spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Namzetên serokatiya Amerîkayê ya hilbijartinên 2024’an kî ne?

Hevrikî û pêşbaziya namzetiya serokatiya Amerîkayê ya hilbijartinên 2024’an di navbera Biden, Trump, Nikki Haley û çend namzetên serbixwe de dest pê kiriye

Trump û Haley ji bo namzediya Partiya Komarparêz hevrikiyê dikin, di heman demê de Biden namzedê rastîn ê Partiya Demokrat e.Hejmarek namzedên partiya sêyem ên ku dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin jî hevrikiyê dikin.

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump û Balyoza berê ya Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley ji bo namzediya Partiya Komarparêz ji bo hilbijartinên serokatiyê yên k 2024’an hatine plankirin hevrikiyê dikin, di heman demê de Serok Joe Biden berbijarê rastîn ê Partiya Demokrat e.

Ji bilî van namzetan hejmareke namzetên serbixwe jî hene ku dixwazin tev li vê pêşbaziyê bibin.

Namzetê Partiya Komarî Donald Trump, li gorî anketa herî dawî ya ku ji hêla Reuters/Ipsos ve hatî çêkirin bi rêjeya ji sedî 64% piştgiriyê werdigire. Trump 77 salî ye û der barê wî de gelek doz hatine vekirin û berdewam dikin.

Gelek pirsgirêkên qanûnî li pêşiya Trump hene û gelek dozyayên wî ji Dadgeha Bilind a Dewletên Yekbûyî re hatine şandin ku dibin astengî li pêşberî namzetiya wî.

Trump soz da ku eger careke din were hilbijartin ew ê tola xwe ji wan kesan hilîne ku wan dijminên xwe dihesibîne û her ku diçe zimanekî acizker bikar tîne, di nav de jî dibêje ku ew ê tenê “roja yekê” bibe dîktator.

Nazmeta Komarparêz Nikki Haley

Nazmeta din a Partiya Komarparêz  Nikki Haley ye. Haley 52 salî ye û parêzgara berê ya Karolînaya Başûr bû.  Di bin serokatiya Trump de balyoza Neteweyên Yekbûyî bû. Nikki Haley ku keça koçberekî ji Hindistanê ye balê dikişîne ser ciwaniya xwe û temenê xwe bi yê Trumpê 77 salî û Joe Bidenê 81 salî re dide ber hev.  Rêjeya piştgiriya Haley li gorî anketeke Reuters/Ipsos derdora ji sedî 19 ji dengan e.

Namzetê serbixwe Dean Phillips

Namzetê serbixwe Dean Phillips Karsazeke mîlyoner ê 55-salî ye. Her wiha kongresmanekî Amerîkî yê hinekî naskirî ye, di Cotmehê de ragihand ku ew ê di pêşbaziya dijwar de li dijî Biden bibe namzed ji ber ku wî bawer dikir ku serok nikaribe serdemek din bidest bixe.

Her wiha di nava namzetên serbixwe de Robert F. Kennedy Jr, Cornell West û Jill Stein jî hene.