spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

NÇM: Em ê gelê xwe bê çand, huner û ziman nehêlin

Hunermendên NÇM’ê qedexekirina konsera xwe ya bi dirûşma “Berbang” ku li Navenda Çanda Bostanci pêk bianîna, şermezar kirin.

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), bi minasebeta salvegera 30’emîn xwest bi dirûşma “Berbang” di 16’ê cotmehê de li Navenda Çanda Bostanci şahiyekê pêk bînin. Lê Qeymeqamtiya Kadikoyê şahiya NÇM’ê qedexe kir. Hunermendên NÇM’ê li Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê kom bûn û qedexekirina konsere şermezar kirin. Hunermend Devrîm Demîr daxuyanî da û helwesta qedexekar şermezar kir.

Hemû daxuyaniya ku Hunermend û Muzîkjen Devrîm Demîr xwend wiha ye:

“Ev 30 sal in ku em wekî Navendên Çandê yên Mezopotamyayê (NÇM), ji bo  çand û hunereke azad û bi zimanê kurdî, li ber xwe didin.

Ji destpêka salên 90’î û  vir ve, gelek caran saziyên me hatin girtin, hevrê û hevalên me hatin binçavkirin, girtin û cezakirin. Berdêlên mezin hem ji hêla xebatkarên NÇM’ê ve û hem jî ji hêla gelê me yê berxwedêr ve hatin dayîn û hîn jî tê dayîn.

Çewisandin, gefxwarin, qedexekirin, pişaftin û pê re jî qirkirina çandî kêlîyekê  jî nesekinî. Hişmendiya ku kurdan înkar dike,  çand û hunera kurdî ya azad tune dihesibîne îro jî li ser kar e.

Hîn çend roj berê cil û bergên me yên gelêrî hatin qedexekirin. Dîsa çend roj berê straneke me hat qedexekirin û doh jî  konser û bernameya çand û hunera kurdî ya NÇM’ê ji hêla hişmendiya qirker vê hate qedexekirin.

Bi hincetên sosret yên wekî ev konser û bername  “dê ewlehiya civakê bixe xeterîyê û îhtîmala ku dê li wê derê sûc bê kirin û hwd” bernameya pîrozbahiyê ya 30’yemîn a damezrandina NÇM’ê ya ku dê li Stenbolê bihata li darxistin hat qedexekirin. Hişmendiya qirker qey nizane ku, çand, huner û zimanê gelekî bi qedexekirinê nayê rawestandin.

Ji bo ku hûn dibêjin Neteweyek tune ye û hebûna wî înkar  dikin ew netewe ji holê ranabe. Gelê kurd di her şert û mercî de xwedî li çand û hunera xwe derketiye.

Heger hûn vê rastiyê nizanin herin rûpelên dîroka berxwedana gelê kurd vekin. Yên ku dibêjin pirsgirêka kurd tune ye û me ev pirsgirêk çareser kiriye, îro jî li rûreşî û derewên xwe diqelibin. Ew careke din li hemberî dîrokê tewanbar û sûcdar in.

Em jî ji her demê zêdetir, xweşiktir, bi serbilindî û bi rihekî berxwedêr li hemberî polîtîkayên pişaftinê û qedexeyan li berxwe didin.

Em xwedî wê soz û biryarê ne ku em gelê xwe bê ziman, bê çand û bê hunera kurdî nahêlin. Em wekî xebatkar, hunermend û dildarên çand û hunera gelê xwe vê biryara sosret bi tundî şermezar dikin û ji bo me her der û her qad cihê çand û hunera kurdî ye. Rêwîtîya çand û hunera azad ya kurdî nayê rawestandin.

Bijî Çand, huner û zimanê kurdî. Bijî huner û hunermendiya azad.”