27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Namzetên serokatiya Lîbyayê kî ne

Piştî ku Saziya Bilind a Hilbijartinan deriyê bernamzetiyê vekir gelek kesan ji bo serokatiya Lîbyayê serî li saziyê da. Di nava kesên ku heta niha serlêdan kirine, çend navên balkêş hene. Di destpêkê de kurê serokê berê yê Lîbyayê Qaddafî Seyfulislam Qedafî, serî li saziya hilbijartinan da. Ev yek di nava raya giştî ya Lîbyayê de bû cihê nakokî û nîqaşên mezin.

Namzetiya Xelîfe Hefter jî, ji ber nasnameya xwe ya leşkerî, bû cihê nerazîbûna hin aliyên siyasî.  Wekî din jî hin kesên din jî berendamtiya xwe aşkera kirin wekî: Arif El Nayid serokê hevgirtina (Vejîna Lîbyayê) ku berê sefîrê Lîbyayê Îmaratê bû.

Çav li rê ye ku hin kesên din ên wekî serokwezîrê hikûmeta demkî Abdulhemîd Dubeybe û serokê parlamentoyê Aqîla Salih û wezîrê karên hundir ê berê Fethî Başaxa jî dê tevli hilbijartinên serokatiya Lîbyayê bibin.

Hêjayî gotinê ye ku dê hilbijartinên serokatiya Lîbyayê li ser 2 pêvajoyan pêk were ya pêşî di 24’ê kanûna 2021’ê  de û ya duyemîn piştî wê bi 52 rojan, bi hilbijartinên parlamentoyê re.