30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Navdanînên kurdên rojavayê Ferêt

Divê pêşî bête zanîn ku gotin û îdeayên di vê nivîsarê de hewceyî lêkolînên bi rêk û pêk in, pêwîste xortên kurd bi taybet jî akademîsyenên (endamê akademiyan) ciwan bi awayekî hişyar li ser vê mijarê serê xwe bêşînin, bikevin pey piştrastkirina van gotinan.

Lew ku ew gotin û îdea li ber lêkolînerên ciwan xetîreyekê (meşale) nû vêdixin û berê wan ber bi rêyeke nû ku heta vê gavê jî tu kesî li ser xebatên zanistî nekirine dike. Ger ku em ji piştî vê hişyariyê vegerin ser mijara xwe, divê em pêşî têgîha “nav” şîrove bikin û li ser çi bûna navan, çend tiştan bibêjin.

Bêguman nav û navlêkirinên her kom û civatekê bi zar û zimanên wan hatine bilêvkirin û ew nav û nûçikên ku ji hêla civakê ve li heyberan (heyî) hatî kirin, dîsa di çand û kelepora wan civakan de wateya xwe dibînin. Nav û nûçik, têgîhên ku mirov ji bo nasandina heyberên zindî û nezindî bikar tîne û li wan dike ye. Em ê di vê çarçoveyê de li ser nav û navdanînên êl û hozên ku li rojavayê Çemê Ferêt binecîne û di nav gelheya wê heremê de qetmanên gelheya kevnar pêk tînin rawestin.

Bêguman herema ku ez behsê dikim, erdnîgariyeke gelek firehe û şar û warên weke Semsûr (Adiyeman), Gurgum(Meraş), Dîlok(Entaw), Meletî (Melîde), Çiyayê Kurmênc (Efrîn û derdora wê) û kurdên Anatoliya Navîn dihêwirîne (di serdema antîk de bireke fireh ji Anatoliya Navîn di nav vê heremê de bû). Weke ku xwemalî û bineciyê vê herêmê yê esas hene. Gelek êl û hozên kurdan ên ku paşê, di domaniya demê de bi sedemên cûrbecûr hatine û li herêmê binecîbûne û bi êl û hozên kevnar ve kelijiyane û hêdî hêdî ber bi homojeniyekê ve bûne jî hene.

Dema mirov dêna xwe dide nav û nûçikên der û war, jin û mêrên kurdên ku xwamalî û bineciyê vê herêmê ne, gelek tişt û taybetiyên van navan bala mirov dikşînin. Em ê di rêzê de pêşî li ser navên jinan rawestin. Piştre li ser navên mêran, piştretir jî li ser navên der û waran rawestin.

Weke tê zanîn, dema zarok ji diya xwe diafire kiçimiroveke “mê” an jî kiçimirovekî “nêr” e. Belê çaxa ji hêla malbata wê/î ve nav lê tê danîn, êdî ew tevî însanbûna xwe dibe ew nava. Yanê piştî navlêdanînê tevî însanbûnê yan dibe Mem, Gol, Çol, Lal û hwd. Yan jî dibe Zîn, Zêw, Zêz, Bes û hwd. Herwiha kurdan jî bi zanyariya “ew zarok, dê bi dirêjiya jiyê (temen) xwe, dê vî navî li ser xwe ragire, lazime li navê xwe hez bike,” nav dane zarokên xwe.

Lew ku navê mirov di nav hêmayên ku kesayetiya mirov pêktînin de hêmaya herî taybet û girîng e. Bi vê hişyariyê pêşiyên kurdên vê herêmê bi piranî navên xwedawendên xwe li jinên xwe kirine, bi navên xwadawendên xwe gazî jinên xwe kirine. Ger ku mirov ji bo xurtkirina vegotinê bixwaze mînakekê bide; Panteoya Xwedanên Şaristaniya Komagene mînakeke baş e.

Di panteoya wan de xwedwendek bi navê “Daê” heye, kurd bi navê wê Xwadawendê gazî dayika xwe dikin. Mînakeke din Xwedawenda bi navê “Zel” e. Zel di serdemên kevnar de Xwedawendeke kurdên Zîlaniye. Lew ku binyata navê êl û hozên Zelanî jî ji vî navî tê. Navê gelek warên ku di serdema antîk de kurdên zelanî şaristanî lê ava kirine bi navê “Zel, Zela, Jel” tên zanîn. Navê şarî Yozgat yê kevn Zela ye. Bajarê Zela ji hêla zelaniyên ku şaristaniya Kapadokyayê damezirandine ve hatiye danîn. Herwiha li şarî Semsûr, li ser riyaşarî Pere (îro weke Pirîn tê zanîn) kaniyek hebû, navê wê kaniyê “Kaniya Zelê (ew kanî hate hilweşandin niha li şûnê wê avahiyên ji betonê hene) bû. Îro li herêma Dêrsim çiyayek bi navê “Çiyayê Zelê” heye. (Hinek Çiyayê Jelê jî dibêjin weke tê zanîn di kurmanckî û dimilkî de dengê “j” û dengê “z” cî bihev diguhere.

Berê li vê herêmê (ji rojavayê Ferêtê heta Anatoliya Navîn) hemû navên jinan yek kitebûn. Ew navên jinan ên yek kite bi şêwaza; “Hew, Med, Meyr, Zîn, Zêz, Zêw, Zel, Riq, Raw, Tûm, Gul, Bes, El, Îs, H’en, Xan, Kej hwd.” dihatin bilêvkirin ku ji van navan gelekên wan navên Xwadawendan in. Weke ku “Zîn” Xwadawenda Hîvê û ronahiyê bû.

Piştî van gotinên hewceyî lekolînan, dixwazim çend mînakên navên mêran raberî we bikim. Di temenê min de (60 sal) navên mêrên heremê bi şêwaza H’em, Mem, Mam, Mest, Al, Gol, Dar, Bêr, Baw, Kull, Kerr, H’ut, Hin, Qel, Qer, (Ji ber ku di kurmanciya heremê de hin caran tîpên “r” û “l” cî bihev diguherin, muhtemele ku Qel û Qer heman nav bin.) Reş, hwd. dihatin bilêvkirin.

Belê di gava gazîkirinê de navên jinan qertafa “ê” radigirtin, bi şêwaza Hewê, Medê, Meyrê, Zînê, Zêzê, Zêwê, Zelê, Riqê, Rawê, Tûmê, Gulê, Besê, Elê, Îsê, H’enê, Xanê, Kejê dihatin guherîn. Navên mêran jî qertafa “o” radigirt û bi şêwaza H’emo, Memo, Mamo, Mesto, Elo, Golo, Daro, Bêro, Bawo, Kullo, Kerro, H’uto, Hino, Qelo, Qero, Reşo, hwd. dihatin bilêvkirin. Tevî ku van qertafan zayenda navan dihêwirand, ji ber koyistan bûna herêmê di gazîkirinê de jî hesaniyek pêk dianîn.

Her çiqas piştî ola îslamê hin cûre navên îslamî ketine nav kurdên herêmê jî vê carê kurdên herêmê ew nav bi qalibên berê qusandine û ew nav bi şêwaza; Usiv= Us, Xelîl=Xel, Celîl= Cel, Ehmed= Ehm, Eşxan=Eş, Fatme=Fat, Zahîde=Zad, hwd. guherandine, yanê kirasê kurdewar yê kevn li van navên nû kirine û ew bi vê şêwazê qusandine.  Her çiqas ku di nav nifşên nû de ew navên kurdewar nehatine jiyandin jî îro li herêmê li ser navên kurdbûnê hin cûrenavên çêkirî hene. Belê ew taybetiya kirasê kurdewar bi awayekî zindî îro jî li herêmê heyîna xwe diparêze. Navê ku nû dikevin kurdî diqusîne.

Bila nav û navdanên waran bibe mijara nivîseke din.