În, Nîsan 16, 2021

Myanmar: Tiliyên Çînê, pêçiyên DYA’yê

Di nav şaristaniya navendî de û nexasim bi geşbûna kapîtalîzmê re pergala darbeyê bûye diyardeyeke bingehîn a rêvebirinê. Dîrokçeya derbeyê jî hema hema bi qasî dîroka mirovahiyê kevn e. Heke şerê di navbera şaristaniya navendî û şaristaniya demokratîk de baş bê nirxandin, çarçoveya pergala darbeyê jî dê bi awayekî zelal û şênber were xêzkirin. Şaristaniya navendî ya hêzperest, di nav pêvajoya dîrokî de ji xwe ra kevneşopiyeke derbeyê afirandiye û her ku serê pergalê bi demokrosiyê re êşiyaye mekanizmaya derbeyê ketiye dewrê.

Dîroka mirovahiyê digel berxwedanên gelan, bi derbeyan jî dagirtiye. Wekî mekanîzmayeke bidestxistina rêveberiyê di sedsala 21’emîn de jî kevneşopiya derbeyê zindî ye û ji teref gelek aliyan ve tê hebandin. Kulekiya pergala kapîtalîst wekî çareyeke sereke derbeyê bi kar tîne, bi vî awayî hewl dide xwe li ser piyan bihêle. Meriv dikare bi rihetî bibêje, li seranserî cîhanê, dewlet û rêveberiyên ku ketine nav pencên kapîtalîzmê hemûyan serî li derbeyê xistine.

Her çiqas şêweyên derbeyê yên cur bi cur hebin jî têgeha “derbe”yê bêtir wekî têgeheke leşkerî di nav termînolojiya dîrokî de bi cî bûye. Heta niha herî zêde derbeyên leşkerî pêk hatine. Ji ber wê ye dema ku em peyva derbeyê dibihîzin yekser leşker û artêş tên bîra me.

Derbe lê silametiya dewletê

Artêşek dema derbeya leşkerî pêk tîne herî zêde van xalan ji xwe re dike hincet: Artêş îdia dike ku hikûmet nikare beramberî pirsgirêkên aborî, civakî, leşkerî çareyan peyda bike, ji ber vê yekê bi darê zorê dest datîne ser rêvebirina dewletê. Ev derbeya leşkerî ye. Divê ev jî bê gotin ku hemû derbe di çarçoveyeke faşîzan de tên nirxandin û çavkaniya herî xurt ya derbeyên leşkerî jî nijadperestî, hêzperestî ye ku qaşo di bin navê silametiya dewletê de bi raya giştî re tên parvekirin.

Di nav van salên dawî de hemû şer û pevçûnên li cîhanê diqewinin jî bi awayekî xwe dispêrin mekanizmaya darbeye. Divê şerên li Rojhilata Navîn, pevçûn û lêkdanên Amerîkaya Latîn, Afrîka û Asyayê jî di vê çarçoveyê de werin nirxandin.

Di heyamên cuda cuda yên şaristaniya navendî de awayên pêkhatina derbeyan jî hêjayî nirxandinê ye. Serdema neolîberal de derbeyên ku pêk tên ji nakokiyên navxweyî bêtir bi destê hêzên ku şerê serweriyê li hemberî hev dikin pêk tên. Destwerdena dewlet û hêzên mezin li welatên mayîn tene ji bo berjewendiyên wan e. Li welatên paşdemayî mekanîzmaya derbeyê zûtir dikeve dewrêyê, lewra destwerdan herî zêde li wir tên dîtin. 

Derbeya Myanmarê

Piştî bidestxistina rizgariya xwe (1948) li Myanmarê di sala 1962 û di 1988’an de du derbeyên leşkerî çêbûbûn. Desthilatiya derbeyê ya li Myanmarê, derdora nîv sedsalî rêveberiyê destgîr kiribû. Myanmar di van salên dawî de ji ber zilma ku li misilmanên Rohîngyarê dihat kirin di rojeva cîhanê de bû.

Herî dawî li Myanmarê, di 1’ê sibata 2021’ê de bi îdiaya ku hikûmetê di hilbijartinên meha Mijdarê (2020) de hîleyan kiriye artêşê dest danî ser hikûmetê. Serfermandarê derbeyê Min Aung Hlaing bi derbeya leşkerî dawî li hikûmeta Aung San Suu Kyi anî ku ji 2015’an vir ve hikûmet di hilbijartinan de bi ser diket. Berî deh salan li Myanmarê desthilatiya derbeyê hebû û bi  Suu Kyi û partiya wî Yekitiya Demokratîk a Neteweyî (NLD), Myanmar ji desthilatiya derbeyê rizgar  bibû.

Serokê Konseya Dewletê, Aung San Suu Kyi ku ji teref dewletên rojavayî û DYA’yê ve piştgiriya wê dihat kirin, di sala 1991’ê de xelata aştiyê ya Nobelê bi dest xistibû. Di hilbijartina 2015’an de partiya Suu Kyi bi rêjeyeke zêde bi ser ket û hevalê Suu Kyi, Win Myint bû serokkomarê dewletê. Ji ber ku Suu Kyi hemwelatiya Îngîltereyê bû û bi îngilizekî re zewicî bû, nikarîbû bibe serok. Lê ji bo wê  meqamê Serokatiya Konseya Dewletê hat damezirandin. Ji ber birêvebirina krîza misilmanên Rohîngyarê Suu Kyi jî hatibû rexnekirin û dihat gotin di dema desthilatiya wê de qirkirin li hemberî misilmanan çê bûye.

Di hilbijartinên mijdara 2020’î de partiya Suu Kyi beramberî partiya muxalefet Ji Bo Yekitiyê  Partiya Piştgirî û Pêşketinê (USDP) ya ku artêşê piştgiriya wê dikir dîsa bi ser ket.  Artêşê hilbijartin qebûl nekir û bi îdîayên wekî; hîle di hilbijartinê de hatine kirin, derbeya leşkerî pêk anî û rêvebirên hikûmetê hatin destgîrkirin û artêşê ragihand ku ji bo silametiya dewletê wan dest danîye ser hikûmetê.

Rengvedanên berjewendîperest

Tê gotin ku havîna bê dema peywirê ya serfermandarê artêşê Min Aung Hlaing dê biqediya, piştî ku alîgirên Suu Kyi bi ser ketin serfermandar ji destkeftiyên artêşê yên heyî tirsiya û derbeya leşkerî pêk anî.

Tê gotin ku di paşxaneya darbeyê de destwerdanên Çînê heye. Wekî ku tê zanîn Amerîka û welatên YE’yê ji bo berjewendiyên xwe piştevaniya Suu Kyi dikirin lê Çînê ji bo berjewendiyên  xwe yên herêmî piştgirî dida artêşê. Du hefte beriya derbeya leşkerî Wezîrê Karê Derve yê Çînê çûbû serdana Myanmarê û bi serfermandar Hlaing re hevdîtinek kiribû. Tê gotin ku di vê hevdîtinê de soza piştgiriyê ji bo Hlaing hatiye dayîn.

Hlaing fikirî heke ew derbeyê pêk bîne zext û fişarên Amerîka û welatên Ewropî dê zêdetir bibin, ji ber vê yeke hewl da ku xwe bispêre Çînê. Çînê jî ji bo berjewendiyên xwe yên li dijî Amerîkayê ev piştgirî texsîr nekir. Tê zanîn ku Amerîkayê bi rêya tengava Malakkayê rêya Çinê ya bazirganiyê asteng kiribû, niha jî Çîn dixwaze ser Myanmarê xwe bigihine rêyên xwe yên bazirganiya deryayî. Myanmar ji bo her du aliyan jî ji bo serweriya li herêmê cihekî stratejîk temsîl dike. Heke meriv bikaribe derbeya leşkerî di vê peywendê da bixwîne û binirxîne wê gavê hem pirsgirêkên li herêmê peyda bûne, hem ragêşiyên di navbera her du hêzên kapîtalîst de û armancên wan ên li ser herêmê û her wiha nakokiyen navxweyî yên li Myanmarê dê bêtir bên fehmkirin.

Çînê ji sala 2003’yan vir ve hewl dide ji ser Myanmarê xwe re rêyinan veke. Ji bo vê yekê di sala 2003’yan de xeta gaza siruştî, di 2017’an de xeta petrolê ava kir. Ber da jî rêya trenê da sazkirin. Werhasilî kelam, Çînê, Myanmar ji bo xwe dabû amadekirin lê piştî serkeftina partiya Suu Kyî tirsiya ku van amadehiyên xwe radestî hikûmeteke ku Amerîka piştevaniya wê dike, bike. Derbeya leşkerî ji bo berovajîkirina vê rewşê wekî tekane çare hat cîbicîkirin. Wekî nerîtekê kapîtalîst e êdî; li ku şer e, tiliyê Çînê, pêçiyê DYA’yê lê ye.

Li Myanmarê gelek sazî û dezgehên girêdayî aboriyê di bin deste artêşê de ne. Ji ber vê yekê artêş wekî alternatîfa herî xurt hat dîtin. Artêşê piştî derbeyê ji bo salekê rewşa neasayî hat îlan kir.

Pevçûnên ku piştî derbeya leşkerî di navbera alîgirên hikûmetê û leşkerên derbeyê de qewimîbûn berdewam in. Heta niha bi sedan kes hatine binçavkirin û kuştin. Di çalakiyên herî dawîn qewimîbûn de 14 kes hatin kuştin.

Şerê di navbera alîgirên hikûmetê û leşkeran de girêdayî ragêşiyên navbera Çîn û Amerîkayê teşe digire. Heta encamek jê derkeve ka dê çiqas kes bên kuştin!