26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

NÇM: Hûn carek din li hemberî dîrokê tawanbar in

Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) li dijî biryara qedexekirina şahiyê ya Qeymeqamiya Kadikoyê daxuyanî da. NÇM’ê hişmendiya qedexekirinê şermezar kir. Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) bi minasebeta 30’emîn salvegera damezirandina xwe bi hişyariya “Berbang” xwest li Navenda Çandê ya Bostanci şahiyekê li dar bixe. Lê çend saet beriya şahiyê Qeymeqamiya navçeya Kadikoyê telefonî xebatkarên NÇM’ê kir û diyar kir ku lidarxistina şahiyê qedexe ye. Hunermendên NÇM’ê li dijî vê yekê bertekên xwe anîn ziman û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê NÇM’ê şanoger Omer Şahîn daxuyanî da. Şahîn anî ziman ku wekî NÇM 30 salin ji bo parastina çand û ziman li ber xwe didin û wiha got: “Di van 30 salan de gelek caran xebatên me yên çand û ziman hatin qedexekirin. Di vê deme de xebatkarên çandê berdêlên gelek mezin dan. Li ruxmê hemû astêngî û qedexeyan, xebatên me yên çand û ziman kêliyekê jî nesekinîn.”

 Feraseta duh qedexe dikir îro jî qedexe dike

Şahîn feraseta rayedaran rexne kir û wiha berdewam kir: “Feraset û hişmendiya ku qedexe dike îro jî dîsa qedexe dike. Duh cil û bergên me yên gelêrî û kurdî qedexe kirin. Li Amedê stranek me ya kurdî qedexe kirin. Îro jî şahiyên me qedexe kirin. Konser û muzîka kurdî ji aliyê heman zihniyete ve hat qedeşekirin. Ev nêzî 2 meh in em xebatek gelek mezin dimeşînin. Vê xebata me eleqeyek mezin dît û gel lê xwedî derket. Lê heta niha ji bo şahiyê tu astengî û bertekek neyînî ji mere nehat ragihandin. Di saetên dawî de bi rêya telefonê bi hincetên sosret şahiya me qedexe kirin. Rayedaran bi hinceta ‘HDP’ê ev bername di komisyona medya civakî de parve kiriye, ev şahî ji aliyê ewlehiya civakê ve xetere ye. Dîsa qanata me ewe ku dê li vê salonê sûc bê kirin’ bernameya me qedexe kirin. Li gel ve yekê em bi hemû xebatkarên xwe çûn Salona Bostancî. Lê nehiştin em têkevin salonê.”

 Hûn dawanbar in, em bedewtir in

 Şahîn herî dawî bertekên xwe yên li dijî înkarê wiha anî ziman: “Ma qey nizanin ku stran bi qedexeyan ranawestin. Cil û berg bi qedexeyan qirêj nabin. Milletek û neteweyek ji bo hûn dibêjin tune ye ji holê ranabe û tune nabe. Ma gel tê qedexe kirin. Ma kî dikare vîna azad a gelê kurd qedexe bike. Ger ku hûn nizanin herin li dîroka berxwedana gelê kurd binerin. We digot pirsgirêka kurd tune ye û çareser bûye. Vay îro carek din hûn li derew û rûreşîyên xwe dileqibin. Vay îro carek din hûn li hemberî dîrokê tawanbar in. Em jî xweşiktir û bedewtir in. Em bi piştevanî û berxwedana gelê xwe serbilintir in. Me soz daye zarokên vî welatî. Em ê wan bê ziman bê çand û bê hunera kurdî nehêlin. Ger ku nemîne kevir jî li ser kevir. Eger salonên we yên mezin hebin, ên me jî her malek dibistanek û saziyek e. Hûn dê nikaribin tu carî meşa me rawestînin û sewta me sar bikin. Bijî çand, huner û zimanê kurdî. Bijî huner û hunermendiya azad.”

Li aliyê din li kolanên Stenbolê ciwan kom bûn û bi meş û dirûşmeyan qedexekirina şahiya NÇM’ê şermezar kirin.