26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mizgîniya Erdogan!

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

8’ê sibatê serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan aşkere kir ku ew ê roja çarşemê mizgîniyekê bide. Li ser vê 10’ê sibatê di berbanga sibê de artêşa tirk li dijî herêma Garê dest bi êrişeke dagirkeriyê kir. Wezîrê parastinê Hulusî Akar bixwe aşkera kir ku ev êriş bi 40 balafir, bi dehan helîkopter û bi hezaran leşkeran ve pêk hatiye.

Di hefteya pêş de, qaşo plan kiribûn ku ew ê biçin leşker û polîsên êsîr ji destê gerilayan derxin bînin Tirkiyeyê û ger bikaribin darbeyê li navenda fermandariya gerîla bixin, li ser vê pesnê xwe bidin. Di vê operasyonê de jî derket holê ku artêşa tirk ji demên borî ti tecrûbe dernexistiye, nezan e û ji alî leşekrî ve jî gelek qels e.

Di vê operasyonê de sûçê dewleta tirk pir giran e. Ew ne tenê qatilê wan leşkeran e, her wiha qatilê malbatên wan û qatilê hestên dostaniya civaka tirk û kurdan e jî.

Rêvebirên dewleta tirk ku hemû nirxên vî gelî kirine qurbana desthilatdariya xwe, îro bêyî ku şerm bikin, li ser cenazeyên wan leşkeran hamaseteke erzan dikin, gelê tirk li hember gelê kurd sor dikin. Pêwîst e em vê bizanibim ku di vî şerê qirêj de, bi qasî desthilatdariya rejîma AKP-MHP’ê sûçdar e, her ewqas jî CHP û ÎYÎ Partî jî şîrêkên vî sûcên giran in.

Têkçûna li Garê di artêşa Tirkiyeyê de şikestinek mezin çêkir. Ev şikestin bi her awayî bandora xwe li ser qada siyasî jî bi awayekî xurt da hîskirin. Wek di vê êrişê de jî derket holê ku rejîma AKP-MHP’ê bi şer û pevçûnan ve xwe li ser piya digire. Lewma şikestina di şer de tê wateya têkçûna qada siyasî jî.

Her çiqas ji bo kuştina êsîran rexneyên tund li artêşê û desthilatdariya AKP-MHP’ê tê kirin jî, di bingeha van rexneyan de têgeha neqebûlkirina binketina artêşa tirk heye. Ji ber vê yekê têkçûna li Garê wek pêvajoyek nû tê binavkirin.

Sê sîlahşorên şerê teybet ên rejîma AKP-MHP’ê Hulusî Akar, Suleyman Soylu û Hakan Fîdan ên bi fermana Erdogan tevdigerin berpirsên vê binketina dîrokî ne. Lê divê bê zanîn ku bi destê van her sê kesan li Kurdistanê gelek sûcên şer ên mezin pêk hatin. Komkujiya li Garê pêk hat jî yek ji van e. Lewma dema mirov vê êrişa li ser Garê dinirxîne, bi her awayî pêwîstî heye ku pratîka van kesan a nebaş jî mirov li ber çavan bigire û li gor wê rewşê binirxîne.

Kuştina êsîran, bi her awayî binpêkirina peymanên navneteweyî ye. Lê ev cara yekem e ku artêşa tirk peymanên navneteweyî binpê dike? Naxêr. Ev çek û amûrên li gor peymanên navneteweyî  hatine qedexekirin ji aliyê artêşa tirk ve gelek caran li dijî gerîla û kesên sivîl hatine bikaranîn.

Dewleta tirk tevî dewletên din ên cîhanê di 29’ê nîsana 1997’an de Peymana Çekên Kîmyewî îmze kir. Bi vê teahudê kir ku wê van çekan bi tu awayî bi kar neyne. Lê herî dawî ew çek di êrişa li Garê de ji aliyê artêşa tirk ve hat bikaranîn.

Di nêzdîroka Kurdistanê de ji aliyê dewleta tirk ve çek û gazên kîmyewî di komkujiyên Dêrsimê de hatine bikaranîn. Fermandarên ku qesabên kurdan bûn, di bîranînên xwe de dibêjin: “Me ew weke mişkan di şikeftan de jehrî kirin.” Piştî salan derket holê ku Almanyayê ev gaz firotine dewleta tirk .

Ji Dêrsimê, ji 1938’an dema em tên 1988’an, îcar em li Helebçeyê dibin şahidê bikaranîna çekên kîmyewî. Welatên rojavayî jî weke tedarikwanên van çekan derdikevin pêş. Lê yek ji wan jî ji ber vî sûcî nehatiye darizandin.

Dibe ku ev her du dîrok ji roja me ve dûr xuya bikin lê ji salên 1990’î ve li hemberî gerîlayên Kurdistanê jî gelek caran ev çek hatine bikaranîn. Di 17’ê gulana 1994’an de 22 xwendevanên dersxaneyê li Meletiyê berê xwe dan nav refên gerîlayan. Li Çiyayê Bêzarê li Semsûrê bi çekên kîmyewî hatin şehîdkirin. Di sala 1995’an de artêşa tirk li herêma Geliyê Şêx Cuma ku dikeve navbeyna Sêrt û Bedlîsê çekên kîmyewî bi kar anî. Di encamê de 80 gerîla şehîd bûn. Li gorî raporên ÎHD’ê di navbera 1994 û 2011’an de li dijî gerîlayan 41 caran çekên kîmyewî û biyolojîk hatine bikaranîn. Ji ber bikaranîna çekên kîmyewî 437 gerîla şehîd bûne.

Rejîma AKP-MHP’ê di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de, li Cizîrê jî çekên qedexe bi kar anîn. Faysal Sariyildiz ku wê demê wekîlê HDP’ê yê Şirnexê bû, li ser bûyerê nameyek ji saziyên navneteweyî re şand, xwest li Cizîrê lêpirsîn were kirin. Sariyildiz di nameya xwe de gotibû: “Encamên otopsiyê hene ku tê de gelek ji wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane, bi şewitandinê hatine kuştin û laş jî parçe bûne.

Dewleta tirk di şerê xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê de jî li Efrînê, li Girê Spî, Serêkaniyê û Til Temirê jî çekên qedexe yên kîmyewî bi kar anîn.

Wek di van mijaran de jî derdikeve holê ku dewleta tirk gelek caran li dijî gerîlayan çekên kimyewî bi kar anîne. Lewma di ser meseleya êsîran de rejîma AKP-MHP’ê dixwaze ser têkçûna xwe ya li Garê bigire. Lê rastiya bikaranîna çekên kîmyewî, ji binketina wan xirabtir e.

Lê dema mirov li têkoşîna PKK’ê dinêre, nêzîkatiya wê ya ji bo êsîran jî aşkera dibe. PKK timî li gorî wijdan û exlaqê tevgeriyaye. Di çarçoveya peymanên navneteweyî de  berpirsyariyên xwe bi cih anîne. Lê dewleta tirk di nav 40 salên dawî de gelek qetlîam kirine.

Ew leşkerên dîl dikaribûn bi diyalog û lihevkirina pir hêsan a bi PKKê re bigihîjin malbatên xwe, lê dewleta trik li rêyên çareseriyê negeriya. Erdogan xwest ev kesên êsîr ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne, lê nebû. Bi bomyên dewleta xwe ve kuştina girtiyan bû “mizgîniya” Erdogan a ji bo malbatên leşkerên êsîr.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê