji Miradê Kinê dibihîze teyba di destê xwe de ji bîr dike û nêzî saetekê bênavber bi ciwanan re yên ji gundên derdorê (Şemsê, Bizênka, Gêrê, Tilê, Baciriyê… ev gund di bin bendava Ilisuyê de man!) hatine li Mirado guhdarî dike. Kayi der barê vê bîranîna li gundê Ewtê de wiha got: “Dema ku min ew dît, min ji çavê xwe bawer nedikir ku ew kesê di quncikê odeya mêhvanan de rûniştibû Mirado be! Hema bêje min stranên wî tev ji ber kiribûn lê strana Seyrê û Eliyê Memed di dil de dijiya hewqasî min ji dil û can hîs dikir. Di wê kêliya de êdî ez jî li Welatê Hesenê Heydaran bûm! Hê ez di nav vî halî de bûm Mirado got ‘xwarzê tu dibêjî qey tu bi heyvê ketî’. Min di wê kêliyê de nikarîbû ti tiştî bibêjim. Banda min a 90’lik jî virtûvala di destê min de mabû!”

Abid Kayi di berdewama axaftina xwe de bi kêf û coşeke mezin qala bîranên xwe yên ku 50 sal in di bîra wî de ne dike û piştre berê xwe dide gundê Derêca (Mêrdîn) mala Mirado ji bo banda xwe tijî bike. Abid hestên xwe wiha tîne ziman: “Mirado ji me ciwanan re xewn û xeyalek bû. Piştî ku Mirado band ji bo min dagirt, êdî hevalên me yên din tev ji me hesidîn! Ew derfetên ku her kes dema bixwaze li wî guhdarî bike tune bû ji ber wê jî ez yekî bişens bûm ku Mirado ji bo min bandek tije kiribû.”

Hunereke dewlemend

Abdulhakîm Ozhan (76) jî ji gundê Bizênka yê navçeya Misircê ya Sêrtê ye û di 14-15 saliya xwe de Miradê Kinê nas dike. Ji bo ku dengê Mirado guhdarî bike berê xwe dide gundê Tilê yê Sêrtê. Piştî wê hevdîtina wan  hevaltiya wî û Mirado dest pê dike. Abdulhakîm, bi hezkirin û bêrîkirineke kûr qala Miradê Kinê û stranbêjiya wî dike û wiha dibêje: “Mirado xwedî hunereke dewlemend bû. Stranên xwe di kêliyê de li gorî civata di nav de yan jî li gorî xwestekên guhdaran xwe çêdikirin û meqam li wan dianî. Di nav stranên wî de ji xeynî mijarên evîniyê û yên şer û pevçûnan ji dara belalûkê, kizwanê berûyê heta mijara çêlika zer wî rêzikên xwe li hev dianîn.”

Abdulhakîm di axaftinan xwe de bal kişand ser şêweya Miradê Kinê ya dewlemend û nêzîkatiyên nifşên niha yên ku bi muzîkê re eleqedar in û axaftina xwe wiha domand: “Nifşên niha min ne bawer e ku ji stranên Mirado fêm bikin. Ji ber ku ciwan ji çanda xwe dûr ketine. Bi zimanê xwe naaxivin, çandê ji ser guhê xwe ve diavêjin!”

Mîtosa Mala Kinê

Dema em bala xwe didin muzîka Miradê Kinê her çûye li herêmê bûye ekolek. Tenê ne Mirad mala Kinê tev bi rengê lêxistina ribabê hatine naskirin. Li gorî agahiyên ku Abdulhakîm Ozhan parve dike, li gelek gundên herêmê ji bo ku mala Kinê pir baş li kemaçê bi kar anîne,  mîtos jî li nav civatên gundên heremê hatine gotin. Li gorî vê mîtosê Îsayê Mala Kinê, rojek ji nişka ve wenda bûye û çûye daweta kurê Mîrê eciniyan kiriye. Heta demeke dirêj Îsayê Kinê li cem wan dimîne û heta ku rojekê bêriya malbata xwe dike û dibêje ez ê herim cem zarokên xwe. Êdî li ser xatirê ku Îsayê Kinê baş li ribabê dixe ecinî wî dişînin cem zarokên wî. Êdî çanda ribabê li vê herêmê bi mala Kinê pişt re jî bi Miradê Kinê tê belavkirin. Sedema ku Mirado bi şêweyeke cuda û balkêş  ribab bi kar aniye, di nav civatên gund û bajarên herêmê de ev mîtos hatine gotin û belavkirin.

Miradê Kinê di 17’ê kanûna 1984’an de diçe ber dilovaniya Xwedê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê