Baskê Wan û Qersê yên Rêwiyên Meşa Mezin a Azadiyê ku li Amedê gihiştin hev, serê sibê derbasî navçeya Sîweregê bûn. Rêwiyên Meşa Azadiyê piştî li navçeya Sîweregê goristana Mahmut Zengîn û Îbrahîm Ayhan ziyaret kirin, vê carê berê xwedan navçeya Curnê Reş (Hîlwanê). Rewiyên Meşa Azadiyê li navçeya Curnê Reş bi girseyek mezin û dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” hatin pêşwazîkirin. Dîsa rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Hîlwanê di pêşwazîkirina Rêwiyên Meşa Azadiyê de pankarta mezin a li ser “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya DEM Partiyê ye” vekir û bi girseyek mezin rêwiyên azadiyê pêşwazî kir. Rêwiyên Meşa Azadiyê li navçeya Curnê Reş (Hilwan) gora pêşengê PKK’ê Salîh Kandal ku di şerê li Hîlwanê de jiyana xwe ji dest da, ziyaret kirin û qurnefil danîn ser gora Salîh Kandal.
Di serdana gora Salîh Kandal de Parlamenterê DEM Partiyê û Berdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek axivî û di şexsê Salîh Kandal de hemû kesên di rêya aştî, azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.