26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

NASA teknolojiya xwe li Marsê diceribîne

Daîreya Feza û Hewavaniya Neteweyî ya DYAyê (NASA) firokeya xwe ya bi navê Ingenuity li Marsê firand. Ev cara ewil e ku firokeyek li gerstêrkeke din difire.

Hat ragihandin ku Ingenuity ji deqeyekê kêmtir li hewa maye. Lê armanca NASA’yê ew e ku di demên pêş de dem û bilindbûna firîna Ingenuity’ê zêdetir bike. Firoke di saet 10:30’î de bi hewa ket, agahiyên ku firokeyê berhev kirin piştî çend saetan gihîşt cîhanê.

NASA bi van firînan dixwaze nîşan bide ka ev teknolojiya cîhanî li Marsê dixebite an na. Bi vî awayî NASA teknolojiya xwe jî li Marsê diceribîne.

NASA’yê destnîşan kir ku Ingenuity dê ji bo keşifkirinên fezayî bibe destpêka serdemeke nû.