26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Nexweşiyan wek rêbazeke îşkenceyê bi kar tînin’

Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Muhlîse Karaguzel di 9’ê tebaxa 2019’an de hat binçavkirin û bi hinceta endamtiyê 8 sal û meheke ceza lê hat birin. Muhlîse Karaguzel tevî ku nexweşînên wê giranin jî nayê berdan.

Zîlan Karaguzel têkildarî rewşa dayika xwe Muxlîse Karaguzel axî. Zîlan Karaguzel di destpêkê de bal kişand ser nexweşiyên dayika xwe û ev tişt anî ziman: “Nexweşiyên dayika min yên wek astim, şekir,kolestrol û tansiyona hene. Ev nexweşîn bi rapora jî hatine teyîtkirin û tev jî bi  giranî tên jiyîn. Ji ber astimê ew nikare bi rehetî nefes bigire. Bi teybetî jî nexweşîna şekir pir zehmetiyê dide wê. Şekir li pî û çavên wê dixin. Herî dawî bijîşk jê re dibêjin em ê çavên te ameliyat bikin. Lê rîska vê emeliyatê zêde ye, yanî dayika min neyê tedawîkirin dibe ku êdî nebîne.”

Karaguzel diyar kir ku dayika wê Muxlîse Karaguzel di nîsanê de du caran qeyrana dil derbas kiriye û wiha got: “Li ser nexweşîna wê ez çûm bi bijîşkê wê re axivîm. Bijîşk got dema ew anîn, min nikaribiye raste rast mudaxeleyê wê bikim. Ji ber ku şekirê wê pir zêdebû. Heke cara sêyemîn qeyrana dil derbas bike encamên wê dê qet baş nînbin çinkî êdî jiyana wê dikeve xetereyê.”

Xwarinan li gor nexweşiyan nadin

Zîlan Karaguzel da zanîn ku gelek nexweşên girtî hene û ew bi nexweşên girtî hem li malbatan hem jî li girtiyan îşkenceyê dikin û wiha berdewam kir: “Nexweşiyan wek rêbazeke îşkenceyê bi kar tînin. Rêveberiya girtîgehan li girtiyên nexweş nanêrin û heke ne ji alîkariya hevalên girtîgehan be dê jiyana nexweşên wek dayika min zehmetiyên girantirîn bijîn.”

Karaguzel herî dawî wiha got: “Rayedarên girtîgeh xwarinên ji aliyê bijîşk ve hatine diyarkirin nadin dayika min. Ji ber şekirê dayika min tim bilind dibe hewceye rêveberiya girtîgehê xwerinên diyetê yanî xwarinan li gor nexweşîna wê bidinê. Lê mixabin girtîgeh li ser navê xwarinên diyetê xwarinên ku ji nexweşîna şekir re nebaşin didin wê. Ev jî dibe sedem ku şekir û tansiyona wê tim di asta xetereyê de be.”