26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nerazibûna gel a li dijî AKP’ê li gelek bajaran belav bû

Nerazibûn û bertekên gel  ên li dijî polîtîkaya aboriyê ya AKP’ê her ku diçe belav dibe. Rêxistinên civakî li Stenbol, Amed, Mêrsîn, Antalya, Edene û Hatayê daketin qadan û xwestin AKP îstîfa bike. Duh li Enqere, Stenbol, Îzmir û Eskîşehîrê bi hezaran welatî daketin qadan û xwestin AKP îstîfa bike. Îro jî li Stenbol, Amed, Mêrsîn, Edene, Antalya, Hatay û gelek navendên din gel daketin qadan.

Stenbol

Bi banga Hêza Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê girseyê xwest li Qada Peykerê Boga ya  Kadikoyê daxuyaniyê bidin. Polîsan êrîşî girseyê kir.  Gelek kes hatin binçavkirin. Girseyê bi şiyara “Em ne mebcûrê pergalê ne” xwest li qadê daxuyaniyê bide bi êrîşa polîsan re rû bi rû ma. Di çalakiyê de polîsan gelek kes binçav kirin. Parlamenterê HDP’ê Musa Pîroglu pêşiya maşîneya polîsan girt û xwest kesên hatine binçavkirin serbest bêne berdan.

Mêrsîn

Li Pozcu ya Mêrsînê jî gel bi pankartên “Em nikarin debara xwe bikin”, “Îstîfa êdî bes e” vekirin û dowîzên “Hûn dê bêne darizandin”, “We em têk birin”, “Qesr sedem e, dolar encam e”rakirin. Di çalakiyê de nûner û rêveberên HDP, TÎP, TOP û Malên Gel amade bûn.Girsê di daxuyaniyê de bê navber dirûşmeyên “Li dijî Faşizmê mil bidin hev”, “Gel dê hesap bide gel” û “Hikûmet îstifa” berz kirin. Li vir polîsan êrişî girseyê kir û Serokê Rêxistina TÎP’ê yê Mêrsînê Ugurcan Esîroglu û Endamê TÎP’ê Alican Coşkun û Sergen Gerger binçav kirin.

Edene

Li Edeneyê jî endam û rêveberên TKP’ê bi heman armancê xwest belavokan belav bike. Polîsan avahiya TKP’e dorpêç kir û destûr neda ku endamên TKP’ê belavokan belav bike.

Li aliyê din endam û rêveberên EMEP, TKP, TOP, Mala Gel, TÎP, Partiya Çep û xwendekarên zanîngehê xwestin li ser Rêya Bendavê meşekê li dar bixin. Polîsan girse asteng kir. Lê girseyê li vir daxuyanî da û xwest hikûmet îstîfa bike. Li ser navê girseyê Eylul Çapar, daxuyanî da û xwest hikûmet îstîfa bike.

Hatay

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Antakyayê jî bi heman armancê li Qada Ugur Mumcu daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê girseyê Serokê Rêxistina SYKP’ê yê Hatayê Mehmet Çelîk daxuyanî da û xwest hikûmet îstîfa bike.

Antalya

Li Antalyayê jî Hêza Ked û Demokrasiyê ya Antalyayê bi heman armancê xwest meşekê li dar bixe. Lê polîsan destûr neda meşa girsê. Lê girseyê li pêş Banka Gel a Kapaliyolê daxuyanî da. Berdevkê Demî yê Platforma Şaxan a KESK’ê ya Antalyayê Devrîm Mol daxuyanî da û xwest hikûmeta AKP’ê îstîefa bike.

Amed

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê jî bi heman armancê li Qada  Deriyê Çiyê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Girseyê pankarta “Em nikarin debara xwe bikin” vekir û dowîzên “Hûn dê bêne darizandin”, “We em têk birin”, “Qesr sedem û dolar encam e” rakirin. Endam û rêveberen HDP, HDP, ESP, TİP û gelek nûnerên rêxistinên civakî tev li daxuyaniyê bûn.  Girseyê di çalakiyê de dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bidin mil, “Hikûmet îstîfa bike” û “Ne ji bo rantê ji bo gel butçeyê veqetînin”, “Ne ji bo şer ji bo kedkaran butçeyê veqetînin” berz kirin.

Li ser navê girseyê Berdevkê Demî yê Platformê Mehmet Ceylan daxuyanî da. Ceylan xwest hikûmet îstîfa bike.