26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nijadperestan li Afyonê êrîşî kurdan kir

Komek nîjadperest, li bajaroka Dereçîne ya Navçeya Sultandagi ya Afyonê êrîşî karkerên kurd kirin. Koma nijadperestan di êrîşê de 7 karkerên kurd birîndar kirin. Piştî leşker hatin cihê bûyerê karkerên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê. Karker ji bo debarê ji Amed û Mêrdînê çûbûn Afyonê. Karkeran diyar kirin ku ji ber bi kurdî axivîn bi erîşa nijadperestan re rû bi rû mane. Karker Nurullah Aba, qala bûyerê kir û wiha got: “Karker Îsmaîl Tan û pismamê xwe Alî Tan diçin berber traj bibin. Keya dixwazin ku karker têkevin dorê. Ciwan dikevin dorê. Piştî 2 saetan di dorê de disekinin, karkerê kurd dipirse û dibêje ‘Çima dor nayê me. 2 saet derbas bûn’ Li ser vê pirsê keya dibêje ‘Ma hûn terorîst in. Hûn li vir bi kurdî di axivin’ û êrîşî karkeran dikin. Karkeran birîndar dikin. Piştî Îsmaîl Tan direvinin, dibin qada daristanê û destê wî dişkînin. Ali Tan jî reviya û agahî da cendirmeyan. Di êrîşê de 2 jin bi giştî 7 karker birîndar bun. Hat zanîn ku karker 25 roj berê hatin vir û qeymeqam biryar da ku karker dîsa vegerin Amed û Mêrdînê.

Karker Aba, anî ziman ku ji ber ew bi kurdî axivîn kesên nijadperest êrîşî wan kiriye. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal agahî parve kir û anî ziman ku hikûmet berpirsiyarê vê yekê ye. Surucu anî ziman ku hewl didin ku bi Walîtiya Afyonê re hevditin bikin, lê walîtî bersîvê nade telefona wan.