27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MXDŞ’ê hevserokên xwe hilbijart

Kongreya 4’emîn a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi dengdana pêşnûme biryaran, hilbijartina meclîsa nû û hevserokên meclîsê bi dawî bû. Di hilbijartinê de Xezal Reşo û Haşim Hecî hevserokên nû yên MXDŞ’ê hatin hilbijartin.

Kongre bi axaftina hevserokên Meclîsê destpê kir. Di kongreyê de peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, peyama nûnerên pêkhateyên Şengalê, peyama Rojavayê Kurdistanê û gelek peyamên din hatin xwendin. Piştî biryaran û hilbijartinê kongre bi dawî bû. Di Kongreyê de pêşnûmebiryarên ku hatine amadekirin pêşkeşî pêkhateya kongreyê hatin kirin. Di pêşnûmebiryaran de biryarên der barê Ocalan,  siyasî,  rêxistinî, perwerde, tenduristî, çand û huner, ragihandin, şaredarî, aborî, dîplomasî, ewlekarî, parastin, tevgera ciwanan de hatin xwendin û erêkirin.

Çend biryarên bingehîn ku di kongreyê de hatin erêkirin ev in;

Li ser esasê taybetmendîya civaka êzidî ji bo Xweseriya Şingalê bi rêkên qanûnî û rewa bê qebûl kirin, projeya çareseriyê were amadekirin û pêşkêşî cihên eleqeder were kirin.

Biryara 9’ê cotmeha 2020’an weke komployê fermana di bin navê qanûnê de em bi nav dikin û çareserîya ku îradeya êzidîya nas nakin em qebûl nakin.

Hewldana dewletê ku dixwaze Asayîşa Êzîdxanê belav bike bi tu şêwazî nayê qebûlkirin.

Asayişa Êzîdxan weke ewlekariya hundirîn ya Şengalê di bin sîwana meclisê de kar û xebatên xwe bike.

Erka sereke a YBŞ-YJŞ li hember perçekirin û dagirkirina Iraqê parastina yekbûna axê, ji bo Iraqeke federal, demokrat û Şengalekî Xweser tekoşîn kirin e.

Pêwîst e em azadiya Ocalan weke azadiya xwe bibînin û ji bo azadiya xwe pêwîst e em tekoşîn bikin.

Ji bo mezinkirina YBŞ,YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê xebat werê xurtkirin.

Ji bo Fermana 73 weke jenosîde dane qebûlkirin, li Iraqê û qada navneteweyî têkoşîna sîyasî û huquqî xurt kirin.

Ji bo vegera gel a Şengalê kar û xebat werin berfireh kirin.

Ji bo rêberiya Xweser temsîla gelê Şengalê tevahî bike, hemleyek rêxistinkirina gel were despêkirin.

111 kes ji bo meclîsê hatin hilbijartin

Piştî erêkirina biryaran, hilbijartina kongreyê hate kirin. Ji bo 111 endamên meclîsê hilbijartin hate kirin. Beriya kongreya giştî, li meclîsên gundan hilbijartin hatibûn kirin. Beşekê lîsteya endamên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi vî rengî hatiye amadekirin

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji van meclîs, sazî û kotayan ava dibe: Meclîsa Serdeştê, Meclîsa Sinûnê, Meclîsa Xanesor, Meclîsa Dîgurê,Meclîsa Guhbel, Meclisa Borik, Meclisa Duhola, Meclisa Zorava, Meclisa Şengalê, Meclisa Tilezêr, Meclîsa Xeta Ereban, Meclîsa Eşayîran, Kota Mesihiyan, Kota Şîayan, Desteya Oldaran, Ji Saziya Maliye, Malbatên Şehîdan, Saziya Ragihandinê, Çand û Huner, YJŞ, YBŞ, Asayîş, Saziya Mamosteyan, PADÊ, Saziya Tenduristiyê, Şaredarî, TAJÊ û Tevgera Ciwanan.

Lîste ji beşdarên kongreyê re hate xwendin û kete dengdanê. Hemû lîste bi piraniya dengan hate qebûl kirin.

Hevserokên nû hatin hilbijartin

Piştî hilbijartina meclîsa ji 111 kesan, ji bo hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û her du cîgirên wan hilbijartin pêk hat. Di encama hilbijartinê de Xezal Reşo û Haşim Hecî wekî hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hatin hilbijartin. Her wiha Heso Îbrahim û Sêvê Emo wekî cîgirên hevserokan hatin hilbijartin.