5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nexweşxaneya dînan

Carekê berpirsekî nû li nexweşxaneya aqil û kesên derûniya wan xirab bicih dibe. Roja pêşî derdikeve hewşa nexweşxaneyê û dibîne ku gelek nexweş li ber dîwarê nexweşxaneyê sekinîne û bi dorê li wê qula di dîwar de dinêrin. Midûrê nexweşxaneyê meraq dike û diçe ba wan. Ji wan re dibêje xwe bidin alî ka ez jî binerim hûn li çi dinerin. Midûr çavê xwe dide ber wê qula dîwar dibîne ku qul girtiye, tê de tişt xuya nake.

Midûr li nexweşan dizîvire û dibêje: ‘Kuro lawo qula dîwar girtiye û tiştek tê de xuya nake’. Yek ji nexweşan ji midûr re dibêje: ‘Ev salek em dinerin me tiştek nedît çavê te lê ye tu di carekê de tiştekî bibînî’.

Jixwe ji ber rewşa xirab, tundî, bêedaletî û krîza aborî derûniya her kesî xera bûye û hindik maye ku wekî wan li me jî were.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê